Du roj berê, parlementerê DTP Özdal Üçer, di civîna xwe de bi Kurdî pîrozbahîya cejna qurbanê kir. Dema ku rojnamegerekî daxwaza zimanê tirkî lê kir, wî got ‘ji xwe re tercumanekî Kurdî bîne’. Weke ku me dît medya tirkî dîsa weke her car, bi renkekî provakatîf û sansasyonel ev helwest ragihandin.
Tiþtekî çiqas xerîb e. Heta çend sal berê, bê eyn û bê fedî digotin Kurd tune ne û Kurdî jî zaravayekî tirkî ye.
Dixwazim bingeha vê fikrê ya dîrokî bi bîr bînim. Weke ku em dizanin, bingeha vê fikrê di salên 1930 de hate avêtin. Wê demê sozên ku dabûn Kurda, xwarn û serhildanên li hember vê helwestê jî pelçiqandin. Di heman demê de li Almanya Hîtler, li Italya Musolînî û li Sovyetê Stalîn li ser hukum bû. Dem dema dîktatoran bû.
Hitler bi hilbijartinê hatibû ser hukum û bêkarîya ku li Almanya bilin bû, bi rengekî berbiçav çareser kiribû. Ev jî bawerî û hêzeke xurt dabû wî û wî eþkere nîjadperestî digot û dimeþand.
Hîtler îdeolojîya xwe ji zanyarên nîjadperest distend. Ji van zanyaran, yê herî bi nav û deng pismamê Darwîn, Francis Galton bû. Galton digot mirovên serdest, yên arîstokrat esîl in û yên herî baþ û paqij ew in. Yên herî xerab jî mirovên feqîr û ji rêzê ne. Loma jî divê ku dewlet malbatên arîstokratan biparêze, zuryeta wan zêde bike û zuryeta malbatên feqîr û ji rêzê jî kêm bike an jî ji holê rake. Bi vî rengî ewê civak, herweha mirovahî paqij bibe.
Hîtler jibo ku gelê Alman bi parêze û paqij bike, ev yek li hember Cihûya bi konkujî pêk anî. Ango wîyê Cihû bi kuþtinê xelas bikira.
Dema ku Hîtler li Almanya fikrên xwe eþkere dimeþand, di heman demê de li Tirkiyê jî teorîya ‘türk tarih tezi ve güneþ dil teorisi’ derket holê. Ango wan jî digot li cîhanê mirovên herî baþ Tirk in. Bê Hîtler çi anî serê Cihûyan, Tirkîyê jî heman tiþt anî serê Kurdan. Nûrî Dersîmî di bîranînê xwe de dibêje tenê li Dêrsimê 70 hesar Kurd hatin qetil kirin. Lê yên ku ev pêk anîn dizanîbûn ku Kurd bi konkujîyan xelas nabin. Loma jî xelaskirina Kurdan bi asîmîlasyonê berdewam kirin.
Piþtî ku di þerê cîhanê yê duyemîn de, faþîzma Hîtler û hêzên hevalbendên wî têk çûn, cara yekemîn bi konkujîyan dîyar bû ku nîjadperestî çi tîne serê mirovahîyê. Wê demê, Tirkîyê jî ew teorîyên xwe yên beradayî jibîr kir an hewl dan ku gel jibîr bike. Lê polîtîkayên xwe, bi heman armancê li ser Kurdan berdewam kirin.
Piþtî þer, Netewên Yekbûyî di sala 1945’de ava bû. Ev organîze ya navnetewî, ya herî mezin e û heya nuha 192 welat endamin. Dewletên endam, jibo paraztina mafên mirovan di sala 1948 de peymanek îmze kirin. Armanca vê peymanê ew e ku mafên mirovan yên bingehî biparêzin.
Tirkîye jî yek ji wan welatên ku ev peyman pejirandîye bi xwe ye. Paraztin û bikaranîna zimanê zikmakî di vê peymanê de eþkere hatîye bi nav kirin. Lê heya roja îro ev maf li Tirkîye nehatîye bikar anîn.
Her çiqas dewletê cî li DTP teng kiribe û daxwazên DTP Kurdan têr neke jî, divê ku DTP li helwesta Özdal Üçer xwedî derkevin. Dikarin vê helwestê bi kampanyakê berdewam bikin û bi hêztir bikin. Ev daxwaz, jibo destpêkirina kampanyekê maqûl e. Ez bawerim ku kurdên piþtgiriya vî karî nekin tune ne.
Ewê di kada navnetewî de jî, gelek deng bide û gelek piþtgirî bistîne. Tirsa devletê, ya herî mezin ji metodên wiha ye. Lewre ew bixwe jî dizanin ku ew nikarin daxwazeke wiha li cîhanê weke terorîzm bidin qebûlkirin.