ÞAKIRÊ XUDO:
ÞAKIRÊ XUDO: "M. MISTEFA BARZANÎ HETTA KU SERÊ WÎ ÊÞIYA VOTKA VEXWAR"

Hema di serî de hêna ku ti xwendevan þaþ fêm neke, dixazim bêjim, ev sernivîsa ku min ji bo vê nivîsarê bikaraniye, paragrafek ji pirtuka Dr. Nacî Kutla ya bi navê "Anilarim" ango "Bîranînên min"e. Pirtuka rêzdar kutlay bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin.

Belê bîranînên pêþiya me gelek tiþtên ku nifþa me nizanin ronî dikin û ji bo têgihiþtina bûyeran û naskirina kesan dibin alîkar. Lewma ez her tim dibêjim, xwezî hemû mezinên me li du xwe bîranînên xwe bihîþta da ku nifþa pey wan jî jê sûd werbigirta.

Mirov dikare bi awayekî bêje, ku "Ji xwe kan û hîmê felsefeya Gelên Ewropa û xelkên xwedî çandên qedîm û dewlemen jî ji bîranînan peyda bûne."

Rêzdar Dr. Nacî Kutlay demek berê hat serdana me û pirtuka ku bîranîn xwe nivîsandiye, diyarî min kir. Min jî jê re got, ku ezê bixwînim û eger pêwist be ezê li ser pirtukê nivîsarek binivisînim.

Di pirtukê de gelek bûyer û serpêhatî, an rasterast an jî bi awayekî "ji hin kesan bihistiye" hatine nivîsandin. Ezê jî bêyî ku tîp û naveroka hin bûyer serpêhatiyên ku di pirtukê de hatine nivîsandin biguherînim, hewl bidim ku tiþtên tê de bi xwendevanên ku ev pirtuk nexwendine an jî neketiye destên wan, parve bikim.

Lêbelê, weke rêzdar Kutlay di serî de dibêje; Nivîsandina bîranînan him rehete him zehmete. Rehete; ji ber ku tu ne girêdayî ti kes û derdorê yî, lê zehmete; dibe ku rastiya bîranînan hinek kes û derdoran bêzar bike û biêþîne. Lewma ez jî vê makaleyê bi vê baweriyê dinivisînim û ji niha ve kes û derdorên ku ji vê nivîsarê bêzar bibin û biêþin, lêborînê dixwazim.

Herwisa di pirtukê de behsa Sait Kirmizi Toprak(Dr. Þivan), Yaþar Kaya, Musa Anter, Seîd Elçî bi kurtahî 49 an, Ezîz Baban, Fayik Bucak, M. Emîn Bozarslan, M. Alî Aybar, Mihrî Bellî û hin kesên din jî tê kirin. Herwisa, rêzdar Kutlay behsa zaroktiya xwe, girtina 49an, TIP, DDKO, serhildanên kurdan û behsa gelek tiþtên din dike. Lêbelê ezê tenê behsa 3 kesan bikim, ku di pirtukê de zêdetir bala min kiþandine.

Yek jê Melle Mistefa Barzaniyê gorbuhuþte, ku di rupelên pirtûkê ên 205-206an de Behsa wî tê kirin. Dr. Nacî Kutlay ji devê Prof.Þakirê Xudê bihistiye, ku ew û prof. Qanadê Kurdo dema ku M. Mistefa Barzanî hatiye Sovyetîstanê, sala 1957-58an de pêre li ser "Meþa wî ya Mezin" roportajek kiriye û ev roportaj di rojnameya Riya Teze de hatiye weþandin.

Prof. Þakirê Xudo, herwisa behsa Barzaniyê nemir kiriye û gotiye, "piþtî Melle Mistefa hat Sovyetistanê li Elegez û gundên derdora wê, li cem kurdên êzdî dima û Gelek kes dihatin serdana wî. Paþê rewþa Melle Mistefa baþ bûye û çûne Moskovayê û li wir hin caran bihev re alkol-votka(Votka min nav lê danî, ji ber ku wê demê li Rusyayê tenê votka heye) vexwarine. Hetta Dr. Kutlay ji Þakirê Xudo dipirse, "Te bi çavên serên xwe dît, ku M. Mistefa alkol vexwar? Prof. Þakirê Xudo dobêje; "Belê min bi xwe dît, me bihev re li cem kurdên Êzdî vedixwar û hetta carek Melle Mistefa pirr zêde vexwar û serê wî êþiyaye, lewma sibetira rojê, beriya ku em vexun, me Xavyar da Melle Mistefa, da ku bi alkolê neêþe."

Li vê derê hêjayî gotinê ye, ku Melle Mistefa yê gorbuhuþt, piþtî ku rewþa wan a li Sovyetistanê baþ dibe, di cemetekî de dibêje; "Niha rewþa me ya vir(Sovyetistanê) baþe, lê bifikirin, xelkê me yê li Kurdistanê di çi halî de ye û lazime em ji bo xelaskirina wan her tim bixebitin."

Belê, çawa ku gelek kes alkolê vedixun, helbet ji bo Barzaniyê gorbuhuþt jî ev yek ne qebehete. Lêbelê weke ku min di serî de got, min bixwe M. Mistefa Barzanî weke mirovek Oldar dizanibûm û bi xêra vê bîranînê aliyek wî yê din jî fêr bûm. Çi vexwaribe bila ji M. Mistefayê nemir re helal û noþîcan be û gora wî buhuþt be.

