Di derbarê vê operasyonê de, ji bilî hêzên leþkerî û rayedarên fermî, medya tirkî þerekî ku heta nuha pêk ne hatîye meþand. Li gorî wan, bê þik di çend rojan de ê leþker þervanên PKK bi kuþtana û dawîya mayî jî di mixaran de bigirtana û bidana ber xwe û bianîna.
Lewre hêvî, bawerî û psîkolojîya xwe temam li ser esasê ku leþker ê PKK bi tûmî ji wêderê derxînin û belkî jî pozdaxîyekê bidin Kurdistana baþûr û dawîyê derkevin ava kiri bûn. Loma jî nuha aqilmend, nivîskar û stratejîstên wan dikin nakin nikarin bersiveke zelal bidin gel.
Bi vê operasyonê çend xalên girîng zelal bûn;
Xala herî girîng ew e ku careke din dîyar bû ku nikarin PKK bi þer xelas bikin. Hedefa wan ya sereke Qandîl bû. Lê Qendîl li dera han, nikarîbûn têkevin Zapê ku di bin bêvila wan de bû. Wan digotin em ê rayedarên PKK bigrin an jî bi kujin. Lê ne ew girtin ne jî kuþtin.
Derewên dewleta tirk careke din eþkere bûn. Dibêjin me li dor 280 heb gerîlayên PKK kuþtine lê meytê yekî jî rênadin. Ji bilî wêneyên çend leþkerên weke qulinga pêve tiþkî rê nadin. Dibêjin em gihîþtin armanca xwe, lê kîjan armanc?
Xuya bû ku sazîyên dewletê di nav xwe de bê dîyalog û bê kordînasyon in. Operasyon xelas bû ye lê Erdogan hîna jî dibêje ’operasyona me bi serkeftineke mezin berdewam e’. Jixwe hayê muxalefet û kesî din jî jê tune bû.
Her çiqas peþmergên baþûr bi rengekî fermî li dijî vê operasyonê derneketin jî, çend rojên dawîyê dest pê kirin ne razîbûna xwe bi dengekî bilind xuya kirin. Û weke salên berê jî li gel arteþa tirk êrîþ ne birin ser gerîlayên PKK. Gotina Mesût Berzanî ku digot ’ew dema ku kurdan hevdû dikuþt, bi dawî bû ye’ pêk anîn. Ji xwe gel ne razîbûna xwe li Bamernî bi astengkirina tanqên tirkan eþkere kirin.
Xuya bû ku di nav rayedarên kurdên baþûr de du bendî he ye. Li alîkî Celal Talabanî û Neçirvan Berzanî û li alîyê dinê Mesût Berzanî. Neçirvan û Celal Talabanî jibo berjewendîyên xwe û li ser navê ’polîtîka an dîplomasîyê’ dikarin di nirxên netewî bibuhurin. Lê Mesût Berzanî bi neteweperestbûna xwe bêtir derket pêþ. Heger ku Nêçirvan û Talabanî bi ya Mesût Berzanî kiribana ê li hember arteþa tirk þer bikirana. Ev helwest bû sedem ku Mesût Berzanî bêtir nêzîkî kurdên bakur bû lê Talabînî û Neçirvan ji kurdên bakur bi dûr ketin. Loma jî tirk bêtir hesabê M. Berzanî dikin wî ciddî digrîn û wî bêtir xeter dibînin. Herweha helwesta wî weke ’pankurdîzm’ bi nav dikin.
Amerîka jî naxwazi ne kurda û ne jî tirka ji xwe bi xeyidîne. Lewre tirk hevalbendên wan yê kevn e û kurd jî yên wanî nû ne. Dewleta tirk, bi taybetî arteþa tirk dixwest vê operasyonê pêk bîne. Amerîka jî destûr da. Lê nuha em dibînin ku ev destûr bi sînor bû. Sê roj berê Robert Bill hat Tirkîyê û doz kir ku Tirkî hinek leþker biþîne Afganîstanê. Lê yekser Yaþar Buyukanit got ’ez leþkerekî bi tenê jî naþînim’. Loma jî di pê re bi rojekê G. Bush daxwaz kir ku arteþa tirk zû bi zû ji Iraqê derkeve.
Ango Amerîka bi destûra vê operasyonê navbêna xwe û ya Tirkî çêkir. Jiber ku pêjde ê Tirkîye jibo Îran û Sûrîyê lazim bibe.
Bêgûman armanca Tirkîyê li gel þerê PKK, dîtina reaksîyonên li hember dagirkirina Kurdistana Baþûr bû jî. Lê hem reaksîyonên hundir û hem jî derve nîþan kir ku Tirkîye nikare Kurdistana Baþûr dagir bike.
Herweha hikûmetê pirsgirêka turbanê jî di bin sîya vê operasyonê de bi dizî hal kir.
Lê AKP bi vê operasyonê li Kurdistanê têk çû. Li gel vê têkçûnê, heger ku DTP jî polîtîkeya xwe ya nû ya bi navê ’Demokratîk Ozerk Kurdistan’ eþkere bi parêze, kar û xebata xwe li ser vî esasî bimeþîne, ê DTP li Kurdistanê bi pêþketineke mezin bibe partîya yekem.
Ez dixwazim çend gotinên balkêþ bi we re parve bikim. Herweha ev gotin helwesta sîyasetmedar û generalên tirk rê dide.
Kutbettîn Nizanim çi (Perlementerê AKP yê Amedê, di nîqaþekê TVde): Kurd li dijî vê operasyonê ne lê AKP bi vê operasyonê di nav kurdan de bi hêztir bû ye.
(Perlementerê AKP yê Amedê, di nîqaþekê TVde): Kurd li dijî vê operasyonê ne lê AKP bi vê operasyonê di nav kurdan de bi hêztir bû ye.
Generalekî emeklî: Mehmetcîkên me dikarin bi mehan di nav vê berfê de þer bikin. Tev barên li piþta wan 150 kg hene. Nanê wan hiþk bibê ê berfê bihelînin û li nanê xwe bikin, nerm bikin û bixwin. Dema ku tî bibin ê berfê têxînin potînên xwe, bi darikekî lihevxînin u vexun.
: Mehmetcîkên me dikarin bi mehan di nav vê berfê de þer bikin. Tev barên li piþta wan 150 kg hene. Nanê wan hiþk bibê ê berfê bihelînin û li nanê xwe bikin, nerm bikin û bixwin. Dema ku tî bibin ê berfê têxînin potînên xwe, bi darikekî lihevxînin u vexun.
Kalekî kurd: Wele birazê kî çi dibêje bila bêje, ê min ez dibêjim xwedê destê xwe li piþta Apocîyan xistîye, ya na ma mere çawa dikare li hember hewqas leþker, tanq, top û balafirên van zaliman þer bike û xwe biparêze kuro?
Wele birazê kî çi dibêje bila bêje, ê min ez dibêjim xwedê destê xwe li piþta Apocîyan xistîye, ya na ma mere çawa dikare li hember hewqas leþker, tanq, top û balafirên van zaliman þer bike û xwe biparêze kuro?
Ez: Welhasil dewleta tirk þolifand!
: Welhasil dewleta tirk þolifand!