Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Öcalan-Beþikçi tartýþmasý
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
Beþikçi Eleþtirilerine Cevap
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Kürt hallerimiz
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
þiddetin esiriyiz
Aydýn Dere
         
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.

   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   OKUR KÖŞESİ

Çiroken Klasik



www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 64

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 


Serpêhatîya Ahmedê Elî
Salih Agir Qoseri
Salih Agir Qoseri

Tarih: 29 Ağustos 2008 Cuma


Piþtî têkçûna serhildana Þêx Seîd û di pê re jî ya Agirî, dewleta tirk bi her awayî, li ser kurdan zilm û zora xwe dijwartir kir. Mirovên ku beþdarî van serhildanan bûn îdam kirin û malbatên wan jî surgûn kirin. Li ser kurdên mayî zulm û zora xwe sîstematîk meþand.

Ev zulm û zordarî ji xwe li bajaran herdem li ser kurdan hebû ye. Lê li gundan taybetmendîyeke vê zulm û zorê hebû. Leþker û rayedarên dewletê herdem li gund tune bûn ku hebûna xwe bi wan xuya bike. Loma jî dema ku diçûn gundan, bi dijwarî û rengekî sîstematîk çavên gundîyan diþikandin. Ango ev jî metodek ji gelek metodên dinê yê zul û zorê bû.

Weke mînak çawîþek û du heb leþker diçûn gundan, temama gelîyên gund li meydana gund dicivandin û dest bi sixêf û lêxistinê dikirin. Gelek caran rayedarên ku wiha dikirin bi xwe kurd bûn. Ango kurden cahþ! Lewra dewletê dixwest kurdan bi destê kurdan bixîne. Herweha ev polîtîka, îro jî berdewam dike.

Li gundê Hêþerîyê, ku bi Qoserê, navçeya Mêrdînê ve girêdayîye qereqolek hebû ye. Çawîþê vê qereqolê her ji çend rojan carekê dihere nav gund, temama xortan dide hev, wan ji karê wan dide hev û dibe karê qereqolê bi wan dike. Êdî her ji çend rojan birina van xortan kiriye adetek. Lê yek caran hinek ji van xortan xwe vediþêrin û narin karê qereqolê.

Dîsa carek ji caran, çawîþ û du heb leþker tên nav gund û li dor 30 xortî li hewþa mala Birê Hecî didin hevdû. Çawîþ, van xorta yek bi yek nas dike. Dinere ku xortêk kêm e. Dizane ku wî xortî xwe veþartîye. Loma çawîþ bi tirkî, ji Birê Hecî dipirse; ‘ka ev xort li kuder e?’.

Dema vê pirsê dike, Ahmedê Elî, bi kurdî ji birê Hecî re dibê ‘bêje çû ye Qoserê’. Dema Ahmedê Elî vê gotinê dibêje, Çawîþ difitile ser wî û bi kurdî jê re dibêje ‘te got çi?’. Piþtî Ahmedê Elî dibîne ku çawîþ kurd e, ji tirsa devê wî kilît dibe û nema kare tiþkî bêje. Lewra wî berê zulma leþker dîtîye û dizane wê carê jî ê çawîþ çi bîne serê wî.

Ahmedê Elî xortekî hûr û zeîf e. Wê sibê serê xwe bi cilêt kur kiri ye, desmal û egala wî jî li serê wî ye. (Li berîya Mêrdînê, bikar anîna desmal û egalê, adeteke ji ereban hatî ye. Herweha cîranê erebanin.). Çawîþ jî merivekî girs û asabî ye.... Dîsa jê dipirse û dibêje; ‘De ka careke din bêje, te got çi?’ û bi hêrs, rimi rim ji ber lingên wê tê û ber bi Ahmedê Elî dihere. Ahmedê Elî sekinîye, temama laþê wî di lerize û nema dikare bipeyive. Çawîþ, egala wî ji serê wî dike, desmala wî dixîne qirika wî û baþ zeft dike. Egalê jî dike du-sê qat û dest pê dike, bi hêz, heta kare li serê wî dixîne. Yek dudû, sisê, çar, deh bîst, sî... êdî lêxistina egalan ji hesab derdikeve. Her ku egalê li serê wî dixîne, dewsa wê bi qasî tilîyekê radibe. Ahmedê Elî dike qîrîn lê çawîþ lêxistina bi hêztîr berdewam dike.

Çawîþ destmal di qirika wî de zeft kiriye û her lê dixîne. Rebenê Ahmed hewl dide da ku xwe ji nav destê wî xelas bike lê nikare... Ji xwe berê hûr û zeîf e, destmal jî di qirikê de ye û vê lêxistina dijwar jî ew ji taqet xistî ye. Xwe li vîyalî û wîyalî davêje lê çawîþê zalim wî bernade. Hevdû le temama hewþê digerînin. Ahmed dinere çare tune ye û ev lêxistin bi dawî nabe. Loma ji ber jana serê xwe û bêçare yî, di nav lepê çawîþ de vêdikevê digirî. Lê çawîþ guh nade girîyê wî û lêxistina xwe berdewam dike, heta dibetile dawîyê di sekine û wî berdide.

Yê ku vê lêxistinê dike çawîþek e û du heb leþker jî bi wî re ne. Li gor 30 heb xortên gund jî li wan dinerin û kes ji wan nikare tiþtekî bike. Ango yê ku tiþtekî bêje an jî bike, ê çawîþ li wî jî weke Ahmedê Elî û hîn xerabtir bike.

Bûyerên bi vî rengî li gundê Hêþerîyê gelek caran pêk dihat. Lê heta van xortan biryar dan û li hember vê zulm û zorê serî hildan. Ez ê careke din, vê serhildanê binivîsim.

Li Kurdistanê bi hezaran bûyerên bi vî rengî qewimîn e. Ev, ji hezaran yek e. Birêz Îsmaîl Beþîkçî, vê zulm û zora dewletê ku bi helwesteke sîstematîk li ser kurdan meþandîye, gelek caran vegotî ye. Berê çawîþekî, bi du heb leþker dikarîbû temama gundî bidana hevdû û bi þelmaqa di nav wan keta. Lê îro çawîþek û du heb leþker nema dikarin kurdan li meydana gund bidin hevdû û bi þelmaqa di nav wan ke ve. Êdî kurd ne kurdên berê ne û îro hesab dixwazin.



  
Salih Agir Qoseri
salihagirqoseri@hotmail.com




Bu köþe yazýsý 603 defa okundu. Toplam 864 kelime

Yazdýrýlabilir Sayfa Yazdýrýlabilir Sayfa


[ Geri Dön: Salih Agir Qoseri ] - [ Yazarlar Ýndeksi ]

Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2008 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.