Li gorî ku ez diþopînim, gelên me yên li Ewrûpayê dijîn gelekî kêm rastîya jîyana xwe dibêjin. Lewra jî, ez bê tirs dikarim bêjim temama gelê me yên li Kurdistanê, Ewrûpa nas nakin. Ewrûpaya ku ew dizanin, bihiþteke li gor daxwaz, hêvî, xewn û xeyalên wan e.
Ev xewn û xeyal, didin pêþîya wan û wan dixin rêyeke bê qonax û bê veger. Hezar car heyf û mixabin ku roj bi roj, çi bi sebeb û çi jî bê sebeb xort, qîz u malbatên Kurda, diherin Ewrûpa, çav girtî xwe di wir werdikin. Li gorî hêvîyên wan, roja ku li Ewrûpa peya bibin, dê ew jîyana xemilî dest pê bike.
Lê rastî wiha ye?
Kesên ku tên Ewrûpayê, li gorî sedemên hatina wan, mirov dikare wan bike sê beþ. Beþa yekemîn, ew kesên ku jiber sedemên sîyasî mejbûr dibin ji welatê xwe derkevin û tên Ewrûpa. Ev beþ, beþekî tê nas kirin, loma jî hewce nake ez li ser bi sekinim.
Beþê duyemîn, ew kesên ku ji ber sedemên ekonomîk tên. Beþê sêyemîn, kesên ku didin pê macera û xeyalên bilind û tên van dera. Ev beþ bi pirayî ji kesên ciwan pêk tê. Zahmete ku mirov cûdahîyek e zelal di navbêna van herdû beþên dawî de bibîne. Lewra jî qedera van herdu beþa yek e. Ez jî dixwazim van herdû beþan weke beþekî analîz bikim.
Jibo ku mirov li Ewrûpayê mafê rûniþtinê bistîne, divê ku sedemên ku mirov jibonê hatîye li Peymana Dublînê bê. Bi kurtasî, Peymana Dublînê dibêje kesên ku jiber sedemên sîyasî, olî, etnîkî û cûdayî ya cînsî werin welatekî Ewrûpa, mafê rûniþtinê distînin. Lê bi þertên ku bikaribin van pirsgirêkên xwe îspat bikin.
Kêm zêde, heya du sal berê, van kesên beþê dudu û sisîyan, sîyasî îltîca dikirin. Lê li Ewrûpayê, kesên ku di dezgeyên vi karî de di þixulin perwerdehîya vî kari stendine, bi salan ev kar kirine û pisporên mirovan e. Pir bi rihetî dizanin ku îfadeyên tên dan rastin yan ne rastin. Loma jî îdin li Ewrûpayê îfadeyên bi vî rengî nema kar dimeþînin.
Van çend salên vê talîyê, îdin îfadeyan reng guhertinin û gelekên wan dibêjin “ez li welatê xwe xwedî dijminim. Þert û mercên ku ez li welatê xwe bijîm ne mane, wê min bi kujin, loma ji ez hatime vêder”. Di raya wan de, dê Ewrûpî li ser vê îfadê rûniþtinê bidin wan. Lê ev jî pere nake...
Îfade çi dibe bira bibe, kesên ku îltîca dikin, kêm zêde du salan dimînin. Heger ku ew sedemên gotine rast bin û li peymana Dublînê bên, piþtî du salan rûniþtinê distînin. Heger ku ne rast bin yan jî li vê peymanê nê, dewlet biryar dide ku wan ji welêk derxistine. Heya ku ev bîryar tê dan, ev kesana yan li kampa pênabera dimînin yan jî li malên ahlên xwe. Ew derfetên wanî ku bi xwe xanîyekî bigrin tune ye. Ji xwe her tiþt li alîkî, ne pêkane ku bikaribin kirîya xanîyekî bidin. Weke mînak li Swêdê, perê ku pênaberek mehê carekê distîne 1600 kron e, ango 169 euro ye. Li Almanya nivê vêya ye. Li Swêdê buhayê pakêteke cixare 40 kron e. Kesekî ku cixarê vexwe, ji wî perî 1200 kron dihere cixarê. Tiþtê ku dimîne wê têra çi bike, hûn dikarin bi hesibînin.
Jibo ku pênaberin destûra wan ya ku kar bikin jî tune ye. Wê demê ew mejbûr dibin ku bi dizî kar bikin. Ev jî dibe sedem ku karê herî giran û herî erzan bikin. Karê paqijîyê, þuþtina firaxan li restorana û hwd karê wan e. Di van karan de mejbûrin heftê heft rojan û rojê 13 saetan kar bikin. Lê li alîyê din jî, dewlet wan mejbûr dike ku fêrî zimanê swêdî bibin. Ango dibistana ziman û karê bi dizî wan mejbûr dike ku sibeha ji saet 7, 8 an heya bi þev saet 23.00 li ser niga bin. Di rewþeke wiha de mirov nikare zimanekî ku pê karê xwe bimeþîne fêr bibin.
