Kurdistan di demek aloz da derbaz dibe. Alozî di vê sedsala dawî de xwe ji Kurdistanê kêm nekir. Li bakûrê welat di van 25 salên dawî de þer kêm nebûye.
Di destpêka vî þerî de asoyê me gelkî zelal bû. Hevîyên me, li asoyên me ji ronahîyê diçirisand in. Her ku þer duvdirêj bû, ronahîya hevîyên me li asoyên me ketin nava mij û moranê.
Þer duvûdirêj dibû, bergorîyên me pirtir dibûn, lê belê daxwaz û hêza me kêmtir dibûn. Analîzeka li gor zanistî û logîka zanistîyê ji rêxistinên me nedihat. Kesên di rêxistinan de her li dûv serokê xwe diçûn. Pirs jê nedihatine kirin. Kesî nedigot: ji ber çi?, çima ? Em berê xwe digûhirin û dest ji daxwazên xweyî berê berdidin.
Eger ku hinek kes van pirsa bikira diva bu ku ji êlê jî veqetîya na. Ji ber pirs û fikrên ne li gor rêxistinê qedexe bûn. Xwedîyê van pirsa piþtî veqetandina xwe diva bû ku demek bi serê xwe bimîn in. Tevgerkirinek nû û avakirina hêzeka nû bi ser nediket. Eger di destpêkê de derfetên bi serketina wan hebûna; rêxistinê bi çekdarî li wan dida ta ku ew wê hêza xwe hûnda bikin.
Ev rewþ bi temamî mîna damezirandina komara tirkî bû. Di damezirandina komara tirkî de jî û heta 20-30 salî þûnde jî ti kesî nikaribû partî û rêxistinek ji mustafa kemal cûda ava bik e.
Ma gelo çima me ronahîya li asoyên xwe hûnda kir û di cîyê ronahîyê de mij û moranê danî ?
Di siruþtê de parsengî ( hevkêþeyî ) heye. Dema mirov daristanan biþewtîne ji rewîran re ( heywanan re ) cîyê jîyanê namîn e. An jî dema mirov rewîrekî kêm bike, rewîrêk din pir dibe.
Ev rastî di polîtîkayê de jî heye. Dema serokek gelkî bi hêz be, rêxistin û endamên wê rêxistinê ji hêz dikevin. Dema yek tenê xwedîyê fikr û ramanan be, ew dê kesên din yê di rêxistinê de ne wêrek û ne xwedîyê ti raman û fikran bin. Ev rastîyeka zanîstî ye. Dema fikr-raman tenê ji mafê yekî tenê be, kesên din wêrekîya afirandina fikr û ramanan nikarin li xwe derên in. ji ber parsengîya siruþtî li wê deverê xwe hunda kiriye.
Bîr û bawerîya çavkorî rengê girêdanê yê kevneperest e. Di tekilîyên ciwakên nûjen de tekilî di parsenga siruþtî de ne. Li gor ciwakên nûjen partî û rêxistinên nûjen di konferans û kongran de biryaran digrin û her kesek, ta serok û sekreter jî, bar digir in sermilê xwe ku van biryaran cîbicî bîn in.
Piþtî niviseka min yekî ku ji wan partîyan e, ji min re E-Mail þand û digot: gelê me nezan e, ew tiþt serê gelê me tevlîhev dikin, bawerîya gelê me diþikîn in. Wî kesî ji min dixwest ku ez wan tiþtan, tiþtên ku wî rastîya wan dipejirand, ji gel re nebêjim û dîyar nekim. Ew kes mîna rewþenbîr derdikevin pêþ me. Gel di çawên wan de mîna zarokan dixûyê. Ji ber vê nêrînê jî ew xwe li hemberî serok û sekreterên xwe mîna zarokan dibîn in.
Demekî em bala xwe bidin welatê israîl. Hawerdora wan bi komarên dijminên wan dorpêç kirî ye. Dîsa jî ew tevekên pirsgirêkên xwe datîn in ser masê û her yek çê û neçêya wê pirsgirêkê tîne ser ziman. Heger berpirsyarekî/ê di ciyekî de an jî di karekî de biryarek þaþ dabe û bûbe sedemê hin þaþîyan, ew kes bi her hewayî tê rexne kirin. Ew zelal bûn, hêza demokrasîya israîl di hundirê xwe de, yanî li hember gelê xwe dide xûyakirin. Ji ber vê yekê jî îsraîl li rojhilata ( li hundir, li hember gelê xwe ) nêve welatê tewrî demokrat tê nasîn e. Lê mixabin welatê Îsraîl vê demokratîyê li hember gelê filîstîn naêxe praktîkê.
