
REWÞA LUBNANÊ Û HELWESTA LÎDERÊN EREBAN
REWÞA LUBNANÊ Û HELWESTA LÎDERÊN EREBAN
Di eslê xwe de sernivîsa vê nivîsarê wiha bû; "Rewþa Lubnana Buhuþt û Helwesta Kambax a Lîderên Ereban." Lê ji ber weke prensîp divê sernivîs kin bin, min jî wisa kin nivisî.
Belê, dîsa Lubnan di nav agir de ye. Ev welatê buhuþt û hêja dîsa ji ber helwesta rejimên paþverû û dîktatoran kete nav agir.
Min her tim gotiye; eger welatê min tinebûna ango bêwelat bûma, minê Lubnanê ji xwe weke welatê dayikê hilbijarta ku ewqas xweþ û þêrine li ber dilê min. Lê çi bikim, demeke ji ber þaþiyên lîderên Filistîniyên Penaber û niha jî ji ber rêxistinên paþverû û tevdana rejîmên xêrnexwaz dîsa Tu dinale û birîndare...
Sedemên vê yekê jî ji aliyê gelek derdoran ve bi awayên cûda tên nivîsandin û þîrovekirin. Herwisa li ser erdê filistînê jî êrîþên Îsraîlê ên ji bo rizgarkirina eskerekî xwe yê welatiyê Firansî, dewam dike.
Û her roj di serî de li welatên Ereb û Tirkiyê, li ser navê "xwedîderketina" nirxên mirovahiyê ji bo xelkê Filistîn û Lubanê diqîrin, gazî û hawarên sexte, yek-alî, ne-rast û ne ji dil tînin ziman.
Lewma di serî de lazime mirov li helwestên van derdorên ku qaþo xwedî li mirovahiyê derdikevin mêzeke û li gor vê yekê gazî û hawarên wan binirxîne.
Bi ti awayî kuþtina kesên sivîl û bi taybetî zarokan nayê pejirandin û divê aliyê ku kiryarên bi vî rengî dikin, bêne þermezarkirin. Lêbelê rewþa þer û pevçûnên di navbera Ereb, (çi Þiî û çi Sunne, filistînî jî di nav de ) Îsraîliyan de baþ were hurkolîn û paþê mirov rabe û doza aliyê mafdar bike.
Mirov bi hêsanî dibîne, ku êdî rewþ wisa bûye, ku ji bo Ereban hemû Îsraîlî eskerin û di kuþtina wan de ferq nîne û qetla hemû Îsraîlî ango Cihûyan helale. Herwisa ji bo dewleta Îsraîlê jî her liv û tevgera dijber weke hewldanên ji bo hilweþandina dewleta Îsraîlê tê nirxandin û lewma êrîþên dijwar ên artêþa wê jî ti sînor nasnake.
Gelo sedemên vê yekê çine! dema ku mirov behsa xwedî-derketina nirxên mirovahiyê bike, ji bo lîderên Ereb û xelkên welatên Ereb ên ku hêna di çerxa sedsala 6 mîn de dijîn, tê çi wateyê.?
Gelo ji bo Hemas a Filistîn û Hizbullah a Lubnanê wateya nirxên demokrasî û mirovahiyê çiye? Belê lazime bersiva van pirsan rast were dayin;
Herwisa niha El-qaîde her roj li Iraqê bi bombeyan û çalakiyên întîxarî mirovên sivîl dike hedef û xwîn dirjîne, gelo lazime mirov vê yekê çawa binirxîne?
Belê, ev pirsên ku ez bixwe dikim hêjayî bersivên rast û durustin. Li gor min û tecrûbeyên min ku ez bixwe li welatên Ereb mame, jiyame û herwisa dema ku li cem Feteh (EL-Fetih a Yaser Erefat) bûm û ji bo filistîniyan demekê dijbertiya Îsraîlê kiriye, rewþ weke ku ev derdorên ku qêrîn û gaziya sexte dikin, nîne.
Ji bo min rewþ pirr cûdaye; Lîderên Filistînî ên berê û niha jî di nav de, ti lîderekî Ereban, ne ji bo xelkê xwe û ne jî ji bo nirxên gerdûnî nexebitîne û bi taybetî ti caran nebûne dostên kurdan ên ji dil.
Her tim komkujî û qetlîama li ser kurdan an ji nedîtîve hatine an jî destek dane lîderên Ereb û bûne hevkarê rijandina xwîna kurdan. Em ji bîr nekin, dema ku Saddam li helebçeyê xist, Yaser Erefat çû Saddam pîroz kir û bi qasî 5 hezar mîlîsên Filistînî jî çûn Îraqê ji bo þerê kurdan bikin.
