Bê þer hem mêrin, hem jî þêrin

Min demek berê bihîst ku malpereke kurdî nû vebû ye. Min meraq kir gelo armanca vê malperê çi ye, çi li cem birêvebir û nivîskarên wê heye û dixwazin çi bidin gel… Min li çend nivîsan nerî, piþtî çend hevokan min bersiva van pirsan dît…

Birêvebirê malperê dibêje, ‘PKK ya ku ev 30 sal in þer ji bona tunebûna kurdan dikin ...’ Yên di vê malperê de dinivîsin heman fikrê diparêzin û gelek nivîs li ser vî esasî tên nivîsandin.

Van mirovana kesên ne PKK’yî ne û di 1980’yî de, piþtî darbeya leþkerî çûne Ewrûpa. Berî herin, partîyên wan û PKK þerê birakujî dikirin. Lê îro ne ew þer heye û ne jî partîyên wan. Lê ev mirov hîna jî heman tiþtî dibêjin.

Birêvebirê vê malperê di nivîseke din de wiha dibêje, ‘... tiþtên herî xerab ku em ew kesên ne PKK yine bê helwest in.’ Belê ev 30 salin li Ewrûpa heman tiþtî dibêjin lê 30 mirov li fikrên xwe zêde ne kirin e.

Piþtî hewqas sal, ev mirov edî tên welêt û diherin. Di nava gel de dikevin rewþên xerab. Weke mere ew xistibin qutîyekê an hefsekê, têkiliyên wan 30 salî ji dinyê qut kiribin û dawîyê derxistibin, hîna jî weke xwe ne. Di civatan de, di mijarên sîyasî de gel li wan þaþ dibin. Gelek caran di navbêna wan û gel de dilmayî çê dibe, xort û xortik ji xwe re heneka bi wan dikin, li paþ wan teqlîdê wan dikin û bi wan dikenin. Herweha malbatên wan jî ji ber wan fedî dikin. Ji bilî hatina wanî yekemîn, gel nema dihere cem gelekan ji wan û ji wan re nabêjin ‘hûn bi xêr hatine’.

Ji wê demê û vir de di sîyaseta kurdan û ya navnetewî de, di îdeolojî, raman, çand, huner, ekonomî, sosyal, dînî û coxrafî de, bi kurtayî di her warên jîyan û civakê de guhertinên mezin pêk hatine. Bifikirin 30 sal... Ev guhertin xwezayîya dîroka mirovahî ye, dîyalektîk materyalîzm bi xwe ye.

Þoreþgerên kurd bûn û dîyalektîk materyalîzm bi dijwarî di paraztin. Gotina ku ‘her tiþt tê guhertin, tiþtê ku nayê guhertin, qanûna guhertinê ye’ kiribûn slogan jî xwe re. Lê yên ku guhertinên di civakê de nabînin, yên guh û mejîyên xwe ji guhertinan re girtine ewin. Yên dijîtîya prensîbên dîyalektîkê dikin ewin. Yên herî muhafezekar û statîk ewin. Û yên herî kevneperezt jî ewin.

Li Ewrûpa dijîn, ku Ewrûpa navenda medenîyet û demokrasîyê ye, lê yên herî dûrî medenîyet û demokrasîyê ne dîsa ewin.

Gelekî xerîbe dema van mirovanan ji Kurdistanê vedigerin Ewrûpa, di sohbet û nivîsên xwe de qet bahsa rewþa ku li welêt tê serê wan nakin. Qet bahs nakin ku mirovekî bi tenê jî di fikra xwe de nabînin. Dilmaya di navbêna xwe û malbat û hevalên xwe yên berê de, kenên ku xort û xortik bi wan dikin qet bahs nakin. Lê ew hinek rexneyên gel li gorî xwe þirove dikin, rengên xwe didinê û dikin mijara nivîs û sohbetên xwe. Nivîs û sohbetên xwe dixemilînin û dixin rewþekê ku temama Kurdistanê weke wan difikire.

Bê gûman rexne mafê her mirovî ye. Bi taybetî mafê mirovên rewþenbîr e. Lê divê mirovên rewþenbir peþveçûn û guhertinên di civakê de jî bibînin. Bê gûman kêmasî û þaþîyên her rêxistin, gûrûp, þexsîyet û sazîyan hene. Lê nayê wê wateyê ku kar û xebata tê kirin giþ þaþe.

