QEY "ZIRRA HUZBULLAHÊ HATIBÛ"?-
Ev sernivîs ya çîrokekî li ser bela-vekirina serê xwe ye. Rehmetiyê Terzî Niyazî, hosteyê Mêhdî Zana, dema li Diyarbekirê bû, ji bo çend ciwanên wê demê ên þoreþger vegotiye. Belê, bêyî ku ez dirêj bikim hema yekser çîrokê bêjim çêtire:

Di nîvê salên 1970 yî de rojek çend ciwan tên cem Niyazî hoste û dibêjin; "Welleh Hoste emê herin li orta bajêr belavok belav bikin û afîþan li derdorê daliqînin!

Niyazê hoste dibêje; "Lawo qey Zirra we hatiye"? Ciwan dipirsin; "Zirra we hatiye çiye? "ma em þoreþgerin û emê wezîfeya xwe bi cih bînin...Li ser vê yekê Niyazî hoste dibêje; "Ka çend deqe rûnên ez ji we re vê çîrokê bêjim û paþê hûn bi kêfa xwe ne, dixwazin biçin belavok belav bikin û dixwazin rasterast herin û bi hêzên ewlkeiyê re þer bikin! Hun dizanin...

Niya zî Hosteyê rehmetî dest pê dike û dibêje; "Rojek Ker û Deveyekî malbatekî hebûye û ev her du heyvan, yekane navgînê debara malbatê ne. Herwisa ji bo vî malbatî bi salan xizmet kirine, hemû bar û piþtiyên malbatê rakirine û xwediyê malê jî ji her du heywanên xwe piir dilxweþ û memnune,

Roj, meh, sal û deh sal derbas dibin, rojek xwediyê malê li her du heywanên xwe tê rehmê û dibêje, Ker û Deveyê min ên bi qiymet! welleh we egelek xizmeta min kir û lewma ezê we serbest berdim, hema herin serê van çiyan, nav gelî û zeviyan, ji xwe rê bixun û vexun; bi kurtî ji vir û pê de dilê we çi dixwaze bikin"

Herwisa xwediyê malê li ser soza xwe dimîne û roja dinê Ker û Deve dibe nîvê quntara Çiaya kî, nav hêþînahî, dehl deviyan û wan serbest berdide.

Piþtî ku Ker û Deve serbest dibin, êdî bi kêfa xwe diçêrin, dixun û vedixun, lottika davêjin, li vî alî û li wî alî digerin û kêfa serbestiya xwe derdtînin.

Lêbelê rojek, Ker dibêje; "birakê deve welleh Zirra min hat" deve dibêje, "Heyran nabe, eger Tu bizirrî dibe ku hin kes li der û dorê hebin û werin me bigrin û dîsa têxin bi baran û jiyan li me heram bikin"

Ker dibêje; na xêr, bi xudê Zirra min tê û lazime ez bizirrim û dest pê dike Dizirre...Î jar Zirrîn çi Zirrîn, dengê Zirrîna wî diçe nav deþt û geliyan û careke din vedigere û li qunatarên Çiyan olan dide.

Di wê kêliyê de Karwanek jî nêzî cihê ku Ker û Deve lê ne derbas dibe û dengê zirrîna Kerê dibihîze. Serkêþê Karwan gazî 2-3 kesên ji karwanê dike û dibêje; hela herin li piþt vî kaþî mêzekin, dengê zirrîna Kerekî hat, dibe ku gund û cihûwarekî li wê hebe, belkî Ker, Deve an jî heywanek du heywanên barkêþ li cem wan hebin û bi perê xwe ji wan bikirrin; ji ber ku barên me giranin û hindik maye heywanên me cuhap bidin ango(ji teqet bikevin û mexel bin)

Welhasil 2-3 kes berê xwe didin vî kaþ û kendalê ku dengê zirrînê jê dihat û diçin. Piþtî saetek du satena li derdorê digerin, Ker û Deve dibînin. Mêze dikin, ku her du heywan bê xwedî li wê ne û ji xwe re diçêrin. Dîsa çavên xwe li derdorê digerînin, ku belkî xwediyên van her du heywanan hebin û bi perê xwe ev Ker û Deve bikirrin.

