. Lê birêz nivîskar yê ku bû sedema rexne yên min, ne nerînên min, wî êrîþî jîyana min ya taybetî kiri ye. Êrîþa jîyana taybetî gelekî hesan e, her kes dikare bike lê ez li xwe danînim vê yekê bikim û qêmîþî mirova jî nakim. Lewre ez rêza mirovahîyê digrim!
Gelo te ji nezanî an jibo tu bersiva xwe hesan bike wiha nivîsî ye? Çi dibe bila bibe, ev ne bersiveke rewþenbîrî ye û ne helwestek e nivîskarî ye!
Min ne gotî ye hûn çima li Ewrûpa ne. Lê ji nav nivîsa min giþî te ew hevok derxistiye û temama nivîsa xwe li ser wê nivîsî ye. Tu mebesta min fam nake an tu naxwaze fam bike? An jî tu dikare bersiv bide wê hevokê tenê?
Dîsa dibêjim, yên ku bêjin ‘ev 30 sale PKK jibo tune bûna kurdan þer dike’, ê gel jî ji wan re bêje ‘kerem kin hûn werin þer bikin’. Piþtî vê gotinê hûn ê dest bi gilî û gazinan bikin, bêjin ‘em li Ewrûpa sitirînin’. Heger ev gotin bi we giran tê bergîya zimanê xwe bizanibin da ku gel ji we re wiha nebêje. Ez ji vê yekê danakevim!
Di 1993’yan de, dema PKK agirbes kir, birêz K. Burkay, C. Telebanî û Hemþer Reþo çûn cem A. Ocalan û bi hevdûre protokoleke hevkarîyê îmze kirin. Nuha jî Birêz M. Berzanî li ser daxwaza Tirkî dibêje ‘divê Tirkî pirsgirêka kurdî bi PKK’ê re çareser bike. Herweha jibo me dema birakujîyê derbas bû ye’. Telebanî jî heman tiþtî dibêje. Rayedarên DTP diherin Kurdistana Baþûr, bi serok û rayedarên hikûmetê re hevdîtinan pêk tînin, piþtgirî û hevkarîyê dikin. Vana giþ serok û rêberên kurdan e. Heger ‘ev 30 sale PKK jibo tunebûna kurdan þer dike’ çima vana wiha nêzîkî PKK dibin gelo? Ma ew biqasî we nizanin, bi qasî we kurd û Kurdistanê nas nakin, bi qasî we ne baqilin?
PDK û YNK bi salan þerê birakujî kirin. Lê îro rayedarên Kurdistanê, lêbuhurîna xwe ji mirovên van kuþtîyan dixwazin. Lewre ew bixwe jî dizanin þaþîtî kirine loma jî hesab didin kurdan. Lê hûn? Ev 30 sale kîn û nefret ji dilê we dernakeve. Gelo vê kîn û nefretê heta îro çi bi destê we xisti ye? Min berê jî got, heta îro we yek merivek bi tenê jî li van fikrên xwe zêde ne kiriye. Dema hûn tên Kurdistanê mirov ji ber we û van fikrên we fedî dike. Nîqaþ, dilmayî û þerên ku di civatan de bi we re tê kirin qet tiþkî bi we fam kirin nade?
Meraq dikim, we tucarî ji xwe pirsîyê gelo çima li Kurdistanê tev hevalên we yên berê, tu kes weka we na fikire? Gelo we tucarî gotîye gel heqwasî ji me re dibêje, hela derdê wan çi ye? Ma tiþtên hatine kirin giþ þaþ e, ma qet tiþkî rast ne hatiye kirin? Ez bersiva van pirsan gelekî meraq dikim.
Lê ez dizanim hûn ê dîsa bêjin barê êzingên min. Ango li gorî we, li Kurdistanê kesî normal, baqil, hiþên wan li serê wan tune ye. Yên baqil û bîra dinyê dibin hûn bixwe ne? Hayê we jê heye ku hûn bi vê helwestê henekê xwe bi aqilê kurdan dikin?
