Min di nivîsa xwe ya berî vêya de, bahsa pênaberîya li Ewrûpa kiri bû. Di vê nivîsa xwe de jî dixwazim bahsa jîyana li vêder bikim. Ango piþtî ku mere rûniþtinê distîne û pêve jîyan çawa dimeþe…
Çi mirovên sîyasî çi jî yên ne sîyasî, dema ku îltîca dikin di dawîya îfada xwe de dibêjin ‘ez hêvîdarim ku ev welatê demokrat ku mafê mirovan di parêze, rûniþtinê bide min û jîyana min xelas bike’. Van mirovana bi rastî bawer dikin ku Ewrûpa dixwaze alîkarîyê pê re bike. Heta bawer dike ku pêwistîya Ewrûpa ji wî/wê heye.
Piþtî îltîcacakirinê bi kêmanî piþtî du salan bersivekê distînin. Ev bersiv bi pirayî mafê rûniþtinê nade wan. Çi kesên ku rûniþtinê distînin û çi jî yên ku nastinin, heya ku bersiva dawîyê distînin heman jîyanê dimeþînin. Di vê demê de jîyana Ewrûpa bi çavên xwe dibînin û fikrên wan ji binî de di derbarê Ewrûpa de tên guhertin. Di wê demê de dijberîya wan jî bi jîyana Ewrûpa re dest pê dike. Her dem pirsgirêk hene. Û her dem di hewldana çareserîya van pirsgirêka de ne. Jîyan her wiha berdewam dike...
Piþtî ku rûniþtinê distînin, wan li komunekê bi cîh dikin. Û di pê re wan diþînin kursek e zimên. Li vê kursê kesên ku li welatê xwe xwendinên bilind kirine û kesên ne xwendine heman xwendinê dibînin. Xwendina ziman sal û nîvekê berdewam dike. Di van kursan de, ji bilî xwendina ziman, wan jibo vê civata nû ‘amade’ dikin, da ku bê pirsgirêk bikaribin di vê civatê de bijîn.
Lê di van kursan de tiþtekî bala min kiþand: Li Swêd bi vê perwerde û agahdarîyan wan jibo karê herî giran û xerab amade dikin. Weke mînak: xizmeta kal, pîr û seqetan, karên bê wexteke serrast, karên bi þev, yên giran û hwd . Pênaberên ku bixwazin van karan bikin, zû alîkarîya wan tê kirin lê yên ku bixwazin li zanîngehekê bixwînin, tu namîne ku ji wan re bêjin ‘nexwînin, hûn nikarin bixwînin’. Bi helwesteke ku pêþîyê li xwendinê bigre tev digerin. Bi kurtayî; naxwazin pênaber bixwînin, dixwazin rojekê berî rojekê van karan ji wan re bikin.
Bi qasî ku min dîtiye, jibo pênaberan dema herî xweþ, salek an jî herdû salên ku nuh rûniþtinê distînin. Di vê demê de her çiqasî jîyana vêderê naskiribin jî, ji çavên xwe bawer nakin û vêya ji xwe re weke îluzyonekê dibînin. Loma jî bi vê jîyana nû di nava coþekê de ne, hêvîyên wanî rengîn hene. Dixwazin pirsgirêkên xwe yên berê ji bîr bikin. Lê li alîyên din jî her problem hene û roj bi roj mezin dibin.
Piþtî ku kêm zêde fêrî ziman dibin, salek, du sal derbas dibe û pêve tu guhertin di jîyana wan de nema çê dibe. Jîyan rengekî statîk distîne û berdewam dike. Li benda xewn û xeyalên xwe ne ku wan pêk bîne lê îdin bi pirsgirêkên ciddî re rû bi rû dimînin, pirsgirêkên ku hene jî hîn mezintir dibin... Îdin rastî bi rastîyê digere û weke mirîyên ku serê wî li qebrê keve li wan tê.
Weke coxrafî li vî welatî ne lê di warê sosyal de qet nikarin beþdarî civatê bibin. Pirsgirêka herî mezîn jibo bîyanîya li Ewrûpa ev e. Civata ku lê çêbûne û mezin bûne ew himbêz dikirin lê dike nake ev civata nû wî qebûl nake.
Kesên ku merivên wan li van dera hene, di warê civakî de çûn û hatina wan, piþtgirîya wan gelekî kêm e. Hevaltî û dostayî tune ye, an jî pir kêm e. Ev mirov îdin bi tenê ne, feqîrin, belengazin, hêsîrin.
Pirsgirêkek e din ya bîyanîya, bêkarî ye. Li gel kêmbûna têkiliyên sosyal bêkarî jî pirsgirêkên wan bêtir dike. Gelek caran ji ber van pirsgirêkan nexweþîyên malbatî û psîkolojîk dest pê dikin.
