Kurdîstan; yan Aþîtî yan Azadî

Tenê li ser lihevhatinên di nav Eraqê de Kurd dikarin bigihîjin xewna xweyî serxwebûnê

Joost Hiltermann

Piþtî þerrê Eraqê yê dawî her du partîyên Kurdî, yê ku demekê çiyayên Kurdî di bin destên wan de bûn, niha bûne yên ku li Baxdayê Qrala çê dikin.

Bêyî wana hikumeta merkezî nikare bê ava kirin. Rola wanî nû ji wan re karîbûnên nû vedike, ya ku tê de ew dikarin armancê xwe yî kevn pêk bînin.: Ew jî eve ne ku, berfireh kirina erdê di destên wan de û bi vê re jî bi dest xistina ressourcen nû, yên mîna petrol, xaz û ava vexwarinê; ji alîyên din ve jî berfireh kirina fermana di destên xwe de ya li ser vê derê. Ev yaka jî dê derfetan ji bo na dewletek Kurdî ya serbixwe vebike, ya ku tê de dê derfet ji Kurdan re vebibe erdên çiyayên Kurdî, yên ku xêr û bêra wan kêm e, bi erdên xêr û bêr berfireh bikin.

Mirov dikare bibêje dibe ku Kurd ecebnemayî mabin; çewa wisa bi zu serokên wan, yên ku demekê pêþmergên çiya bûn, li baxdayê bûne hêza desthiladarîyê. Ne tenê serokatîya Eraqê, cîhgire serokwezîr û serokatîya artêþa Eraqê û tevekên hêzên þerr û wezîrê derve, le belê li gel vê bi hezaran institionên piçûk, yên ku ne li ber çavin lê belê giringîya wan gelkî mezin e û hêj serokatîya hêzên ewlahîyê û sixurîyê jî di destên wan de ye.

Lê hima dîsa jî Kurd naxwazin tevekê Eraqê têxin bin desthiladarîya xwe. Hêj jî tekoþîna wan mîna berê xwe li ser bingeha rizgarîyê bi cî kiriye. Bi vê derfetê ew dixwazin bi hêza desthiladarîyê, ya ku wan li Eraqê bi dest xistiye, ji boy du tiþtan bi kar bînin. Berî her tiþtî ew dixwazin pêþîya desthiladarek xurt, ku li Baxdadê çêbibe û karibe zorê li Kurda bike, bigrin; ya dûdoyan jî ew dixwazin derfetên avakirina welatekî serbixwe zêde bikin.

Niha her dû armanc jî ji Kurdan re piçikek nêzîktir bûne. Wan karibîye desthiladarîya xwe yî heremê ( Kurdistan ) xurttir bikin û desthiladara Baxdayê ji hûndir-ve bi qewêrin û nava wê vala bikin. Lê hima ew leyistikeka bi rîsk e: kî dewletê qels bike, wan hêza xwedî dike, yên ku dixwazin wê deverê ji hev veqetînin, û rîskê nû peyda dike, yên ku ewlehîya Kurda û Ereban xera dikin. Kurd hêj niha kevanê ( kevanê tîr û kevanê )zêdeyî heddê wê dikþînin. Bi daxwazîyên wan yên ku li ser Kerkûk û deverên dî, hêj ji vêgavê-ve wan dest pê kiriye dostên xwe acis bikin.

Nakokîya di navbera armancên demkurt û demdirêj de ( auotonomîyek pêþketî û ber bi dewletek serbixwe-ve), û nakokîya di navbera ewlekirina bi destxisinan û hêj bi dest xisinê de, xwe mîna lokomatîvek pêþeng di diroka Kurdî de dikþîne. Ji ber trajedîya stratejik ya Kurda him Mesud Barzanî yê seroka Partî Demokratî Kurdistan û him jî Celal Talabanî yê serokê yekîtî Neþtimanperwerê Kurdistan biryar girtine, merkezên partîyên xwe li heremê çîya bi hêlin û bar nekin bajarên Hewler û Suleymanîyê.