Divê ‘entellektuel’ xwe ji nerînên reþ û spî xelas bikin. Gerek tucarî neyê jibîr kirin ku qîmetê nerîna ‘reþ û spî’ yê ronakbîrî tune ye. Ango zarok jî êdî nema ‘reþ û spî’ dibînin û nema li nerînên wiha guhdarî dikin.

Mirov bi helwesteke ronakbîrî dikare bêje ‘ez demokratîk konfederalîzmê þaþ dibînim’. Û sedemên wê bi helwesteke ronakbîrî ji xwendevanan re îzah bike. Lê gotina ‘ev 30 sal e PKK jibo tunebûna kurdan þer dike’ gotineke hesan e, bê wezine, ber dîwarî ye û koranî ye.

Ya herî xerab rêxistinên ku bingeha van fikran danîne, îro navê wan nema ye, ciwanên îro wan nas jî nakin. Lê bi mîlyonan li dû PKK’ne û mûhatabê PKK îro dewlet e. Çend heb televîzyon, radyo, rojname, kovar ü sazî berhemên wan in. Bi mîlyonan li gel li dû wan e. Le hûn??? Heger hûn bi vana ne razî ne û tiþtên ku PKK kirîye temam dijî kurda ye, kerem kin hûn werin Kurdistanê û jibo kurdan kar û xebatê bikin. Hûn dibêjin ‘PKK nahêle em li Kurdistanê kar û xebatê bikin’. Lê li Ewrûpa? Ma li Ewrûpa jî PKK nahêle hûn kar û xebatê bikin?

Li Ewrûpa jî komeleyek wanî wek ya xelkê tune ye. Heger ku li weletekî Ewrûpa komeleyek bi tenê jî hebe, cîyê hevdîtin û sohbeta ye, ango weke qahwexane tê bi kar anîn. Herweha her meh li kirêya wê di heyirin. Gelo ev fikrên wan, yên ‘giranbuha û hêja’ çima têra birêvebirina komeleyekê nakin?

Ne komele, ne rojname, ne kovar, ne radyo, ne telewîzyon û ne tiþtek... Hûn bi xwe dibêjin ‘em yên ne PKK’yî bê helwestin’. Nexwe derdê we çi ye? Heger hûn bê helwest bin, hûn doza helwesta çi li gel dikin? Heger ku fikrên we, hûn bixwe ne kiribin xwedî helwest, hûn çi ji kê dixwazin ez benî? Hûn bi hiþê xwe ne? Hûn zanin hûn çi dibêjin? Heger hûn li welatên demokratîk, welatên Ewrûpa ku her derfet û alîkarîyê dide, bê helwest bin, ji xwe li Kurdistana ku bi tanq û topa hatîye îþgalkirin hûn qet nikarin tiþkî bikin.

Herweha ‘þaþ’îyên PKK’, ji ‘rastîyên van mirovan’ bêtir bi kêrî kurdan tê û hatî ye. ‘Rastîyên’ ku li Ewrûpa nikaribin komeleyekê ava bikin, ji ‘þaþîyên’ ku di bin tanq û topan de tên kirin hîn xerabtirin.

Biqasî em dibînin, dema ku PKK zeîf dibe, ew jî zeîf dibin. Lê dema ku PKK bi hêz dibe, gotinên wan jî bi hêztir û tûjtir dibin. Ango hebûna xwe li ser PKK ava kirin e. Wer xuyaye heger rojekê PKK ji holê rabe, vana jî wê bi tûmî wenda bibin.

Wan li welatên Ewrûpa dinyake biçûk ji xwe re ava kiri ne û ji xwe re têde dijîn. Dûrî her tiþtî...Ango li paþ çîyayê kaf, di guhê gê de.Ne þer û ne jî aþtî.

Gotineke heye, dibêje ‘yên ne di þera de bin mêrin.’ Lê van mirovên me hem mêrin û hem jî þêrin. Her bijî ji we re!


Yazar: Salih Agir Qoseri
Tarih: 2008-10-15


Bu Köþe Yazýsýnýn yer aldýðý yer: Kurdistan-Post.Org (Com) Kürdistan'in Özgür Sesi
http://www.kurdistan-post.com

Bu Köþe Yazýsý için adres:
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=1517