Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Öcalan-Beþikçi tartýþmasý
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
Beþikçi Eleþtirilerine Cevap
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Kürt hallerimiz
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
þiddetin esiriyiz
Aydýn Dere
         
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.

   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   OKUR KÖŞESİ

Çiroken Klasik



www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 1
Misafir(ler) Çevrimiçi: 70

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 


Polîtîka, Kerkûk û Kurdî
Bijîþk Bengîn
Bijîþk Bengîn

Tarih: 28 Eylül 2008 Pazar


 Dema ez zarokek bum li Êlihê di nav rûsipîyan de Melle Mistefa Berzanî mîna sembola Kurdîtî û Azadîyê di hate naskirin. Heta niha Rehmetîyê Melle Mistefa vê sembolbûna xwe diparêz e.

Melle Mistefayê sembola kurdîtîyê heta dawîyê mîna kurdîtîya xwe li ser rêç û doza xwe ma. Çend cara di þerr û tekoþînande þikestbûnan dît, þûnde vekiþîya çû heta sowyetan, çû di komara Mahabadan de serokerkanîyê kir dema komara kurdî þikest wî xwe radest nekir û sembolbûna xwe domand.

Tê gotin di her demên þerr de ew li ser hespê xwe li ser hêzên þerr gerîyaye. Ji boy naskirina vê kiryarê min dibê ku ez ji we re çîrokekê binivsînim.:

Tê gotin ku berî gelek salan dema Kurdistan bi rengekî bi împaratorîya farisan re girêdayî bûye û kurda baca ( vergi ) xwe dane þahê îranê. Dema hêzên farisî têne Kurdistanê ku bacê bidin hev Kurd li wan didin û bacê nadin. Li ser vê yekê þahê îranê tevekê artêþa xwe diþîne ser Kurdistanê. Wê demê hêza Kurda ku di þer de bi ser nakeve û serok û rûsipîyê kurda digrin dibin îranê û li wir kurd di pejirînin ku ew dê baca xwe bidin.

Lê dema hêzên piçûk ji boy berhevkirina bacê têne Kurdistanê ew serok û rûsipîyên kurda dîsa li hember wan þerr dikin û baca xwe nadin. Wê demê þahê farisan ji þêwirmendên xwe dipirse ma gelo ew çi rewþe û yek ji þewirmedên wî dibêje ku ew zane çima kurd wisa dikin. Dibêje em dê dîsa artêþê biþînin û bira tûrek ji axa kurdan jî bi xwe re bînin.

Dema serok û rûsipîyên kurda tînin îranê þahê îranê ji axa kurdistenê mîndera tijî dike û datine bine kurda, serok û rûsipîyên kurdistanê li ser axa kurdistanê rûniþtî þah ji wan dipirse ma gelo ew dê bacê bidin yan na ? Li ser vê yekê serokên kurda dibêjin :

'' em bacê nadin û eger artêþa te ji boy bacê were em dê þanî wan bidin ka bac çewaye''

wê demê þahê îranê li þawirmendê xwe di vegere û dibêje nêrîna te raste. Heta ew li ser axa xwe bin, ser hiþk û ser bilin din û serwerîya tu kesî na pejirînin.

Min vê çîrokê berî salan bihîstibû û ez nizanim ka çîrok bi rastîye yan na ! Lê belê ew dê rastîyeka kurda bi rengekî mîtolojîk bîne ser ziman.

Serokatîya Kurd û Kurdistanê ne karek hêsane û serokê niha tev jî mirov dikare ji hin alîya ve binirxîn e. Lê belê piþtî ku min gotinên birêz Telebanî li waþîntonê ji rojnamevanan re gotîye xwend; ez gihîþtim vê bawerîyê ku divê em kurd di pirsa kerkûkê de bi her hawayî piþtevanîya birêz Mesud Berzanî bikin.

Ji ber heta niha wî bi her hawayî berjewendîyê gelê kurd parastîye û wisa zûbizû gav bi þûnde ne awêtîn e. Di dawîyê de dibe ku mirov tiþtekî ku mina birêz Telebanî dibêje bipejirîne; lê belê li gor prensîbên dîplomasîyê eger ku kurd ji niha ve nekurdbûna kerkûkê bipejirînin dema li ser masê rûnin dive hêj gavek din jî þûnde bavêjin.