Her tim dema desthilatdarên nû li bexdayê werin ser hikm, Kurd lê digerin karîbûnên xwe ji nûv-ve bi pîvin û bi Baxdayê re têk diçin. Her car mîna berê dîsa daxwazên wan ji boy ‘’ qedera xwe tayîn kirinê’’ an jî self determination li dîroka wan û li erdnigarîya wan dikeve. Piþtî þoreþa Eraqê ya 1958 Mustafa Barzanî, damezranderê tevgera Kurdî ya netewî, ji sûrgina sowyetê vegerîya welatê xwe. Desthilatdarê nû yên milîtar bi guhekî li wî gohdar kirin, lê di demek kurtte xûya dibu ku her du alî, yen ku ji nûnertîya bercewendîyê netewên xwe dikirin, nûnerên bercewendîyên ku nakokîya hev dikirin dikin. Kurt þûnde hêza artêþa Eraqê ya hewayî dest bi bombe barankirina gûndên Kurda kirin. Gelê ku li deverên wêrankirî jîyan dibûn hatin rûxandin. Gelek aktîvîstên kurd an hatin eþkence kirin an jî hatin kûþtin. Hikumeta Baxdayê programê xwe li ser hawayê klasik ava kiribû: bi tûnekirina Kurda pirsgirêka Kurdî çareser kirin.

Dema sala 1968-a Beas hate ser textê desthilatdarê, textê wan hêj cîyê xwe baþ negirtibû. Mustafa Barzanî vê qelsîya wan baþ nas kiribû û li ser vê yekê autonomîyeka gelkî pêþketî bi wan dabû îmze kirin. Lê berî ku ew têkeve pratîkê krîza petrolê 1973 dest pê kir. Hatînîyê petrolê xizîna dewletê tijî kir û ev yaka jî hêza ku karibin autonomîyê neêxin pratîkê da wan. Li ser vê yekê Kurd kiþîyan çîyan, bi alîgirîya Îranê dest bi berxwedanê kirin. Lê dema Tehran û Bexdayê li ser nakokîyê xwe yî li ser þat-ûl-ereb ê li hev kirin, Îranê jî alîkarîya xwe yî ji boy Kurdan bi dawî anî û þoreþ jî þikîya. Melle Mustafa dîsa çû miþextê û vê carê miþexta Îranê.

Bi þerrê Eraq û Îranê re þoreþa Kurdî di fetlanokeka bi tealoke re derbas bû. Pêþî PDK a Mesud Barzanî û dûvre jî PUK a Celal Talabanî hevgirtinên polîtîk bi Îranê re çêkirin. Reaksîyonê rejîma Eraqê yên li ser vê yekê gelkî hiþk û bi xwun bû. Bi rengekî sîstematîk rejîma Eraqê dest bi xerakirina gûnda û bi karanîna mada kîmayayî li dijî þervanan û sivilan kir. Ew strategî di sala 1988 da gîþte qada xweyî bilind, ya ku têde le bajarê Halebje bi hezaran kesen sivîl hatin kujtin.

Piþtî vê yekê ji Operasyona Anfal dest pê kiribû. Operasyoneka þerrê mada kîmyavî, ya ku têde li dijî gûndên Kurda bû, ya ku temamê heremê dabû ber xwe û tevekê heremê ‘’ hatibû paqij kirin’’. Bi vî taktîkî artêþa Eraqê bi dehhezaran kesên sîvîl li hev kom kirin û ew bi rengekî sîstematîk kujtin. Serhildanvanên ku moralê wan þikestibû revîyan e Îranê. Wisa di xûya ku serhildana Kurdî ‘’Hatibû þikandin’’.