Lêbelê, dikin nakin ti kes li derdorê nabînin û hema Ker û Deve digrin û tînên cem karwanê xwe. Meseleyê ji serkêþê karwan re þîrove dikin û serkêþê karvan dibêje; "baþe, ka em hinek bar bavêjin ser piþta wan, eger bi rêde xwediyê wan li me rast hat emê heqê heywanan bidin, eger rast nehat, hema em û þansê xwe."

Dema ku bar li piþt Ker û Devê dikin, deve dibêje; "hey Kero min ji ter negot nezire, mêze em dîsa bûn esîr û ketin destên zaliman. Bi xwe dê hetta ava me derxînin, êdî xelasiya me tine ye."

Piþtî bi qasî saetek an jî du saetan karwan diçe, ji ber ku her du heywan jî demeke dirêj serbest mane, ling û piþta Kerê xam bûye û nikare îdare bike û xwe davêje erdê.

Xwediyê karwan dibêje, "Xem nine, dibe ku ev Ker xam bûye, wê piþtî çend saetên din fêr bibe, lewma niha wî bavêjin ser piþta Devê, hetta kêliyekê bila bêhna xwe bide û paþê emê dîsa bar lêkin û ewê xamîtiya wî jî biçe.

Herwiha radibin Kerê ziryayî li ser piþta Devê dikin û karwan dimeþe. Welhasil piþtî kêliyekî karwanê me tê ser zinarekî û lazime ji wir derbas bibe da ku bikeve ser rêya kin û rast. Dema ku tên ser zinarê, tam di wê demê de Deve dibêje; "Birakê Ker welleh Lottika min hat, lazime ez Lottik bavêjim"

Ker dibêje; heyran nabe, eger di Lottika bidî ezê bi zinar ve werbim û parçe parçe bibim, min kir tu neke û herwekî din." Kerê Zirrek çiqas lavayî dike tewþe. Deve hema xwe hol dike û çawa ku Lottikeke davêje, Kerê zirrek dibê Xuþt ji ser piþta Devê diþimite, bi zinar ve werdibe û dimre."

Niha Meselaya Hizbullahê jî hinek diþibe meseleya Zirrîna Kerê, ku bûye bela li serê Xelkê Lubnanê. Welew ku li gor xwe xwedî derfet û imkanan e jî lê ji ber ku li gor talîmat û berjewendiyên Îran û Suriyê tevdige re, dîsa Lubnan kir gola xwînê û ew welatê hêja û bedew, dîsa kavil bû hetta 20 salan nikare piþta xwe rast bike."

Gotinek heye; Ma qey min cilkê camiyan revandibû, ku ev sosret hat serê min." Belê Hizbullah cilkê camiyan revand an go du eskerên Îsraîl revand û ev sosreta hanê anî serê xelkê Lubnanê.

Her çend Hizbullah dibêje; "em di þerê 34 rojan ya li hember Îsraîlê biserketin jî, ne raste û di rojên pêþ de ev zirrîna wî wê bibe sedem ku xelkê Lubanê li hember wê rabe û wê ji wêrankirina welêt tewanbar bike.

Heman numîne niha li Baþûrê Kurdistanê jî derketiye holê û di serî de bajarê Silêmanî, xelkê baþûr ji ber kêmasiya pêdiviyên Jiyan û rojane rêvberiya herêmê tewanbar dike û her roj xwepêþandanên protestoyî li dar dixe.

Di dawiyê de dixwazim bêjim; bi mêjiyê gundayetî û îddeolojiyên totalîter welat nayê birêvebirin; eger hin kes û derdor dibêjin, em di vê çarçoveyê de rêveberiyê dikin jî xwe dixapînin.

Herwisa ezê rewþa rojên pêþ ên herêmê þîrove nekim, lê emê bibînin; eger rewþ wisa bidome, ka wê çi bi serê gelên herêmê were. Lewma lazime demek ji ya din zûtir xelkên herêmê ji dest van dîktator û olperestan rizgar bibe. Û kê rizgar dike bila bike, ew ne grînge!

Yazar: Mahmud Önder
Tarih: 2006-08-14


Bu Köþe Yazýsýnýn yer aldýðý yer: Kurdistan-Post.Org (Com) Kürdistan'in Özgür Sesi
http://www.kurdistan-post.com

Bu Köþe Yazýsý için adres:
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=710