Ji xwe dema birêz Telebanî bi gotinên cûdayî birêz Berzanî bi axive destê kurda qels dibe û kurd qertên di destên xwe de hûnda dikin û bi vî hawayê dûserî ji hêza xwe jî hûnda dikin. Di mijara Kerkûkê de bi rastî helwesta birêz berzanî hêjayî rêzê ye.

Min nabê ku bibêjim dê em bi her hawayî birêz Berzanî bigrin; lê belê kî bi helwestên kurdîtîyê rabe divê em di wê helwestê de piþtevanîya wan bikin.

Kerkûk ew dê di pêþerojê de hêz û hebûna kurdistanê tayîn bike û nabe ku em bi vî hawayî destê birêz Berzanî qels bikin.

Piþtî salan nûçeyên xweþ ji kurdistana bakur tên. Kurd ji boy zimanê xwe dadikevin kolanan û ne ji boy kesekî û daxwazên berevacî. Ev bûyera ji dile mirov hinekî hênik dike û polîtîkayên bi vî rengi polîtîkayê rast û real in.

ji ber bi van daxwazên bi vî rengî mirov dikare propoganda komara Tirkî di dîplomasîyê de vala derbixe û wê propoganda ku Tirk dibêjin qaþo kurd teroristin berevajî bike û berê wê bide komara tirkan. Piþtî salayê cara peþîye ku kurd bi daxwazên stratejîk dadikevin kolanan û ne bi daxwazên ''sagligi sagligimizdir'' û dema ewrupî pê dihisin ka xwedîyê saglikê çi dibêje serê xwe dihejînin.

Em kurd dema polîtîka xwe çêdikin mîna ku em ne li vê gerdûnê lê belê li ser hêyvê jiyan dibin polîtîka çêdikin.

Mîna mînak min divê li ser mizgefta kurdî ya Berlînê bibêjim. Di vir de kurda pozîsyoneka gelkî baþ girtibû ku ew kesê ku ew dê di pêþerojê de bibe serokê partîya keska almanî kesekî Tirkî nijadperest e û karibûn bi vê helwesta wî yî li dijî mizgefta kurdî wî gelkî bi êþandina û partîya keska jî tevlîhev bikirana. Lê hima mixabin qaþo peþkeþ û serokê partî û rêxistina ku tê zanîn ji rojnamevana almanî re wisa digot: Cem oydemîr mirov nizane ka cihû (yahudî) ye an çi ye.

Ew kesên ku van gotina dikin li almanya jiyan dikin lê hima mina serê derzîyê nizanin ka gelê alman çi teybetmendîyên xwe hene û çi tabûyê xwe hene. Dema mirov li dijî cihûya axaft û bi vî rengî kesên mina cem ozdemir gûnehbar kir ew dê alman vê yekê wisa bixwînin: kurd kesên û ciwakên paþwerûne û kevneperestin. Cem ozdemir kesekî þoreþger û peþverîyê û divê ku mirov wî ji kurda biparêze.

Belê bi van beyanan kurda bi çeka xwe li lingê xwe dida û xwe rezîl û rûswa jî dikir. Çewa çêdibe ku mirov li almanya û li Berlînê jiyan bibe û mrov daxûyanîyê wisa bide. Di çavên almanan de dê mirov mîna Usama bîn Ladîn bixûyê. Dema min vê daxûyanîyê xwend ez gelkî bi ber xwe û gelê xwe ketim ku kesê wisa dikarin li ser navê wan polîtîka bikin.

Di dawîya nivisa xwe de rojnama almanî wisa dinivisand ev kesê ku bi vî hawayî di axivî weneyekî ocalanî ji li piþtê daleqandîbû.



  
Bijîþk Bengîn
bengino@hotmail.de




Bu köþe yazýsý 1188 defa okundu. Toplam 1078 kelime

Yazdýrýlabilir Sayfa Yazdýrýlabilir Sayfa


[ Geri Dön: Bijîþk Bengîn ] - [ Yazarlar Ýndeksi ]

Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2008 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.