Ez bawer nakim niha jî rewþa lîder û raya giþtî ya Ereban guheriye. Li gor bîr û baweriya min, van welatan her xwedî heman helwestîne. Niha jî ji dest wan were, wê Kurdan di kefçiyek avê de bifetisînin û wê rê nedin ti pêþveçûnên demokratîk. Ji ber ku li cem wan ne qiymeta nirxên mirovahiyê heye, ne jî qiymeta bîr û baweriyan heye! Bi carekî qiymeta mirovan tine ye!
Tu yê rabî çek û cebilxaneyan di malan û derdora xaniyên sivîl de bi cih bikî û bibî sedema êrîþan, paþê bi rondikê sexte bikî hawar û qêrîn û bêjî; sivîl têne kuþtin û Îsraîl zalime! Belê Îsraîl zalime lê Tu jê zalimtirî. u bixwe dibî sebebe ku kesên sivîl bibin armanca êrîþên Îsraîlê.
Herwisa ka em lê binêrin, di nav hemû welatên Ereb de welatek weke Îsraîlê heye, ku ji bo welatiyên xwe demokrasiyê pêþ xistiye û di nav welatiyên xwe de behsa nirxên mirovahiyê dike!
Na xêr...li cem van lîder û rejîmên kevneperest wateya ti nirx û hêjayiyên ji bo mirovahiyê tine ye. Lewma bi çi rengî rengî dibe bila bibe, destek-kirina Hizbullahê û Hamasê tê wateya destek-kirina rejimên totalîter, teokratîk û paþverû! bi kurtahî tê wateya destek-kirina rejîma Îranê û Suriyê ku weke dewama rejima Saddam e. Herwisa bi awayekî tê wateya destek-kirina rejima Tirkiyê ya bi serdestiya artêþê.
Eger rewþa Kurdan û Filistîniyan ên siyasî jî bidin ber hev, dîsa ferqekeke mezin heye û divê em vê ferqê bi awayekî serbilind bînin ziman.
Weke nûmîne, Îsraîlê dewlet jî di nav de hema hema hemû mafên filistînê nas kir, lê rêxistina Hizbullahê hêna dehwa îmana wan dike û weke þerê Tayfê û Heyberê ya dema Hz. Muhemmed a beriya 1400 salan û dibêje, "hetta Cihuyek li ser rûyê erdê hebe emê Cihad bikin, ango bikujin."
Lêbelê em mêzekin, ne rewþa Kurdên Bakûr, ne jî rewþ û siyaseta kurdên parçeyên din diþibe yên Ereban. Li bakur, tevî zext û zilma dewleta Tirk, daxwaza jiyaneke bihev re ya di þertên demokratîk û wek-hev de serdeste. Herwisa di parçeyên din de jî daxwazên heman rengî hene.
Hetta weke serokwezîrê Îraqê Meþadenî got, "Bila ti kes nebêje, me federasyon da kurdan," ji ber ku ew ango kurdên Baþûrê Kurdistanê dikaribûn dewletek serbixwe jî îlan bikin," lê di çarçoveya þertên wekhev de bi federasyonê qiyma xwe anîn û ji Îraqê veneqetiyan.
Lêbelê, dema ku serokê Hizbullahê wêneyên Xamaney hilde û Hamas jî li gor siyasetên Suriyê tevbigere, wê encam jî wiha be û xelkê xwe bi kavilbûnên siyasî û civakî re rû bi rû bihêlin. Ji ber ku li cem van rêxistin û dewletan toleransa li hember rmirov û hêjayiyan tine ye. Parolaya wan Kuþtin, Kuþtin, Kuþtin û her Kuþtine!!!
Di dawiyê de dîsa dixwazim ji bo Te bikim hawar û gazî Lubnan! ji bo Te sed hawar û gazî! Welatê textên sedefî, Welatê çanda qewîm a Fenikeyiyan, Welatê humbaba û Welatê þaristaniya civaka Kenan, niha dîsa Tu dinale...Lubnan! ji bo Te sed hawar û gazî û bila duayê xêrxwazan û destên mirovahiya pêþverû li piþta te be Lubnan!!! Çi bikim Ji dest min jî tenê ev tê...
Nivîsara pêþ, li ser bersiva Pr. Þakiro Xudo ya nivîsara min û rexneyên li ser nivîsara min a derheqê Þeraffettîn Elçi ye. Yazar: Mahmud Önder Tarih: 2006-07-31
|
|