Weke mînak; mirovên textor, parêzer, mihandiz, mamoste pir kêm bi dest wan dikeve ku karê xwe kikin. Gelekên wan bê karin an jî mejbûr dibin ku karên paqijîyê, li restorana garsontîyê an jî bi þevê þifêrtîyê û hwd bikin.
Li Swêd (û temama Ewrûpa) karên restorana, karekî ji wan karê herî giran e. Kesê swêdî bi rihetî van karan nakin loma jî ev kar karekî tîpîk yê bîyanîya ye. Rojê 13 saeta û heftê 6 rojan dixebitin. Bi salan wiha dewam dike. Ji bilî xwedîyê restoranê, kesên di van karan de diþixulin kesên bê rûniþtin an kesên veþartî ne û bi perakî gelekî kêm dixebitin. Xwedîyê kar jî jibo ku karekê bike divê ku karkerên wiha bixebitîne lewra ew bixwe bîyanî ye û wekî din rê ji wî re tune ye.
Heger ku mirovên li gel her zahmetîyan jî xwendineke bilind bike, di kategorîya xwe de, kesê ku herî dawîyê karekî bibîne ew e. Heta ku yekî swêdî bi diploma wî bê kar be, kes tu karî nade wî. Bi salan li vîyalî û wîyalî digerin, di talîyê mejbûr dibe ew jî an pîzzerîya kê an jî kafeteryakê vedike. Ango tu wateya xwendina wî namîne û ew jî wek yên ne xwendî dest pê dike biþev û bi roj dixebite. Jîyana wî bi salan di navbêna kar û malê de berdewam dike. Ev jî dibe sedem ku bi tevahî ji civatê û ji malbata xwe biqete û bi tenê di kar de bijî.
Balkêþ e dema ku mere nêzîkî van mirovan dibe, mere dibîne ku ew di jîyana xwe de ne bextewerin. Dibêjin ezê piþtî çend salan dev ji vî karî berdim û dest bi jîyaneke normal bikim. Lê min ne dîtîye tu kesî dev ji wan karan berdaye û dest bi jîyaneke ‘normal’ kirî ye.
Alîyên vî karî yên ku bandoreke xerab li tendurustîya mirovan dike jî heye. Gelek kes jiber karê giran dema dirêj û bi stress piþt dikeve ber wan. An milê wan an jî piþta wan di tevize, dêþe û dibe nexweþîyeke kronîk ku nema tedawî dibe. Heya ku ew hene bi vê nexweþîyê dijîn. Hinek jî emelîyat dibin lê dikin nakin nema tên ser derba xwe.
Ji bilî van karên giran, pir zahmete ku mere bîyanîyekî di mamûrtîyekê de an di karekî rihet û xweþ de bibîne. Nufûsa Swêd ji %16 bîyanî ne. Lê di karên weke textorî, parêzerî, mamostetî, hemþîretî, xebata di banka û daîreyên fermî û sivîl de pir kêmin. Weke mînak sê sal berê hejmara pênabera yên ku di massmedîa swêdî de kar dikirin li dor %1 bû. Vana jî yên ku ji Norveç, Îzlanda, Îngîltere û hwd bûn. Ango kesî ku ji rojhilata navîn bûn tûnebûn.
Lêkolînên zanistî jî van tiþtên ku ez dibêjim di pejirînin. Dibêjin kesên ku tên Swêd, kêm zêde heya þeþ salan, her tim dibêjin emê vegerin welatê xwe. Lê piþtî þeþ salên wan diqede, îdin dizewicin, zarokên wan çêdibin, yên bi zarok, zarokên wan mezin dibin. Îdin jîyana wan bi vêderê re tê girêdan û mejbûr dibin îdin xwe ker bikin. Li alîyê din dizanin ku þert û mercên wanî ku jîyana xwe ya berê li welatê xwe bimeþînîn nemaye. Ango ne karekî wan û ekonomîyeke wanî xurt heye û ne jî civateke wanî sosyal weke berê. Lê vegera welêt her dem di bîra wan de ye.
Xerîbî, dûrbûna ji welêt, ji malbat, ji heval û hogirên xwe û ev þertên giran bandoreke gelekî mezin li wan dike. Gelek caran diqewime ku li van welatan nexweþîyên giran li wan rû dide.
Min dîtîye ku gelekan wiha gotine; ‘ez pazde, bîst salan li çîyayên Kurdistanê bûn rojekê serê min ne êþîya. Roja ez hatim Swêd, ez ji nexweþîya xelas ne bûm’. Dema ku ez vana dibihîzim, careke din fam dikim ku ez di vê analîza xwe de çiqasî rastim.
Dixwazim dîsa bi bîr bînim ku ev, ne jibo kurda û Swêd tenê ye her weha jibo temama bîyanîyan û temama welatên Ewrûpa derbas dibe.
Yazar: Salih Agir Qoseri
Tarih: 2007-05-01