Þerê di navbera serdest û bindestan de ev bi hezarê salane ku didome. Her çiqas serdestî þermeka mirovahîyê be jî, serdara hêzek anîye hebûnê û bi wê hêzê zordarîya xwe diajon û xerabîyê di dîroka mirovahîyê de dinimînin.
Rûreþî û þermahîya zordarîyê û serdestan gemarek reþ e û li ser rûyê mirovahîyê ketîye.
Divê em hay ji xwe hebin ku mîna bindest rûreþî xwe li nav rûyê me daneyne. Ji ber rûreþîya bindestîyê jî mîna ya serdestîyê þermîyeke.
Di dîroka romîyan de kesayetî hene û di wan kesayetîyan de mirov dikare van mînaka bibîne.
Ceasar berî ku nav û dengê wî belav dibe, ji rom tê miþext kirin. Li miþextê ew kolekî bi navê Apollonius ji xwe re dikire. Apollonius dersên feylosofî û axaftinê dide wî û zarokên wî.
Di dema serhildanên kolan de ev mamosteyên wan jî yek ji serhildanvana ye û di þer de dîl tê girtin. Dema vanê dîlgirtî tînin romê, qîza Ceasar, ya ku li mal þagirta wî koleyî bû, wî dibîne.
Qîza Ceasar, ya ku navê wê Julia ye, diçe xwe diavêjê bextê fermandarê romê yê wê demê. Axirkê ew bi fermandar dide pejirandin ku ew li wî koleyê serhildanvan bibûhre.
Julia diçe zîndanê ku wî ji wir rizgar bike.
Ev axaftin di navbera wê û feylesofê wê re derbas dibe.
Julia : ma tu çewayî mamoste
Apollonius: ez dê çewa bim, ez mîna ciyê ku têde me.
Julia : Min ji fermandar lêbuhirandina te anî.
Apollonius: Lê buhirandina çi ?
Julia : Êdî tu azadî
Apollonius: Na Julia azadî ne ew e ku ez li derva bim, azadî ew e ku ji min re rêz bê girtin.
Julia : Lê mamoste min her tim ji te re rêz girt.
Apollonius: Ez zanim Julia, ez dizanim ku te ji min re rêz digrî; lê hima ne tenê tu, dive ez
ji xwe re rêz bigrim. Ciyê rêzgirtina min ji min re ew e ku ez li wir li bal
hevalê xwe bimînim û ez dê li vir bimînim.
Azadî û rêzgirtina xwe bi xwe divê prensîbnê me bin ku em zu bi zu ji dest ji wan bernedin.
Ji ber çi pêdiviya me bi van prensîban heye?
Ji ber zarokên me, yên ki ji ber malvêrankirinê û eþkencekirinê hêj travmayê xwe yî psikolocîkî giran ji ser milên xwe neavêtine, hêj dramaya me yî netewî jiyan dikin. Lê belê nûnêr û qaþo polîtîkvanê vî gelî di parlemanta Tirkî de daxwaza lêkolîna binketina sporcîyên Tirka didin. Ev çi þermeke mezin e. Ev çi rûreþî ye li ber derîyê me.!
Rûreþî bi min ne li ser rûyên wan nûneran e. Rûreþî li ser rûyên wanê ku wan anîne li ser wan kursîyan danîne. Yên ku vî gelî bi rengakî ne demokratik ji van nûneran re neçar kirin e.
Qaþo em ji boy demokrasîyê ditekoþin, lê belê nexûyaye ka em çi ji demokrasîyê pê digîhin?!
Bawerîya wan bi gel tuneye ku ji gel re bihelin ku ew nûnera deyne; na xêr, ew navê nûnêra datînin ber gel û gel neçare ku wanê ku daxwaza lêkolîna binketina sporcîyên tirk didin hilbijêr e. Gel ji alîyê nûnerên xwe ve tê ne rêz kirin.
Ew jinên ku ji alîyê eskerê tirk ve hatine tecawiz kirin, ’’divê gel û artêþa tirk fêhm bikin’’, mîna ku berê Aysel Tûglukê digot!
Gelo ku em ji van nûnêran bipirsin, ka ew ji xwe re rêzê digrin, yan na?
Gelo ma ev nûnêr tu carî bi êþ û kederên bav û dêyeka keçeki, ku qiza wan li ber çavên van hatiye tecawiz kirin, dizanin.
Nûnerê ku bi dengê van mirovan hatine hilbijartin, bi vî rengî nûnêrtîyê dikin.
Hezar carî mixabin ku ev nûnêr li ser keda berxwedana zîndana Amedê rûniþtin e.
Bila ew demek kurt ji ya xwe yî bê wate bigrin û li tekoþîna Îrlanda binêrin.
Dema nûnerên îrî têne hilbijartin, dibêjin : em naçin li parlamenta înglîzî ya Londonê de rûnanin û li Dublin dimînin. Ev kiryar ji hezar rûniþtine yên di parlamenta Londonê de ji wan re bi rûmettir bû.
Îro her ewropîyek dizane ka Leyla Zana li parlamenta Anqara çi kir û çi got. Ji ber di serê wan de bi wê kiryara wê, wê û bi wê re gelê kurd rêzê ji xwe re girtibû.
Belê rêz li xwe girtin ne tenê di parlametê de ye, lê belê bi kar anîna zimanê xwe li her derî ye. Divê em kurdê bakur di eynê de li xwe binêhirin û þermahîya xwe yî di nebikaranîna zimanê zikmakî de bibînin.
Tenê em kurdên bakur wisa bi vî rengî rêzê li xwe nagirin û zimanê dijminê xwe, yê ku bi darê zorê ketîyê ser zimanê me bi kar tînin. Divê em di serê xwe de û di dilê xwe de bibînin ku zimanê me rûmeta me û rezgirtina me li me ye.
Yên ku nûnertîya me dikin divê li her derî zimanê me bi kar bînin.
Ev gel bi berxwedan û bi gorîbûnen xwe ji mij ve rêzgirtina li xwe heq kiriye.