-Elî Qazî, Kurê Qazî Mihemmed serokê Komara Mahabadê. Di rûpela 126-127-128an a pirtukê de Dr. Kutlay rasterast behsa Elî Qazî dike, ku salên 1958an ve dema ku bi Diya xwe re hatiye Stenbolê wî nas dike, pê re hevaltî kiriye û dibêje; "Elî Qazî, bi perê Þahê Îranê li Almanya dixwend, pirr pere xerc dikir. Her çend bendewariya gel jê hebû kû li pey þopa bavê xwe biçe jî, lê Elî Qazî xwe da kêf û zewqê û ew bixwe jî vê yekê înkar nedikir. Bi kurtahî her tim têkiliya wî bi mirovên Þahê Îranê re hebûye."

Hetta dema ku Dr. Kutlay hatiye Almanya, Ebdurrehman Qasimlo yê rehmetî jê re gotiye, "Elî Qazî, ji ber kirinên bavê xwe ji Þahê Îranê lêborîn xwestiye û gotiye, " Ez ji ber tiþtên ku bavê min kiriye þerm dikim" û bi vî awayî ti caran li hember Þahê Îranê ranebûye." Dr. Nacî Kutlay wekî din di pirtukê de dibêje, piþtî ku ew bi 49 an re hatiye girtin, tiþtên bi Elî Qazî re axivîne, çûne ku û kê naskirine, bi hemû belge û wêneyên bi elî Qazî re kiþandine, li dadgehê weke delîl derxistine pêþiya wan." Bi awayekî sergirtî rêzdar Kutlay dibêje, Elî Qazî di derbarê þoreþgerên wê demê ên ku nas kiriye agahî daye MITa Tirkiyê.

Li vê derê hêjayî gotinê ye, ku mixabin hema hema zarok û nêviyên gelek serkêþ û rêberên kurdan, ketine rewþa rêzdar Elî Qazî. Rewþa zarok û nêviyên Þêx Seîd jî ji Qazî ne cûdatirin. Kurê Þêx seîd, Þêx seleheddîn, hetta çû ser dilovaniya xwe, xwe avêtibû bextê Anqerê û nêviyê Þêx Seid rêzdar Melik firat jî 40 salan di bin baskên Menderes û dûmahika wî, Silêman Demirel de, bû hevkarê xêrnexwazên kurdan. Herwisa kur û nêviyên Þêx Mehmudê Berzencî jî, ji aliyê rejîma Saddam ve demeke dirêj hatin bikaranîn.

Þayanî gotinê ye, ku kur û nêviyên Barzaniyê nemir, hêna têdikoþin û li Baþûrê Kurdistanê gelek çeper û derfet bi dest xistine. Eger derfetên bidest xistî bi awayekî adil werin bikaranîn û mercên demokrasiyê li herêmê bibe serdest, weke mezinê gelek welatan, wê navê malbata Barzanî jî di dîroka Kurd û Kurdistanê de bi pênûsên zêrîn were nivîsandin.

-Yek ji kesayetên ku di pirtukê de behsa wî tê kirin, rêzdar Melle Ebdurrehman Durre ye. Bi qasî ku di pirtukê de hatiye nivîsandin, rêzdar Durre jî piþtî darbeya 12 Adarê sala 1971an tê girtin û tevlî Dr. Kutlay, Mêhdî Zana, Edîp Karahan ê rehmetî, Mumtaz Kotan, Av. Canîp Yildirim, Musa enter, Terzî Niyazî, Melle Ebdullahê Xerz û herwekî din re hatiye mehkemekirin.

Lêbelê rêzdar dernexistine çend rûniþtinên dadgehê ên pêþî û herî dawî wî anîne rûniþtina dawî ya ku texmîn dikin, wê di derheqê wan de biryar were dayin. Li gor ku di pirtukê de hatiye nivîsandin; dema ku dora rêzdar Durre hatiye, pêþî kem kum kiriye û paþê ji heyeta dadgehê re gotiye, "nabe ku hun min weke cihêkarxwaz binav bikin. Têkiliya min bi Suphî Kahraman ê Mîllî Birlikçî re heye, (Suphî Kahraman endamê MÎT an jî JÎTEM a wê demê ye) Min agahiyên ku kom dikir, bi navbênkariya wî dida Qeymeqamê Tutakê û hin navên din ên  rayedarên istixbarata Tirk dide, ku rêzdar Kutlay, di pirtukê de nenivîsandiye.

Dr. Nacî kutlay di pirtukê de dibêje, piþtî îfadeya Durre ya bi vî rengî em hemû matmayî man û di navberdana runiþtina dadgehê de Durre, li salonê bi tena serê xwe runiþt.

Belê, nivîsandina bîranînan xweþe, lê li gor mirov bi zimanê xwe binivisîne wê baþtir be. Ji bo ev pirtuka hêja ji bo nifþa þi pey xwe hiþtiye, Ez sipasî Dr. Nacî Kutlay dikim û jiyaneke Bextewer ji bo wî  û malbata wî dixwazim...

Mehmud Onder
22.06.06

Yazar: Mahmud Önder
Tarih: 2006-06-22


Bu Köþe Yazýsýnýn yer aldýðý yer: Kurdistan-Post.Org (Com) Kürdistan'in Özgür Sesi
http://www.kurdistan-post.com

Bu Köþe Yazýsý için adres:
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=661