Piþtî darbeya leþkerî li Kurdistanê bavên þoreþgera nikarîbû bigotana ‘ez bavê wan im’. Bi tu awayî gotina ‘kurd’ li Tirkîyê ne dihat gotin. Bi carekê qedexe bû. Kurdan li bajarên tirkan êdî ji ber kurdîtîya xwe fedî dikirin. Stranek tenê bi kurdî li Kurdistanê ne dihat gotin. Qaset û pirtûkên dema we di bin erdên de rizîyan. Yên nû jî tune bûn. Ferdên heman malbatê êdî xwe ji hevdû di paraztin. Hûn ne li welêt bûn, we ev rewþ ne dît lê me dît.
Lê îro massmedîya, general, parlemento, ronakbîr û akademîsyenên Tirkîyê nîqaþa kurd û Kurdistanê dikin. Kê ew anîn vê sewîyê? Ew kar û xebata we ya li Ewrûpa ku hûn bahs dikin dewleta tirk xist tengasîyê û anî vê sewîyê?
Tu dibêje ‘me di dehan rojname derxistî ye’. Ji wan dehana yek tenê ji xwe dighîne Kurdistanê? Tu dibê me bi dehan komele ava kiri ye. Lê gelekên wan tenê li ser kaxetê ne, tu kar û xebata wan tune ye. Yên ku hene jî weke qahwexane dixebitin. Jixwe van çend salên dawîyê êdî navê komeletî jî ji ser wan rabû ye, bûne xas qahwexane.
Li gel vêya giþî dîsa jî di warê çanda kurdî de, kar û xebatên ferdî li Ewrûpa heye. Ew karekî pîroz e, rêza min jê re heye û min ew înkar ne kiri ye. Lê gotina ‘me zimanê kurdî li Swêdê ji mirinê xelas kiri ye’ þaþ e. Li Kurdistana bakur 20 mîlyon kurd bi kurdî dipeyivin. Heger kurdên li Swêdê xwe ji wendabûnê xelas bikin, serkeftineke mezin e. Lê em dizanin ku gelek malbat jî têk çû ne. Zarokên wan êdî li mala xwe bi kurdî napeyivin. Tu bixwe jî vê yekê dizane!
Belê, min bi xwe di komeleya ku tu dibêje de karê gûrûbeke muzîkê îdare kir. Wê komelê ji min re bi helwesteke medenî got fikrên te yên sîyasî çi dibe bila bibe, keremke karê çand û hunerî em bi hevdûre bikin. Jiboyî min ev peþniyareke pîroz bû loma min qebûl kir. Herweha îdareya wê komelê li gel rexneyên xwe gotinên bê mesûlîyet ne dikirin lewre demek berê bi PKK’ê re hevkarî kiri bûn. Yek caran dema hinan gotinên bê mesûlîyet dikir min dîsa weke nuha ew rexne dikirin. Ez bi xwe jî ji rexneyên di cî de re vekirî me. Dîsa jî helwesta hin mirovan dibû asteng, kar û xebata me sabote dikir. Naxwazim zêde têkevim kûrayîya wan pirsgirêkan. Jixwe nîqaþa bûyerên spesîfîk ne karê min e. Di bawerîya min de jiber ku te bahsa wê komelê kiri ye, ê birêvebirên wê komelê jî ji vê helwesta te ne razî bin. Her weha min di gelek komele û dezgeyên din de jî kar û xebat kir.
