Her cara ku ez rojname an jî rupelê webên cûda dixwînim, ez gelek pirsa ji xwe dikim. Ma gelo welatparêzî li Kurdîstanê tê çi wateyî? Ma gelo kî li Kurdîstanê rewþenbîr e? Ciwata me ya berî çend deh salên berê bi þêx û axayan ve girêdayî bû û ciwata me yî niha, ya ku bi partî û rêxistinan ve girêdayî, çi qas dirûvê hev û din in.
Ji xwe ev rastîyeka normal û zanistîyê. Pirsgirêk ne di vê rastîyê de ye. Lê belê pirsgirêk di nedîtina vê rastîyê de ye. Yanî em dibînin ku ev rastîye ke, lê belê her yek ji me dibêje’’ev rastîya Kurdê din e’’, û nabîne ku ew jî yek ji yê din e. Mîna mînak yekî ku bi dujînan (siqêfan ) li ser partî û rêxistinên din diaxive dibîne ku ew ne li gorî Kurdîtîyê têkilîyan datînin. Lê nabîne ku ew bi xwe hêj nizane mîna mirovan biaxive.
Di pirtûkeka ku min xwendibû de dihate gotin: dema mirov demekî li hember hineka bitekoþe dive mirov hay ji xwe hebe ku mirov nebe mina dijminê xwe.
Çewa mirov dikare birûve dijminê xwe?. Dema mirov bi xetê dijminê xwe nêzî heval û hogirê xwe bibe, mirov dirûve dijminê xwe. Rewþenbîrî û erkê rewþenbîrîyê di virde xûya dibin.
Rewþenbîr ew kese ku bercewendîyên welat û gel li pêþ yê xwe yî kesanî dibîne.
Rewþenbîrê Kurd divê xwe ji bend û zencîrê rexistina azad bike. Bercewendîyên kesanî di pîvandin û pêþvebirinên ramanan de divê ji yê gelî ne xurttir bin.
Belê rewþenbîrî li tu derî ne karekî hêsane. Rewþenbîrîya Kurdistanê ji ya her deverê zahmettire. Ji ber vê yekê rewþenbîrê me; yan di rastîya xwe de rewþenbîrê partî û rêxistinan in, yan jî dijberîya wan partî û rêxistina li wan wisa kiriye ku wan objektivita xwe hûndakirine.
Di fêrgeha zimanekî biyanî de keçikek Tirk di sefa min de bû. Li pêþberî mamostê ziman û þagirta wê dipejirand ku Tirk zordarîyê li Kurda dikin; lê belê dema em di navberê de hatin rûbarî hev wê ji min re got: çiye hûn Kurd bûne bela serê me, gûndîyê we yî paþketî bajarê me yî ber behra spî xera kirin uwd wê bi nijadperestî axaft û niqaþa me kete halê bi gotinê giran hev þikandinê.
Ev nêrînek gelanperîyî nijadperestî ya ku Tirka di serê xwe de bi war kiriye û pê ji jor ve li me dinêrin. Lê belê ya ku mirov diêþîne ne ev e. Hinek kes hene ku navê ‘’niviskarîyê’’ û ‘’rewþenbîriyê’’ li xwe kirine û bi rengekî ji vê nêrînê li Kurdên perçên din dinêrin.
Ev kesên ku di kûrbûnîya psikolocîya wan de haqaretê nijadperestîya Tirkî cîyê xwe baþ girtîye û ji ber wê yekê ew di kûrbûna nenasîya psikolocîya xwe de xwe mîna Tirk di bînin. Bi wî çavî ji li Kurdên din dinêrin. Welatparêzî û þoreþgerî li hember Kurdê ku bi sala bi dehê cara mal lê hatiye þewitandin, werankirin, talankirin û hatiye eþkencekirin rengekî hov distîne. Welatparêzîya wan bi çep û rastên Tirkî re di hevgirtin û ittîfaq an de xwe dide xûyakirin.
Welatparêzî ne ew e ku mirov xwe perçek ji gel û axa Tirk bibîne. Welatparêzî xwe li ser heskirin û parastina tevayî welat xwedî dike. Tenê bi heskirina partî û rêxistinekî mirov nikare xwe mina welatparêzek asayî bibîne. Ev welatparêzîyeka kûlek e. Ev welatparêzî li ser lingekî dimeþe û bi çavekî dibîne.
Bi hezaran gundên me hatine þewitandin. Ew gelê ku ji wan gundan koçber bûne, ma gelo zarokên wan di çi halîde ne û çi derfet di dest wan zarokan de hebûn ku bixwînin ? Çewa dilê me bi wan zarokan diqizire, divê bi eynê halê bi zarokên enfalkirî jî biqizire. Eger ku dilê we wisa neqizire pirsekî li ber welatparêzî û rewþenbîrîya xwe deynin.
Ji xwe pirsgirêkên me ji ber nêhirtina rewþenbîre me yî bi çavekî tim ji alîyekî tenê têne dîtin. Alîyê din li hêvîya yekî ji oposîzyonê ye da ku bêne dîtinê.
Di pirtûka xwe de Erîc Fromm wisa dibêje: heta mirov benê xwe yî ku ew pê bi yên dî ve girêdayîne qut nekin, nikarin bibin azad. Û ew wisa dom dike: dema yek li ciyekî ji helwestên xwe pêve berde, li wî cîyî ew yek azadîya xwe hûnda dike.
Belê azadî bûhayê xwe heye. Dema mirov ne amade be wan bedêla bide mirov mina kes nikare bibe azad. Mina Eric Fromm gotiye azadî û di virde azadîya ramanên rewþenbîra bedêlên xwe hene.
Her kesekî ku înyat bike ew welatparêz û rewþenbîr e dive amede be ku ji boy wan bedêla jî bide. Ev bedêl ne her tim bedêlê ku me li hamber dijmin dane, na xêr, bedêl li her cî û ciwakî ji kesê welatparêz û rewþenbîr têne xwestin.
Welatparêzîya Kurdî kurdîtîye û hest û mejîyê kurdîtîyê ye. Welatparêzî tu car ne partîparêzî ye. Kesekî welatparêz ew kese ku dema dem û roja wê hat bi sînga partî û rêxistina xwe digre û wê/wî dikiþîne ser xet û rêya welatparêzîye.
Lê belê di virde jî pratîka me ne gelkî erenî ye. Ji ber di nav rêxistinan de em çavekî xwe digrin. Dema rêxistinek çavê me yê din jî veke em dê wê rêxistine di demek kurt de binin tûnebûnê.
Mîna mînak: em Kurdê bakur ji ber yek hêzek li bakur heye, yan divê em çavekî xwe bigrin, ku em çavê din vekin ew dê ew hêz ji me re bibêje ‘’xayîn’’. Mînaka din kurdê me yên binxetê jî ji ber pirbûna partî û rêxistina ( partî li wir bi prensîbên matematîkê mîna x a ku 2 li serê ye zêde dibin) nikarin armancên hevpar deynin.
Rewþenbîrtî û Welatparêzîya Kurdî hewceyî ronesansekî ye. Di salên 1920 de me gelek derfet hûnda kirin. Di salên 2000 de divê em bi derfetên xwe ne lehîzin.