Dîsa vêjîna hereka Kurdî piçekî bi bext û piçekî jî bi xêra Operasyonên USA Emerîka-ve girêdayî ye. Dagirkirina Saddam ya Kuwaytê û reaksîyona nav dewletî li dijî vê yekê hêzên Eraqê hatibûn þikestin û mecbûr ma bûn ku ji Kuwaytê derkevin. Vê yekê derfetên nû li pêþîya þiîya li baþûrê Eraqê û pêþîya Kurda li bakûrê Eraqê vekiribûn. Partîyên berxwedana Kurdî ji miþextê di vegerîyan û li gor derfetên nû ne tenê li çîya lê belê li bajaran jî lingên wan karîbû xwe deyne ser axê. Lê belê hikumeta wê deme ya di bin serokatîya Bush de alîkarîya wan nekir. Piþtî ku rejîma Eraqê bêhna xwe berda bû, karibû car din serhildanê biþkîne. Bi sedhezaran Kurd revîyan Iranê û çîyayên nêzî sînorên Tirkî.

Bi ser van bûyeran re Emerîka biryara parastina herema Kurdî û ji hêzên Eraqî yên hawayî re biryara qedexekirina vê derê da. Demekî partîyên Kurdî û rejîma Eraqê li ser vê yekê bazarê kirin, lê di oktobera 1991 de hêzên Eraqî xwe kiþandin piþtî xetekî ku hima hima xeta sinorên autonomîya 1970 hatibû pejirandin. Piþtî vê yekê bi þeþ mehan partîyên Kurdî çûne dengdanê û hikumeteka heremî ava kirin. Bi vêna perîyodek dest pê kir, ya ku têde Kurda karibû xwe bi xwe serwerîyê bikin û dereceka þabûne cîbicî bînin. Ev dem carnan bi þerrê di navbera PUK û PDK de hete qutkirin.

Di vê demê de drama duyemîn ya Kurda dest pê kiribû. Her çi qas Kurd di vê demê de azad bûn jî û ji alîyê Emerîka û Tirkî di hatin parastin; lê belê bi rengekî bi van her dû desthilatan ve hatibûn girêdan û her du desthilat kontrola tekîlîyên wan yê bi derva re dikirin. Her çiqas Waþînton û Enqere di hejtin ku Kurd hinekî ji nûv ve welatê xwe ava bikin jî; lê belê wan rê nedida, ku Kurd aborîyeka ku Kurd karibin gava biavêjin û xwe xurt bikin û rê li ber serxwebûnê vebe. Çi dibe bila bibe diva ku Kurd xwe ji vê dorpêçanê xelas bikira. Dilþikestina wan ya mezin ji ber Kerkûkê bû.

Tevekên bazarê wan, yên li ser auotonomîyê, ji ber israra wan li ser Kerkûkê ne digihîþtin derfetekî. Ev yeka jî ne tenê ji ber semboleka di mêjî de ye. Di bîrê petrolê yê Kerkûkê de 13% tevekê petrola ku hatîyê dîtin ya Eraqê heye. Kurd xwe dispêrin ser ku ew her tim li Kerkûkê hebûne û di dema Osmanî de Kerkûk paytexta herema Shahrazoud ya Kurdî bûye. Ethnîyên din yê li Kerkûkê wan îdîaya na pejirînin. Ew naxwazin mîna kêmneteweyek di nav dewleta Kurdî de bimînin.

Þikestina rejîma Saddam derfetên nû li pêþîya Kurda vekiribû. Niha hevalbendîya wan ya bi Emerîka re karibû feydê li wan bike. Serokên Kurda li ser sê benda karibûn derfetên nû baþ bi kar bînin: ya yekemîn; wan serwerîya xwe li ser tevekê Kurdîstanê xurt kir û ji boy vê yekê wan her du hikumetê xwe kire yek. Ya duyemîn; wan xwe berda nav herema ku li ser nakokî hene, ya ku li baþurê herema auotonomî dikeve û ji sinorê surî ta sinorê Îranê diçe. Ya sêyemîn; wan xwe di nav institutionen dewleta eraqê ya baxdayê de bi cî û tevgêr kir.