Tu dibêje ‘çima ew li hember kesên li Ewrûpa bi kîne?’. Na, ez ne bi kînim lê min rastîya Ewrûpa û ya we baþ naskiriye û eþkere dibêjim, venaþêrim. Lê hûn vê yekê weke kîn dinirxînin. Yên bi kînin hûn bixwe ne. Hûn dijîtîya nirxên gel dikin, ev ne kîn be çi ye? Ev gûrûba Ewrûpa, rewþa xwe vediþêrin û bi þiklekî din rê didin. Xwe dinepixînin, xwedî komplexin û xwe di ser mirovan re digrin. Rêza mirovan nagrin. Dibêjin her tiþtî em dizanin. Yê herî jîr, baqil, bîrawer em in. Dema dipeyivin di raya wan de mafê peyvê yê wan tenê ye, loma jî nahêlin ji wan pêve kes bi peyive. Dema gotinek li hesabê wan neyê, gotina mere qut dikin û êrîþî mere dikin, þer bi mere re dikin. Li gorî wan, tiþtên ku ew dibêjin giþ rastin. Ew xwedîyê rastîya mûtlaqin û ev rastî li temama cîhanê derbas dibe. Qet xwe bi xwe rexne nakin û nahêlin kes jî wan rexne bikin. Her weha þaþî û kêmasîyên xwe jî qet nabînin. 30 salin ji welêt bi dûr ketine, nerînên wan hîna jî yê 30 sal berê ne. Guhertinên di welêt de çê bûne nabînin. Û dibêjin em welêt ji kesên welêt bêtir nas dikin. Li gorî wan li Kurdistana bakur çi problem derkeve, suc yê PKK ye. Dibêjin çem û kanîyên Xursê zuha bû ne, dar û ber hiþk bûne sucê PKK’ye. Tu nemaye bêjin salek berê li Kurdistanê baran qet ne barîya sucê PKK’ bû. Çemê Qoserî zuha bû ye, ava Dîcle û Ferat kêm bû ye, li Serhedê berf zêde dibare, gel perîþan dibe sucê PKK’ye. Herweha ava Gola Wanê kêm bû ye û hûtekî avî têde hatî ye dîtin, encama PKK’ ye. Dibêjin dema ku em bûna, ê vana wiha ne bûba.
Bi kurtayî ev gûrûbeke ne realîst e. Jiber van nerîn û helwestan ez û mirovên vê gûrûbê dûrî hevin.
Em werin ser jîyana min ya taybetî.
Birêz nivîskar, careke din dibêjim, te þaþ kiri ye ku te bahsa jîyana min ya taybetî kiri ye. Tu bi xwe dizane ku ez ne jiber pirsgirêkên þexsî an malbatî vegerîya me. Heger pirsgirêkên wiha kurda ji Ewrûpa vedigerîne divê nuha kurd li Ewrûpa nema bana. Rast e, ez ne hatim e þerê çekdarî lê ez li kîdera cîhanê bim rêza mirovê çekdar digrim. Lewre wan jîyana xwe xistî ye vî karî û ne heddê min e ez kar û xebata wan giþî li erdê xim. Daxwaza min jî ji we ev e. Jibîr neke ku êrîþa jîyana hevdû ya taybetî ne tiþkî dide min, ne dide te û ne jî dide xwendevanan.
Îddîaya ku ez li Swêdê fêrî kurdî bû me ne rast e. Dê û bavê min ji kurdî pêve bi tu zimana nizanin. Di malbatê de þehîd û mirovên ku bi deh salan di hefsa de mane hene, îþkence, surgûn, þewitandina malan û talanbûn hene. Dilê me êþîyaye lê em serbilindim. Ez û tu ji heman herêmê ne. 35 sale tu û malbata me hevdû nas dikin, tu bi xwe jî vana giþa dizane. Li Dêrikê, Qoserê û temama berîya Mêrdînê kî bi kurdî nizane ku ez nizanibim? Li kîjan gundî kîjan malbat bi tirkî dipeyive ku malbata min bi peyive? Nuha li Dêrikê tu mirovan ji malbata te kurdî jibîr kiri ye ku ez nehatama Swêdê min ê li Qoserê kurdî jibîr bikira? Tu jî rastîyê dizane lê tu bi vê îddîayê sermîyanekî ji xwe re çê dike, herweha bersiva xwe xurt dike.
Heta îro, cara yekemîn sê sal berê min nivîsek li ser vê mijarê nivîsî û cara duda jî hefteyek berê. Ango bi giþî du nivîs tenê. Lê we bi sedan, bi hezaran nivîs nivîsîne û ev fikrên xwe gotiye. Çima du nivîs tenê heqwas bi we giran tên, tahdê li we dikin?
Ez êrîþî welatparêzan dikim an hûn? Bû mesela yê ku got ‘gurîko navê min li te, kumê te jî li serê min!’
Min fam ne kir gelo di nivîsa vê mijarê de berjewendîyên min yên þexsî, yên ku tu bahs dike çi ne?
Min di jîyana xwe de bi tu awayî sofîtî û murîd tî ne kiri ye. Ez her dem bi fikir û ramanên azad jîya me. Lê 30 sale hûn bi xwe murîdtîya þêxê miþayix dikin.