Ergenekon û Kurd

Dadgeha Tirkî doza li dijî rexistina Ergenekonê pejirand. Gelek tiþtên eceb û xerîb dertên ber ronahîya rojê.

Ergenekon û hebûna tevgerên terorê di nav dewleta Tirkî de ne tiþtek nû ye. Tiþtê nû, pejirandina hebûna wan û kêþandina wanî li ser dika dadgehaye.

Bila tu kes bawer neke ku dewleta Tirkî rovîyên nava xwe paqij dike; na xêr, roviyên dewleta Tirkî wisa bi operasyonekî didoyan nayên paqijkirin. Ji ber ev gemara di nava rovîyande xwe berdaye ta nava hûndirên hestîyên wan.

Divê ku em hay ji xwe hebin ku ev gemar di bin navên dîn de xwe ne gihîne nav dil û berê me jî.

Ji ber ’’Ergenekon’’ navê sîstemekîye û ne tenê mîna ku Tirk dixwazin wê bifroþin me ‘’ çeteyek di nav dewletê de ye’’.

Bi rastî ew navê çeteyekîye, lê belê ew çete ne ev çeteyê ku ew niha dertînin ber çavên me. Ji ber dîroka vê çeteyê bi kemayî bi sedê salan duv û dirêj e. Yên ku hatine girtin jî, ew dê bergorîyê ku êdî bi kêrî ’’Ergenekon’’ê neyên, bin. Ev tiþtê ku ew bi vê operasyonê dertînin ber çavên me, bi rastî xalek gelkî piçuk ji ‘’ergenekon’’ a rastîye. Hêj bi seda xalê wisa divê derkevin holê, da ku em karibin ‘’ergenekon’’a tam bibînin.

Divê em ji boy naskirina van kiryarên dawî, bi çavên vekirî û zanistî li bûyêran binêrin. Operasyona ’’Ergenekon’’ê operasyonek kontrolkirî û bi erêkirina artêþ û hikumeta Tirkî hatiye pêkanîn û domahîka wê jî ew dê wisa berdewam bike. Yanî artêþ û hikumeta Tirkî ji berê operasyonê li ser ajotin û dawîya wê li hev hatine û dê operasyon li gor lihevhatina wan berdewam bike.

Dema serokê artêþa Tirkî yê niha berî çend salan bû serokê artêþê, berberîyeka dijwar di nav artêþê bi xwe de li dijî wî pêk hat. Wê demê hinek hêz di nav û li derveyî artêþê li dijî serokatîya wî bûn. Gelek piþtpal (dokument) hatin weþandin, ku qaþo ew yekî bi eslê xwe cihû (yahudî)ye. Ev hêzên li dijî wî bûn propogandek dijwar li dijî wî dikirin û heta dawîyê li dijî wî hamberîya xwe domandin. Û wê demê serokê artêþê yê niha Buyukanitî gotubû ku ‘’ew dê rojek were ku ew dê vê defterê dîsa veke’’. Ez bawerim ku niha wî ew defter vekir û ev rûyekî din yê vê operasyonêye. Ji ber vê jî tenê alîyekî ’’Ergenekon’’ê tê vekirin û alîyê din tê parastin; ji ber wî bi Erdoganî re li ser wî alîyî bazar kir û ew alî tê taswîye kirin.

Lê hima ev operasyon tewekê gemarê dernaxê ber rûyê rojê. Tenê perçek ji gemarê, ji ber ev perçe dibe ku kelemek li ber çavên hêzên navnetewî jî bû.

Ji ber hêza ’’Ergenekon’’ê hêza Kemalîzmê yî rastî ye. Bi rastî ew dîyarî ber çavên me dike ka Kemalîzm di rastîya xwe de çi ye. Ji ber Kemal Atatûrk bi xwe hêzeka wisa pêk dianî, ya ku bi çeteyê Topal Osman dihat binavkirin û dûvre ji alîyê Kemal Atatûtrk bi xwe ve hatiyê taswîye kirin, yanî hatiye kûþtin.

Ji ber hêzên wisa piþtî demekê pêdiviya xwe namînin û mîna bar têne dîtin.

Çi dibe bila bibe ev operasyon li dijî hêzeka bi gemar hatiye kirin û tenê tilîyek be jî, ew tilî ketiye bin kêra operasyonê û ev tiþtekî positiv e.

 

Çi dibe bila bibe, ev ’’Ergenekon’’ciyên ku hatine girtin destên wan di kuþtina bi hezaran welatparêzên Kurd de heye. Eger ko dijminekî me li dijminê meyî din didin, ma gelo çima em dê ne bi vê lêdanê re bin ? û çima ev dê li dijî berêz Cemil Bayik be, nakeve nav wateya tu logîkê ku erênî dikare lê hûr bive an jî bifikire.

Ev operasyon ji kur tê û ji alîyê kîjan hêzan ve tê kirin, meriv dikarê li ser vê gelkî nîqaþê bike û gelek tiþtan bibêje, lê belê derfetên wê erênî û posîtîfin. Di dawîyê de divê ko ev yek ji boy me sedemê biryara position girtinê bin.

Qels bûna þerê teybet anjî teþhîra wê karek erenîye.

Topal Osmanê hemdemî têne sizakirin xwezîya me bi bûyerek wisa bi serê Osmanê qop e.


Yazar: Bijîþk Bengîn
Tarih: 2008-07-30


Bu Köþe Yazýsýnýn yer aldýðý yer: Kurdistan-Post.Org (Com) Kürdistan'in Özgür Sesi
http://www.kurdistan-post.com

Bu Köþe Yazýsý için adres:
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=1438