Bi vê yekê ji Kurdan re lê hat ku ev karibin polîtîka Eraqê di pratîkê de bikin polîtîka ‘’Kurdîne’’. Bê yî gotina Kurdan ne mumkine ku mirov li Baxdayê bigihîje biryarekê. Divê em vê jî li ber çav bigrin ku dema destura pêþî hate holê reng û zirufê wê çi bûn. Diva ku referandumek li ser vê bihatana kirin û referandum diva ku li tevekê welat bihata kirin. Lê dê referandum ne hata pejirandin dema ku sê heremê Eraqê jê re NA bigota, di vê yekê de jî teva pê zanibû ku bi ev her sê herem her sê heremê Kurdistanê bûn. Bi vê yekê destura bingehî hatibû garantîkirin, ya ku bercewendîyê hêzê di dengdana 2005 da bi ser ketibûn. Ev ji Kurd û þiî bûn û þiî ji þiî yê ku bi navê þoreþa îslamî li Eraqê ( sciri, ji 2007 û virde navê wan bûye SIIC) hêza herî xurt ya di nav hevgirtina yekîtîya Eraqê de ne ya ku hevgirtinek sist di nav partî û kesên þiî de ye.

Ji ber heta îro parlementa Eraqê xwe bi xebata li ser desturê konsantre kiribû, ya ku li ser biryargirtina yasa û qanuna bû, Kurdan jî karibû tiþtên ji boy bercewendîyên xwe bi cî bînin. Bi serketina wanî ya herî mezin jî xala 140 ya desturê ye. Her ev yek li ser qeysek bi tealoke hatibe formule kirin jî, lê dîsa jî ji Kurdan re derî vekirî di hêle da ku ev di nav du salande karibin Kerkûkê têxin nav sinorê xwe. Di vê xalê de hatiye dîtin ku demek divê Kerkûk ‘’bê normal kirin’’ û di vê demê de divê ku Erebê ku di dema Saddam de hatine vir bêne koçber kirin bo cîyê wan yê berê û Kurden ku di dema Saddam de hatibûn koçber kirin car din vegerin ser cîyê xwe yê berê. Li dûv van bûyeran divê ku jimartina gel çê bive. Wisa dixûya ku derfetên referandumê ew dê ji berê ve xûya bûna û Kurd dê piranîyek demografîk hebûna.

Diroka xala 140 ji mere dide xuya kirin ka çewa Kurd di bingeh de mîna kêmnetewek li Eraqê qels in. Ji ber ew dikarin yasa û qanûnê ne li gor wan pêþî lê bigrin; lê belê ew nikarin di cîbicî anîna yasa û qanûnê li gor bercewendîyê xwe zorê bidin û wan bînin pêk anîndan. Li gor xala 140 hatibû dîtin ku di roja 31.12.2007 da referandum pêk bihata; ji ber normal kirina Kerkûkê bi cî nehatibû. Her di sala 2003 da hinek Ereb ji Kerkûkê vegerîya bûn cîyê xwe yî berê ji, piranîya wan li Kerkûkê ma bûn. Ya herî xerab jî gelek hindik ji Kurdên Kerkûkê yê berê vegerîya bûn boy Kerkûkê, ji ber li Kerkûkê ne kar hebû, ne avakirina bingehî hebû û ne jî jîyanek bi ewleyî hebû.

Her çiqas di sala 2005 da Kurda dengdanê standibin û bi xêra hêzê dagirker positionê girîng bi dest xistibin jî, statûya Kerkûkê ya resmî nekaribûn bigohirînin. Ji ber ew xwe naêþînin, Ereb û Turkmenan bidin bawer kirin, ew dê piþtî girêdana Kerkûkê bi Kurdistanê ve dîsa ji mafê wan re rûmetê nîþan bidin, berxwedana van kêmnetewan hêj jî xurttir bû ye. ji ber vê yekê qedera Kerkûkê hêj jî ne dîyar e.

