Min di dawîya nivîsên xwe, yên ku li ser bûyera Fadîme Þahîndal nivîsî wiha got; ‘Gelo çen jin ê van nivîsên min bixwînin?’. Jibo ku em hejmara xwendevanên jin bizanibin me di kurdistan-post de anketeke biçûk çêkir. Herweha ev anket, nêzîkbûna jinên kurd ya kurdîtîyê û doza kurdan jî dîyar dike.
Weke em di encamên vê anketê de dibînin, hejmara xwendevanên kurdistan-post yên jin gelekî kêm e. Ez bawerim xwendina malperên din jî ne cûda ne. Ji bilî xwendina malperan, bi taybetî li Ewrûpa di civînên sîyasî û entellektuelî de, di aktîvîteyên çandî de jî hejmara jinan gelekî kêm e.
Ev kêmasî bi taybetî di cîhana nivîs û entellektualîzmê de tê cavên mere. Di malperên kurdî, rojname, kovar û nivîsa pirtûkan de, mere dikare nivîskarên jin di çend deqan de bijmêre.
Lê gelekî balkêþ e ku li Ewrûpa di warê akademîk de, hejmara jinan ji ya mêran gelekî bêtir e. Weke mînak li zanîngehên Swêdê, keçên kurd ji xortan gelekî bêtirin. Gelekên van keçan beþên civakî, felserfî, wêjeyî, dîrokî, medya hwd. dixwînin. Ango beþên ku li ser pirsgirêk û pêþveçûna civakê dixwînin.
Lê dema ku mere dadikeve komele, sazî û aktîvîteyên kurdan, mere van keçan nabîne. Di van aktîvîteyan de bi tevayî mêr bêtir çalakin. Ez bawerim ku her mirov bêyî tu lêkolînên bi taybetî, dikarin vê yekê li der dora xwe bibînin.
Gelo çima di van aktîvîteyan de hejmara jinan kêm e?
Sedema herî girîng, cûdabûna nerîn û helwesta welatên Erûpî ya li ser jin û mêrên bîyanî ye. Weke ku min berê jî di nivîsên xwe gelek caran bahs kiriye, sazî û civaka Ewrûpî bi her awayî giranîya xwe dide ser mêrên bîyanî da ku wan ji civaka xwe dûr bixînin. Li hember vê yekê jî bi her awayî di hewldanê dene ku jina ji civak û çanda wan dûr bixînin û bi civaka xwe re bikin yek.
Qarakterê civaka kurd û rewþa ku kurd têdene jî, bi serketina vê polîtîkayê teþwîk dike. Ango bindestîya Kurdistanê, feqîrî û hêsîrîya kurdan, dibe sedem ku jinên kurd xwe ji kurdbûnê bi dûrxînin û Ewrûpîbûnê hilbijêrin. Lewra di jîyana Ewrûpa de, jin bi her awayi azadin û ev azadî bi qanûn û dezgeyan hatîye tanzîmkirin. Lê di warê sîyasî de kurd ne azadin û di warê civakî û çandî de jî kurd bi þûnde mane.
Pêþveçûn û azadi prosesek e dîrokî ye. Û ne dîyare dê kengî ev proses bi dawî bê. Heger bi dawî bê jî, ê encameke bi çi rengî bi dest keve? Ê cihê jinan çawa be? Bersiva van pirsan ji nuha de ne dîyar e.
Lê azadîya jinê bi her awayî di civaka Ewrûpî de dîyar e û li hêvîya wê ye. Jin dikare di çend rojan an jî di çen saetan de vê azadîyê bi dest xwe bixîne. Dewlet li piþta wê ye û bi her awayî alîkarîya wê dike. Her sazî û daîreyên fermî vekirî ne û bi taybetî alîkarîyên ekonomî bi wan re tê kirin.
Di vêderê de mere bi çend pirsan re rû bi rû dibmîne;
1 - Gelo jin bi rengekî pragmatîk tevdigerin?
2 - Gelo hestên wan yên netewî zeîf e?
3 - Gelo jin bixwe li hember van polîtîkeyan zeîfin?
4 – Gelo sedemin ku em nizanin hene?
An jî gelo ev faktorên ku min gotin giþ hene an jî giþ þaþin?