Karên bi gel re û karên ku bercewendîyên gel têkildar dikin divê ku li ber çavan û ji nîqaþê re vekirî bêne meþandin. Ji ber, tenê bi vî hawayî mirov dikare rê li ber kesên ku dixwazin bercewendîyên xwe li ser navê gel bi rêxistin bikin û bidin meþandin bigre. Li her cîye ku bi rêvebirina wê ne zelal tê meþandin kes û grub rê û derfetan ji boy bercewendîyên xwe dibînin. Ev rê û derfet tenê bi hawayê zelalîyê û ji kontrolê re vekirinê têne girtin.
Ji lewra divê, kîjan rêxistin dibe bila bibe, her rêxistin û partî karê xwe zelal bimeþîn e. Ew rastî ji her kesî re divê derbasbûyî be.
Aso divê ronahîyê bibarîn e. Asoyê ku ronahîyê nebarîn e, nikare bibe asoyê tekoþîna gelê kurd. Di asoyê gelê kurd de ronahî serxwebûn e, azadî ye, demokrasî ye û zimanekî standard, yê ku ji tevekên beþên kurdî pêkhatî ye.
Mustafa kemalê tirka, seddamê ereba û xumeynîyê farisa her tim ew kes û hêz bû ne, yên ku lê gerîya ne li asoyê me ronahîyê vemirîn in û tarî bikin.
Kî bixwaze, car din wan mîna demokrasî û ronahîyê li asoyê me kamufle bike, ew rola gûrê di çîroka 'þengê-pengê-qalîçengê de dilyîz e.
Mîna tê zanîn di çîrokê de dayika bizinan ew dê biçe zozanan da ku þîr biêxe gûhanan. Berî biçe ji zarokên xwe, yên ku navên wan þengê, pengê û qalîçengê ne, re dibêje:
Þenga min, penga min, qalîçenga min
Dayik diçe zozanan
wê þîr biêxe gûhanan
ew dê bê
û þîr bide van delalan
Û berdewam dike: dema ez ne li mal bim, hun derî ji ti kesî re venakin baþ e? Û dema ez hatim ez dê li ber derî bibêjim:
þenga min, penga min, qalîçenga min.
Dayik tê ji zozanan
þîr xistîye gûhanan
ew dê bide delalan.
Dûvre hun dê derî vekin baþ e?
Li ser vê yekê þengê, pengê û qalîçengê dibêjin baþ e.
Mamê gûr di qulika derî de li wan gohdarî dikir û di zanî ka ew dê zarok bi çi hewayî derî vebikin.
Mamê gûr diçe ser poxanê ji xwe re du pepikên bizina dibîne. Duvre diçe mala pîrê pepikên xwe di nav arvanî de dadike û tê ber derî û gazî dike û dengê xwe ji dike mîna yê diya bizinan.
Þenga min, penga min, qalîçenga min
dayik têye ji zozanan
þîr xistiye gûhanan
ew dê bide delalan
Zarok derî vedikin û mamê gûr wan diêxe zikê xwe. Û çîrok bi vê hewayî berdewam dike.
Ew çîroka çanda kurdî ji boy zarokan hatiye gotin, lê belê felsefek wisa kûr tê de heye ku mezin heta polîtikvan divê encaman ji vê çîrokê derbixin. Çîrok ji me re dibêje ji her kesî bawer nekin û haja xwe ji maskên ser çavên kesên nêzî xwe hebin.
Hinek dixwazin bi asoyê me wisa bi vî hewayî bileyzin. Lê belê mamê gûr di xeletîyek gelkî mezin de ye. Ji ber zarok êdî mezin in û heta bûne xort û ciwan.
Di aso ye me de roja ku li ser ala kurdistanê ye heye û ew roj tarîyê li pêþîya xwe diqetîne û di çavên me de ronahîyê datîne.
Ne tirkiyek e demokratîk;
Di asoyê me de kurdistan û serxwebûn heye.