
KURDÊN HUR Û PARTIYA Þ. ELÇÎ
KURDÊN HUR Û PARTIYA Þ. ELÇÎ
Di van rojên dawiyê de gelek nivîsar û vegotin li ser tekoþîna azadî û rizgariya Xelkê Kurd (bi taybetî Bakurê Kurdistanê) têne gotin û nivîsandin. Yek ji van rêzdaran jî Þerafeddîn Elçî ye.
Lêbelê, ezê behsa jiyan û serpêhatiyên derbarê rêzdar Þ. Elçî de hatine vegotine an jî min li hin malper û makaleyan xwendine nekim. Ezê tenê behsa salên 1970 û hetta darbeya 12 Îlonê sala 1980î dema ku min rêzdar Êlçî nas kir bikim.
Di van salan de rêzdar Êlîçî, wezîrê Bayindirlikê bû di hukumeta koalisyonê ya CHP ya Ecevît û Partiya Mîllî Selamet a Necmeddîn Erbakan de.
Herwisa di wê demê de me jî ji bo sendîkaya Yol-Îþ ê dest bi muxelefetê kiribû û paþê ez jî bûm sendîkavanê Yol-Îþ a Amedê. Yol-Îþ sendîkaya karkerên saziya Karayollari herêma 9 mîn ango Karkerên rê ya dewletê bû. Lewma li tevahiya Tirkiyê bi qasî 130 hezar karker di vê saziyê de dixebitîn û girêdayî wezareta Bayindirlikê bû.
Rêzdar Elçî çawa bû wezîr, mudur, alîkarê mudur û hetta bigihêje alîkarê alîkaran guhert, kesên bêkêr, diz, ti pêwendiya wan bi Kurdayetiyê re tine bû anî ser kar. Ji bilî Þewket Çelîk-kanat ê rehmetî yê Sêwregî û hin kesên weke wî, pirraniya kesên ku birêz Êlçî atama kir, diz û þelanker bûn û ti pêwendiya wan bi kurdayetî û hetta demokratbûnê ve jî tine bû.
Weke numîne; Xetîp Dicle, wê demê nû zangeha muhendisiyê li tevahiya Tirkiyê di rêza yekemîn de qedandibû, lê me kir û nekir, Êlçî kadro nedayê û tolazekî kir dewsa wî û paþê wî tolazî kir mudurê Karayollari ya Amedê.
Herwiha piþtî ku ev muhendisê xort û bêtecrûbe di (nav li ba min e) kir mudurê saziya Karayollari ya Amedê û ev kes jî bi derdora xwe re dest bi ihaleyên sexte kirin.
Herwisa, dema ku ez û çend hevalên xwe bûn sendîkavan, me lêkola ku di dema wezareta Êlçî û kesê ku wî kir mudurê Karayollari ya Amedê, 3 caran rêya navbera Amed û Mêrdînê ihale kirin û dan muttehîdan da ku ev rê were çêkirin. Lê mixabin, her muttehîdê ku ihale didanê 9-10 kamyon qum li ser kinarê vê rêyê dirjandin û pereyên xwe parve dikirin û diçûn.
Dema ku me lêkola, derket holê ku meblaxeke ecêb bi qasî 80 milyon lireyê wê demê ji bo çêkirina wê rêyê pere dane muttehîdan, lê mîtroyek jî rê nehatiye çêkirin. Hetta ihale bi buhayê herî mezin hatine dayin; weke rêya navbera Amed û Mêrdînê di asta herî bilind ango 10 deerece hiþk û kevire hatiye nîþandan û ji ber ku çêkirina rêyên hiþk û kevir buhatire, hemû ihaleyên dema wezîr Êlçî de hatine dayin, di vê astê de hatine hesibandin û lio gor vê astê jî pere hatine dayin.
Niha rêzdar Êlçî derketiye û dehwa durustî û demokratbûnê û herwisa siyaseta kurdî dike. Belê siyaseta kurdî ne di bin qapûta ti kesî de ye, lê yên weke Êlçî, demek bi siyaseta kurdayetiyê hinek kariyer kirine û paþê ev kariyera xwe firotine serdestan.
Bila Êlçî û hinek kesên ji nifþa wî li qusurê mêze nekin, kesên ez behsa wan dikim eynî weke min rewþa Êlçî tarîf kir, tevgeriyane. Lêbelê hinek ji wan yên weke rêzdar Êlçî "biser ketine" û bûn wezîr jî, lê hinek jî bi qasî ku têrê bike, nekarîn bazariya xwe bikin.
