Pêþdîroka Welatê Îrlanda
Hêj berî mîlada Îsa bi 10 000-7000 mirovan li Îrlanda kolanan ava kiribû. Berî mîlada Îsa (bmî) di sedsala çaran de jî gelê ‘Gael’î koçberî vê derê bûye.
Cara yekem di sala 1169 girava îrlandî ji alîyê artêþa Anglonormana, ya ku ji boy qralê înglîzî þer kiriye, ve hatiye bindestkirin û pirsgirêka Irlandî bi vî hawayî dest pê kiriye.
Li gor peyama ku qralê înglîzî û yê îrî wê demê di nav xwe de çêkirin e; tene derdora paytexta Dublînê ji qralê îrî re dimîne û yê mayî baronê anglonormana dikarin bikin malê xwe. Hêj di sala 1250 de du par ji sisêyan erdê îrî ketiye destên baronên ( axa û beg ) anglonormana. Li anagora destura ‘Kilkeny’ ya ku di sala 1366 da hatiye meþandin zewaca di navbera îrîya û înglîzîya de hatiye qedexekirin û zimanê îrî galî ji hatiye qedexekirin.
Piþtî 1539 a zordarîya li ser îra, yên ku ji alîyê olî ve katolîk in,ji hêla înglîzîyan ve, yên ku protestan in, xurt dibe heta dêrê wan têne talankirin. Dîsa di vê demê de qralê înglîzî yî Heinrîch VIII xwe mîna qralê îrlanda û serkêþê dêra îrî yê katolîk dîyar dike. Bi wî hawayî bingehê þerê niha yî yê di navbera protestan û katolîkan de hatiye çandin.
Di serhildana îra ya sala 1649-52 da îrî bi ser nakevin, lê belê dîsa ji azadîya olî bi dest dixin û di karin li anagora katolîkîyê biçin dêra xwe. Ji alîyê polîtîk ve tu azadîya wan tunebû û ziman û mûzîka wan hêj jî qedexe dimîne.
Di sala 1782/83 de cara yekem welatê Îrlandî bi rengê autonomîyê bûye xwedîyê yasayekê. Di bin bandora þoreþa fransî û ya emerîkî de îrî bi serhildanê rabûne. Piþtî vê serhildanê îngilîstan hebûna parlemena îrî bi dawî anîne.
Car din serhildan di sala 1845-50 de pêk hatine. Di vê demê de li Îrlandayê xela jî peyda bûye û di encam de ji 8 mîlyonan, 2 milyon kes mirine û li dor 1,5 milyon jî koçberî Emerîka bûne.
Sala 1870 de di bin navên partîyên nû yê ‘’Fenian’’ û ‘’Home-Rule’’îrlandî li dijî îngilîstanê þer dikin. Ev þer jî bi ser nakeve û di encam de partîya radikal ya ’’Sinn Fein’’ tê damezirandin. Sala 1914 a ‘’ Home rule ‘’ ( destura auotonomîyê) tê meþandin. Lê belê îrî di vî þerî de jî bi ser nakevin û ‘’ Home Rule’’ disa nayet meþandin.
Di sala 1916 da îrî car din serî radikin û parlamena auotonom ya li Dublînê diêxin destên xwe; lê belê ev serhildan jî tê þikandin û serkêþê serhildanê têne lidarxistin.
Di dengdanê sala 1918 da partîya îrî (Sinn Fein: bi galî tê wateya ‘’em bi xwe’’) bi ser dikeve û çûn û di parlemena inglîzî ya li Londonê runiþtine napejirînin û ji xwe re li welatê xwe parlemenekî didamezirînin.
Piþtî vê bûyerê þer di navbera îra, di bin pêþengîya IRA de, hêj du salan berdewam dike.
Di sedsala 20- de (6.12.1921) Îrlanda dibe welatek azad û azadbûna wî ji alîyê înglîzîstanê ve jî tê pejirandin.
IRA ( Artêþa Îrlandî ya Komarî )
Lê di encamê vê azadbûnê de welatê îra jî dibe du perçe. Li anagora peyama Anglo-îrî 26 heremên îrî bi ser Îrlanda azad ve dimînin û 6 heremên mayî di bin serwerdahîya Înglîstanê de dimînin.
Bi vê perçebûnê hêzên îrî ji hev perçe dibin. Sinn Fein dibe dû perçe û perçê ku vê peyamê diparêze tevgêra xwe di bin navê ‘’Fine Geal’’ ( malbata Îra ) û yên ku li dijî vê peyamê ne jî xwe di bin navê ‘’Fianna Fail’’ ( hevalê bext).
Ev þerê nav xwe gelkî hiþk û bi xwunrijî derbas dibe û heta sala 1922/23 ya berdewam dike. Di dawîyê de yê ku peyamê diparêzin bi ser dikevin.
Piþtî ku Fianna Fail di dengdana 1932 da bi ser dikeve, destureka nû tê pejirandin û welatê îrlanda bi navê xwe yî fermî ‘’Eire’’tê dîyar kirin. Di 1949 da komara îrlanda tê dîyar kirin.
Piþtî van bûyêran pirsgirêka bingehî ya Îrlanda bakur dest pê dikin.
Mafê gelê katolîkên Îrlanda bakur di dengdanan de, di bicîkirina malbatan de, li ser kar û di perwerdehîyê de tê binpê kirin.
