Pirsgirêka Kurdî

Pirsgirêka Kurdî, pirsgirêkek di bingeha xwe de ji dagirkeran tê; Lê hima dîsa ji divê em kurd ji xwe pirs bikin: ma gelo para me di vê pirsgirêkê de çi ye.?

Di seranserê diroka serhildan û berxwedana kurdan de, meriv dikare bi gelanperî bibêje; kurd her tim di tevgêrkirinê de qels bûne. Berî serhildanan wan xwe baþ û li gor lazmatîyan amade nekirine. Bi wî rengê ne amade, wan dest bi serhildanên xwe kirine û bê tevgêrkirinek xurt, li hember tevgêren mîna artêþ û komara tirkî þer kirine.

Mîna em tev dizanin serhildanên berê tev têk çûne. Serhildanên nû ji yên kevn tu tecrûbe negirtine, ji ber tu rê û dirbên tecrûbê ji wan girtinê tunebûne.

Li hemberî vê bê tecrûbeyîya kurdan; dijminê kurdan tim tecrûbên xwe bi nivisandin û bi perwerdekirina yên duv xwe, ji yên duv xwe re hêþtine. Heta dijminên kurdan di destpêkirina serhildanên wan de bi sîxurên xwe tim berê kurda danê rêyên asê.

Dîroka kurdî dîroka berxwedan, berxwedan û ixanetê ye. Min 'berxwedan' du car nivisand, ji ber rola berxwedanê ji ya îxanetê xurttir e. Min wê berxwedana kurdan di gotubêjên xwe, yên bi Evdilcelilê torinê Êlîyê Unis re dît. Çavên wî, rûyê wî, dêmên wî runîþtina wî, berxwedanvanê dîroka kurdî dianî pêþ çavên min.

Dema em diçûne mala wî Evdilcelîlî, wî digot:

''Lawo tu carî xwe nedin destê romê. Bila bi top û tanq û frokan li we bixin, bila goþtê laþê we ji hev perçe werçe bibe dîsa jî berxwe bidin û xwe nedin dest romê. Rûmeta kurditiyê di berxwedanê de ye. Çeka we yî tewrî bi hêz di rengê berxwedana we de ye lawo !... Lawo yan dernekevin serê çol û çiyayan û eger hun derketin jî tu carî berê xwe þun ve nedin û þun ve venegerin.''

Di dîrokê de dijmin her tim bi ne tevgêrbûna me kurda girtiyê û me têk dayê. Di þer û cengan de stratejî û taktik hene. Stratejî û taktikvan ji hene, yên ku vî karî dikin û stratejî û taktikan amade dikin û diêxin paratîkê de. Stratejî û taktik li gor hinbûn û zanebûna meriv û dijminê meriv têne amade kirin. Piþtî ku dijmin taktîk û srtatejîyekî hîn bû, êdî tu rola ''Veceneqandin''a vê stratejî û taktikê jî namîne.

Yanî divê em zanibin heta niha dijmin ji netevgêrbûna ma sûdê digirt û li ser vê qelsîya me jî stratejî û taktîkên xwe çedikir. Divê em xwe li gor stratejî û taktîkên nû amade bikin. Li vê derê ez dibînim ku em di xefikê de ne. Û dema ez li ser xefikê hûr dibim tim ajêl têne bîra min.

Gelek caran hatiye dîtin dema rovîyek an jî gûrek dikeve xefikê ew gûr an jî ew rovî bi diranê xwe lingê xweyî di xwefikê de jê dike û xwe ji xefikê xelas dike û xwe nade dest. Ev berxedana wî/wê ajalî ye. Ew ajal ketiyê xefikê û perçê laþê xwe, yê di xefikê de jê dike û bi vî ewayî xwe rizgar dike.

Di vê dema nûjenî teknîk û înformationê de êdî dujmin nikare me bê tevgêr bihêle. Stratejî û tektikên dijmin divê ku li ser qelsîyên me yên dî bêne avakirin. Û dema em li rewþa îro binêrin em dê bibînin ka ew qelsîyê me çi ne. Qelsîya me niha di destê dijmin de ye. Mîna ku mamosteyê hêja mamoste Îsmaîl Beþîkçî jî bi tilîya xwe dide nîþandan, ka divê em karibin kî rexne bikin, dijmin qelsîyek me yî dî xistiye destên xwe.

Di vê serhildana me yî dawî de me xwe tevgerkirinê pêk anî. Vê carê dijmin qelsîya me yî dî dît û stratejî û taktîkên xwe li ser vê ava kir. Ew jî qelsîya me yî '' xwe li ser bingeha bi serokan ve girêdanê tevgêrkirin e.''

Bi rastî jî dema meriv li ser vê serhildana me yî dawî hûr dibe; baþ dixûyê ku me dijmin gelkî êxistiye tengasîyê. Tevgêrkirina me û rabûna gelê me yî dîrokî ji her hêlê ve rê û dirba li ber dijmin teng kiriye.