Hinek ê bipirsin, gelo ez çima van gotinên giran ji bo nivþa pêþiya me dibêjim; ji ber ku pirraniya nivþa Êlçî jî weke wî tevgeriya ne û hema bi daweteke dewletê helwesta xwe guherîne û dest ji her tiþtî berdane. welew ku ev dewlet hîç neguherîbû û hêna jî neguheriye, rêzdar Êlçî û ên weke wî derhal postê xwe guhertin û bûn wezîrê dewletê.
Li vê derê ya ku dixwazim bêjim ewe, ku kesên mîna rêzdar Êlçî, dikarin her tiþtî ji bo kariyer û berjewendiyên xwe bikar bînin; carna ji bo demekê dest ji nasnameya xwe berdin û carna, "eger kurdayetî pere bike, dîsa behsa vê yekê bikin û an jî êdî ti tiþt ji dest neyê, weke wezîfeyekê bêwezîfeyan li dijî têkoþîna azadiya kurdan rawestin.
Ji ber ku êdî ew firsend nemaye û têkoþîna kurdan gihiþtiye asteke bazariya bi dewleta Tirk re, kesên mîna rêzdar Êlçî, xwe weke kurdên "Hurr" derdixin pêþiyê û di çarçoveya daxwazên dewleta dagirker de têkoþîna azadiya Kurdan reþ dikin.
Naxwe ma ev çi siyasete, ku rêzdar Êlçî bi "Kurdên Hurr", beriya her tiþtî li dijî PKK derdikevin û paþê, qaþo wê ji bo xêra kurdan siyasetê bikin.
Ez dixwazim bipirsim, gelo Kurdên Hurr û ne hurr kîne? Di bin serdestî û teklîfa postekî ya dewleta dagirker de birêz Melik Firat 30 salan xizmetê siyaseta Demirel ya inkar û imhakirina kurdan kir, gelo rêzdar firat Hurrrr e! Û rêzdar Êlçî jî bi teklîfekê her tiþtên xwe ji bîr kir û tenê bi siyaseta gundayetî xwe da der, ma ew hurr e.
Na xêr, Hurr bûna ku ez jê fam dikim, ne wiha ye. Ev dewlet gelek tiþt û post û parlementerî jî di nav de teklîfê me jî kir, lê me ji bo xatirê nasname û doza Gelê xwe van teklîfan red kir û niha li xeribiyê, lê bi awayekî mutewazî di nav Gelê xwe de dijîn.
Hêjayî gotinê ye, ku gelek kesên ji nivþa rêzdar Êlçî hene ku hêna têdikoþin û hemû paye û teklîfên ku dewleta Tirk ji bo xwe înkar bikin kirine, red kirine û bi awayekî serbilind di nav xelkê xwe de dijîn.
Li vê derê gotinên min ne ji bo kesên ku di hin partiyên li gor dema xwe têkoþer bûn, weke, TÎP, TSÎP û herwekî din de bûn parlementer nîne. Dr. Tarik Ziya Ekincî ji TÎPê bû parlementer û hêna jî li gor bîr û baweriya xwe ya weke "Pêþî li Tirkiyê Demokrasî û paþê çareseriya pirsgirêka Kurd" di qada siyasetê de têdikoþe.
Ez naxwazim zêde pesnê mirovan bidim, lê Apê Musa, Seît Kirmizitoprak û gelek kesên din jî hene ku xelkê kurd bi wan serbilind e û wê ti caran wan ji bîr neke.
Jibernoteke din jî dixwazim destnîþan bikim, ku Kekê Yaþar Kaya di nivîsara xwe ya beriya niha de dibêje, "beriya ku ew hatiye Ewropayê, ti kes û rêxistinî mezin û þehîdên kurdan (Þêx Seîd, Seyid Riza) û yên din bi bîr neaniye û piþtî ew hatiye Ewropayê ji bo van kesan þev û þahiyên bîranînê hatine organîzekirin!
Ev îddîayek pirr îddealiste û divê Kekê Yaþar bizanibe, ku gelek kes beriya wî hatine Ewropayê, van kesayetên ku dibêje, bi girseyên qelebalix, di þev û þahiyan de hema hema her sal hatine bîranîn û bi saya van þevan xelkê me yên li Ewropayê van keseyatiyan û doza wan nas kiriye. Yazar: Mahmud Önder Tarih: 2006-07-26
|
|