Katolîk li Îrlanda bakur kêm netewe ne. Tevgêra IRA xwe ji boy mafê wan saz kiriye.
Îrlanda Bakur
Piþtî ku IRA li girava îrlanda li dijî di þerê li dijî peyama bi înglîzanre bi bin ketin, hêza wan di nav gelê îrî de her kêm bû.
Di roja 12.08.69 de li bajarê Derry protestanten katolîk, yên ku xwe înglîz dibînin û dixwazin perçek ji înglîzistanê bimînin, þahîya sersala azadkirina bajarê Derry ya 280-emîn pîroz dikirin; êrîþî katolîkên bajar kirin û katolîkan provake kirin.
Li ser vê bûyerê katolîkên bajarê Derry barîkata çêdikin û þerê barîkata û kolana di navbera katolîk (îrî) û protestandan (înglîzî) de dest pê dike. Ji boy piþtgirîya îrê bajarê derry li bajarên din yên îrlanda bakur ji þer dest pê dikin. Þerê herî balkêþ jî li bajarê Belfastê çedibe.
Piþtî ku ev þer du rojan dom dike, hikûmeta federal ya îrlanda bakur alîkarî ji artêþa înglîzî dixwaze. Artêþa înglîzî dikeve navbera wan her du alîyan û di destpêkêde wan ji hev diveqetîne.
Di encamê van bûyerande gelê katolîk(îrî) dibîne ku IRA wan bi tenê heþtîye û piþtgirîya wan nekirîye.
Hetanî van bûyêran IRA her hêza xwe hûnda dikir; lê belê piþtî van bûyêran IRA ji hev cûda bû û bû du IRA.
Ji van yek Provisional IRA ye, ya ku militarist û mihafizekar e.
Ya duyemîn jî OfficialIRA ye, ya ku ideolojîya marxsîzmê diparêz e.
Piþtî demekê dîyar bu ku IRA-ya Provisional, yanî mihafizekar xurttir bûye û pêþengîya gelê îrî ew dê bike.
Dîsa li bajarê derry di 30.01.1972 de di xwepêþandinekî de artêþa înglîzî14 îra, yen ku 2 ji wan zarokin, dikûje.
Di 24 adara wê salê de hikumeta înglîzî hikumeta federal ya Balfastê fesh dike û di þûna wê de yeka din li Londonê ava dike.
Di 21.06.1972 de li îrlanda bakur IRA 21 bombeyî di rojekî ( Bloody Friday ) de dide teqandin.
Bi wî rengî bi rengê þerê garillayên bajêr IRA li dijî zordarîya înglîzî tekoþîya.
Partîya Sinn Fêin ya ku mîna hêza IRA yî polîtîk tê nasîn piþtî dengdana 2005-an partîya herî xurt li heremê ye.
Êrîþê IRA yên bombeyî bigelanperî karakterên xwe yî sembolik hene.
Dawîk
Di dawîkê de divê ku mirov bibine kêmneteweyek gelkî hindek, ya ku perçek ji ingîlîztanê tê dîtin, çewa dikare tevgêrên bajarwanî ava bike û hêzek ya mîna brîtanî tîne wê dewerê ku bi Sinn Fêin a îrî re ji boy lihevhatinekî li hev rûnê.
Di vir de gelkî girînge ku mirov bibîne ka çewa û bi çi metodê IRA û Sinn Fêin xwe tevgêr dikin û dilivînin.
Ya herî balkêþ ewe ye ku endamên IRA yê û Sinn Fêin li gorî yên kurdî çewa bi dilsozî bi tevgêrên xwe ve girêdayî ne.
Endamên IRA di girtîgehan di salen 70 de berxwedanen bêhempa kirin. Di rojîyên birçîbûnê de gelek endamên wan mirin, lê belê heta dawîyê daxwazên gelê xwe parastin.
Dujminên IRA yê ji wê gelkî ditirsin û dostên wê jî jê hez dikin. Dema endamek an jî alîgirek IRA yê kiryar an jî berxwedanek baþ kir, ew dê xelatekî an li ber derîyê xwe an jî di qutîka posta xwe de bibînin. Bi wî hawayî ji boy karên baþ IRA kesa bi xelat dike.
Yan dî yî balkêþ ewe ye ku ka çewa IRA xwe tevgêr dike. Di wir de jî dema mirov bifikire tevekê irlanda bakur 1,5 milyon kes dijîn, divê mirov bibîne ku bi rengekî gelkî balkêþ dikarin xwe li bajaran tevgêr bikin û xwe ji êrîþên polîs û sixûrên înglîzî bi serkeftî biparêzin.
IRA xwe bi rengê xala tevgêr dike. Her xalek bi serê xwe xwe tevgêr dike. Dema kes û kom ji IRA-yê veqetin IRA wan mîna xayîn bi nav nake û bi vî rengî gelek partî û tevgêrên piçuk hene. Ev hêza ji alîyê IRA-yê heta îro, bi rengekî wisa mîna ku pkk yên ji xwe veqetandî dibîne, nayên dîtin.
Ev hêzê veqetîyayî û IRA ji ber nîqaþ û alternatifên wan ji hev re hev bi hêztir dikin. Ji ber mantiqê wan ne dijminê hev û din e.
Rewþa wan ya tevgêrî û polîtîk û rengê tekoþîna wan dibe ku dikare çirayek li pêþîya me pê bixe û ber me hinek ronî bike.
Yazar: Bijîþk Bengîn
Tarih: 2008-09-07