Dema em xwe demek kurt têxin ciyê dijmin û li ser hûr bibin; em dê bibînin ka dijmin çiqas teng bûye. Eger em di pratîkê de bi taktîkên xurt biçin ser dijmin rê dê li ber dijmin teng bivin. Ji ber di pirsgirêkek mîna ya kurdan de êdî dijmin nikare demdirêj înkara pirsgirêkê bike û wê bê çareserî bihêle. Lê belê dijmin, mîna em dibînin jî, dikare bi devê ''serok'' berê stratejî û taktîkên me bide cîyên þaþ. Bî vê þaþîyê ev dikarin hêza me di rêyên þaþ de, bi taktîkên þaþ, bidine bikaranîn.

Her dema ez li ser vê rewþê hûr dibim ew ajalê di xefikê de têne bîra min. ji xwe gelek stratejî û taktîkên biserketî ji suriþtê ( tebîet) têne girtin. Jê kirina wî perçê laþî di xefikê de ew dê him laþ, yanî tevgêra kurdî ji xefikê, û him jî perçê di xefikê de, yanî yê ku bi serok tê navkirin, ji xefikê rizgar bike.

Rojavayî gelan û civakan dikin du beþ. Yek ji van beþan civakên nêzî suriþtê ye û ya dî jî civakên bajarvanî ne. Civakên bajarvanî bi gelanperî li gor mantiq xwe tev didin û civakên suriþtî jî xwe bi gelanperî li gor dil tev didin.

Li gorî vê veqetandina rojavayîya em civakek siruþtî ne. Ji ber di biryardayînên me de dil ji ( bi gelanperî) mantiq bi hêztirr e. Heta ajal di xwefikê de dibîne ku divê ew lingê xwe bi didanên devê xwe jê bike û xwe rizgar bike. Lê hima em ji ber dilê xwe nabînin ku em di xefikê de ne.

Eger ku ev perçê di xefikê de her heftî peznê ataturkî jî bide, ew perçe li dijî avakirina dewletek kurdî be jî, ew perçe me bi tiþtên talî jî mijul bike, ew perçe dev dirêjî li dîroka me jî bike, gotinê wî perçe yî paralelî bi yê dewleta tirkî ve jî bikin, em naxwazin bibînin ku ew perçe di xefikê de ye. Em naxwazin bibînin ku divê em berê xwe bidin rêya azadî û rizgarîyê û rê ya xwe dom bikin.

Tiþtê esas û yê ne esas divê em ji hev cuda bikin.

Tiþtê esas rizgarbûna gelê kurd e. Tiþtê ne esas jî rizgarbûna 'serok' an jî kesan e. Bi rizgarbûna gel kes jî rizgar dibin. Lê belê bi rizgarbûna kesan gel rizgar nabe.

Mamostê hêja Beþîkçî bi zimanê zanistîyê vê yekê gelkî baþ tîne ser ziman. Ew tenê pirsa dike û dibêje ''Çima'' ew li dijî dewletek kurdî ye. Lê belê divê em tev karibin van pirsa ji hev bikin be qeyd û þert. Divê li tu deverê em ramankirin û anîna wê yî ser ziman qedexe nekin. Û eger li deverekê ew qedexe be, divê em li dijî wê qedexebûnê derkevin. Di vir de wêrekîya þarezayî (medenî) divê em di xwe de peyda bikin. Û heta kesek ne li gora nêrînên me jî tiþtna bibêje; û eger ew nikaribê nêrînên xwe bîne ziman, divê em mafê wî/wê yî sirûþtê biparêzin. Cîyê ku ramankirin ne azad be li wê dewerê gemara ramanan heye.

Kî çi dibê bila bibê û ji hinekan re ne xweþ jî were ev rastîyeke ku di nav pkk dê ramankirin ne azad e. Pirsgirêk di vê ne azdî yê de ye. Pirsgirêk di deshilata yek ramanekî de ye. Ji ber vê yekê jî divê meriv li ser esasê wêrekîya þarezayî azadîya ramanên cûda biparêze. Di vir de min dibê ku gotineka Rosa Luxemburg bînim ziman. Mîna tê zanîn Rosa Luxemburg di dema xwe de opositina partîya xwe, ya partîya komînîst kir.

Wê wisa digot:

''Azadî her tim azadîya ramana cûda ye, û ew ramana cûda çewa ye û çi dibêje ?

Di vê dema me yî informationê de divê em rê li ber nakokîya ramanên cuda azad bihêlin. Ev bar li ser milê her yek ji me ye. 


Yazar: Bijîþk Bengîn
Tarih: 2008-11-16


Bu Köþe Yazýsýnýn yer aldýðý yer: Kurdistan-Post.Org (Com) Kürdistan'in Özgür Sesi
http://www.kurdistan-post.com

Bu Köþe Yazýsý için adres:
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=1558