Jibo ku pêdivîya Ewrûpa ji karkera ne maye, qet naxwazin mafê rûniþtinê bidin kesî. Lewra jî heya ku karin, li sedema digerin ku wan ji welatên xwe derxinin. Piþtî du salan gelekên ku biryara derketinê distînin venagerin welêt û xwe li van deran vediþêrin. Wê demê trajedîya herî mezin dest pê dike. Destpêka xerabûna jîyana wan ev dem e. Lê gelekî heyf û mixabin ku ew bi xwe ne di ferqîya vêya de ne. Rojekê li vir, rojekê li dera han kar dikin. Zikekî têr, dehên birçî, rojekê bi xew, dehan bê xew... Û her dem di tirsa polîsan de jîyan berdewa dike. Bi salan di vê psîkolojîyê de dijîn û jîyana wan her li ser vê psîkolojîyê kûr û giran dibe...
Pêdivîya wan ji her tiþtî heye. Ji sohbeteke ku bi hina re bikin û bêhna xwe fireh bikin bigre, heya cîyê ku lê rakevin. Pere tune, kar tune, ziman tune, mirov tune, cî û war tune,...tune û tune... nikarin bi rihetî derkevin zikakê behna xwe bistînin. Ez dizanim ku xwendevanên ku ji rewþê dûrin, xwe bi xwe dibêjin “gelo ahlên wan, mirovên wan dost û hevalên wan qe tuneye da ku alîkarîya wan bike?”. Lê hebin wê bi çi bikin ez benî? Dikarin çi bikin? Alîkarîya ahlên wan bes dikare têra çend meha bike, lewra ew bixwe pênaber in û di gelek waran de pêdivîya wan bi xwe ji alîkarîyê heye.
Bi wesîleya tercumanîyê min gelek di nexweþxanan de û li cem psîkologa di rewþên xerab de dîtin. Îstatîstîk jî xuya dikin ku kesên ji van pirsgirêkan ketine nexweþxana gelek in. Du sal berê, zarokên pênabera, yên ku jiber pênaberîyê nexweþ ketine, felç bûne, seqet bûne û bi mirinê re rû bi rû mane, bûn hetikeke mezin li Swêdê.
Dema ku ev rewþ bi salan berdewam dike, malbat ji hevdû dikevin. Yên ku bi serê xwe ne, mejîyê wî/wê ji hevdû belav dibe. Her dem hêvîdarin ku sibehê rewþ baþ bibe...Serê mehê, dawîya mehê, serê salê, dawîya salê,,,,lê roj bi roj jîyan xerab dibe. Hinek ji wan tên girtin û bi þûnde tên þandin. Jin û mêr yên ku hevdû berdidin, bi hineke dinre di zewicin, piþtî çend salan yan jî mehan dîsa hevdû berdidin. Xortên ku bi serê xwe ne gelek caran bi jinên swêdî yên du caran ji xwe mestir re di zewicin û dibêjin “ez û keçika hevala xwe em ji hev hez dikin û bextewerin” û hw....Ango dikin nakin jîyaneke “normal” nema dikarin peyde bikin.
Mirovên ku ji ber sedemên sîyasî diherin Ewrûpayê jî, heya ku mafê runiþtinê distînin di nav prisgirêkên wiha de dijîn. Lê dema ku runiþtinê distînin, pirsgirêk diqelibin rengekî din û her berdewam dikin. Ev pirsgirêk çine, ezê pêjde bi berfirehî behsa wan bikim.
Ez nizanim dê ku ev tiþtên ez bahs dikim çiqwasî bikaribe rastîya Ewrûpayê ragihîne xwendevanan, lê ez hêvîdarim ku kesên dixwazin herin Ewrûpayê berî ku herin careke din baþ bi fikirin. Lewra tiþtên giran ku di jîyanê de mirov wenda bike, gelekî zahmet e ku dîsa mirov bi dest xwe bixe.
Ez dixwazim xaleke din jî ku gelekî girîng e bînim bîra xwendevanan. Bazirganên mirovan: Kesên ku li ser xerakirina jîyana mirovan, jîyana xwe ava dikin...Mirovên wiha ne yên ku li ser çûna mirovan ya Ewrûpa jîyaneke rengîn dijîn, ne feqîr û rebenên ku bi çol û çepela dikevin, bi salan di qampên multecîyan de dijîn.
Ez dizanim ku hinek xwendevanên me yên ku dirî Ewrûpayê ne, dibêjin ku em rûniþtinê bistînîn wê çawa be? Di nivîseke din de, ezê behsa wê ji bikim.
Yazar: Salih Agir Qoseri
Tarih: 2007-04-11