Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Kürt raporu
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
“Büyük Felaket” mi, Soykýrým mý?
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Beþikçi ve PKK
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
2008 geride kalýrken
Aydýn Dere
         
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.

   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   OKUR KÖŞESİ

Çiroken Klasik



www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 72

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 


Mihemed Uzun heyf bû
Salih Agir Qoseri
Salih Agir Qoseri

Tarih: 12 Ekim 2007 Cuma


Çavê xerîbîyê kor be û yê mirinê hezar car kor be.

Mihemed Uzun li sirgûnê, li xerîbîyê kemilî û weke gelek kurdan, ciwanîya xwe li wêder derbas kir. Lê dema ku ev nexweþîya bê derman lê peyde bû, barkir hat Kurdistanê, hat paytextê Kurdistanê.

Û got ‘ez hatime li vêder bijîm, ne hatime ku bimrim’.

Ev, gotineke çiqas giran û bi wateye...

Jîyana li sirgûnê, ya xerîbîyê ne jîyaneke ji rêzê ye. Yê ku dîtîye dizane çawa ye. Mirov di civakeke nû de xerîbê her tiþtî be ne rihet e. Mirov mejbûr dibe ku di jîyanê de, ji serî de dest bi her tiþtî bike. Loma jî jîyan dibe barekî giran li ser milên mere.

Gelek mirov di bin vî barî de dikevin, hinek jî kêm zêde di halê xwe de, jîyaneke rojane derbas dikin. Lê di rewþên wiha de hinek mirovên xwedî qabîlîyetên bi taybetî encamên giranbuha ji rewþên wiha derdixînin. Pirsgirêk, xerîbî, hisreta welêt, ya gel hwd. wan di hinek waran de kûr dike û berhemên netewî an navnetewî derdixin holê. Ango van mirovanan, mirovên dîrokî ne.

Mihemed Uzun jî yek ji wan mirovên dîrokî bû.

Mere jîyaneke bi çi rengî jî derbas bike, li xerîbîyê, her dem hisreta welêt û mirovên mere di dilê mere de ye. Ev hisret her ku dem derbas dibe, li mere mezin dibe. Û her ku mere mezin dibe, mere bêtir li mirinê difikire. Loma jî îdin tirsa ku mere nema welatê xwe bibîne û jîyana xwe li xerîbîyê temam bike, dikeve dilê mere.

Hestên mere tenik dibe, mere dilþoj dibe. Gotinek bi tenê dikare bêhna mere teng bike an bi girî bike û gotinek bi tenê dikare mere kêfxweþ û bextewer jî bike.

Her tiþt li ser esasê surgûn an xerîbîyê ava dibe. Dema ku tiþtek di qewime, çi xweþ û çi jî ne xweþ, mirov xwe bi xwe muqayese dike û ji xwe di pirse ‘gelo ji welatê xwe derneketibûma, ê ev rewþ bi çi rengî bûya...?’ Ev fikir û xeyal her dem berdewam e.

Mere dikeve psîkolojîyek e wiha û bawer dike ku mere li welatê xwe bûya ê ev problem li mere peyde ne bûya. Ev fikir ne weke fikir tenê dimîne, her weha di jîyanê de dibe rastîyek.

Gelek caran bawerîyên mere nexweþî rihet kirine gelek caran jî nexweþî li mere çêkirine.

Nivîskar û lêkolînvana Swêdî Iréne Matthis bi alîkarîya destnivîsên Sîgmond Freûd û fikrên wî yên psîkanalîzê de, di derbarê vê mijarê pirtûkek nivîsîye. Di vê pirtûka ku bi navê ‘laþê mere, yê ku difikire’ (den tänkande kroppen) de dibêje, dema ku problemeke sosyal di jîyana mere de hebe, dibe ku di laþe mere de bibe sedema nexweþîyên fîzyolojîk an psîkolojîk. Herweha Matthis bermeqlûbê vêya jî bibîr dixîne dema ku nexweþîyek li mere peyde bibe dibe ku derdora mere ya sosyal bibe sedem ku ev nexweþî li mere sibik bibe an jî bi temamî rihet bibe.

Gelo Mihemed Uzun ne li xerîbîyê bûya, li welatê xwe bûya, ewê ev nexweþî lê peyde bibûya? Zahmete ku mere bêje ‘erê’ an ‘na’!

Lê Mihemed Uzun bi xwe di vê mijarê de hiþyar bû, loma jî piþtî ku textorên Swêdî û Emerîkî di warê tibbî de destê xwe jê þuþtin, wî barkir, hat Amedê. Ew di wê bawerîyê de bû ku evîna gelê kurd û jîyana di nav wan de, ê alîkarîyê pêre bike. Heger ku wî bi temamî raneke jî ewên jîyana wî hinekî dirêjtir bike. Herweha heger ku çare tune be jî dixwest li nava gelê xwe here ser dilovanîya xwe.

Dîyar jî bû ku hezkirin û evîna kurdan, hêz da wî. Lewra textoran gotibû temenê te hefteyek maye, lê Mihemed Uzun li Kurdistanê salekê bêtir jîya.

Dema ku min jîyana li sirgûnê-xerîbîyê û ya li Kurdistanê dida ber hev... û min bihîst piþtî ku Mihemed Uzun hatîye Kurdistanê baþtir bûye, bi rastî jî min bawer kir ku îdin nema tiþtek bi wî tê.

Xwezî Mihemed Uzun ne salek berê, çend sal berê hatiba Kurdistanê. Belkî jî îro meyê ne li ser mirina wî, meyê li ser berhemên wî yên nû nivîs binivîsîya.

Çavên xerîbîyê kor be, çavên mirinê hezar car kor be...

Mihemed Uzun tu di dilê kurdan de dijî...

Bila serê gelê kurd, dost û malbata wî sax be.



  
Salih Agir Qoseri
salihagirqoseri@hotmail.com




Bu köþe yazýsý 473 defa okundu. Toplam 694 kelime

Yazdýrýlabilir Sayfa Yazdýrýlabilir Sayfa


[ Geri Dön: Salih Agir Qoseri ] - [ Yazarlar Ýndeksi ]

Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2008 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.