Her çiqas hilweþandina rejîma Saddam demokratiyê neanîbe Eraqê jî, wê ji binî bingeha (struktur) bingeha dewletê guhartîye. Ji dewleteka ku bi xurtî ji zentralê di hate meþandin, ya ku diktatorekî dest bi xwin ew dimeþand, niha bûye dewletek ku, ne ji zentralê tê meþandin û meþandina wê zor bûye. Ji ber tecrûbeyên Kurda yê dirokî federasyoneka ku xwe li ser bingehê netewa organîze kiribû dikaribû were ser lingan. Dewleta Eraqê wisa hatibû qels kirin ku ew logika federasyonê xwe li seranserê Eraqê belav kiribû.

Di bingeha xwe de federasyon ji Kurdan re dihate wateya Konfederasyonê: amadebûna Eraqa Kurdi û Eraqa Erebî, bi girêdanek sist jîyanbûna bi hev re, ya ku ji Kurdan re auotonomîya herrî berfireh di hêle. Vê ramanê ji þerrê kendavê û virde wan firote partîyê opposition yên din jî. Dema ew ji miþextê vegerîyan, wan giranîya xwe danî ser vê polîtîka xwe yî kesane, ji boy ew karibin ew gelê ku bawerîya wî þikestibû bînin alê xwe jî.

Nûnerê Emerîkî yê sivîl Paul Bremer ne li ser bingeha vê ramanê û ne jî li ser risk û tealuka wê tiþtekî zanibû, dema wî institionên hikumetê li ser vî bingehî organîze dikir. Dengên ku li Emerîka pêþnîyarî dikirin, Eraqê di nav Kurda, Erebê Sunnî û þiî de parvekin, jî li ser vê xetê di axaftin.

Destura 2005-a du heb teybetîyên sîstema federalî dibîne: serwerdîya hikumeta zentral hatiye qels kirin, bi destur dayînên hikumetên heremî û bajar dikarin xwe bi rengên heremên ku serwerîya xwe bi dest bixin bidin organîze kirin. Herêma Kurdî ya yekane ye ku wê yasayê ji boy bercewendîyên xwe bi kar anîye.

Eger ew herêmen din jî vêna bi kar bînin hêj ne dîyar e. Her çiqas SIIC a þiî bi xwaze li baþûrê Eraqê heremek ji 9 bajaran ya super ava bike jî; lê hima divê li her 9 bajaran jî piranî vê yekê bixwaze, da ku ew karibin vêna pêk bînin. SIIC ji ber partîyên þiî yên di ne wisa popular e. Hêza wêyî parlemanî ji hilbijarinên 2005 tê, ya ku tê de dijberê wan hereka Muktada al-Sadr hilbijartinan boykot kiribû. Ew mîna herekê þiî yî din û yê sunnî sîstema federal red dikin. Ji ber vê yekê ji di parlantê de dijbertîya hev ew çend berfireye, ka hikumeta merkezî anjî heremî dikare bîrê petrolê bide meþandin an kî dikare walîya bine ser û ji ser biêxe.

Hêj ne dîyare ka ew dê Kurd bipejirînin li kêleka Eraqeke erebî, yeka ku li gor bajara xwe organîze kiriye, yeka ku hêj xurttir ji zentralê bi dur ketiye, anjî ew dê bi xwazin ku heremên din bêne organîze kirin. Di hilbijartinên 2005 da Kurda û UIA ji ber boykota al-Sadr û sunnîyan pir serwerîyê girtine destên xwe. Ji ber vê rastîyê û ji ber tirsa wan ji dewletek zentralî xurt, ya ku di dema pêþ de dibe ku dijberê wan têexin desten xwe, Kurd ji xwe re çêtir dibînin, dewleta zentralê qels bikin û federasyonen din bidin ava kirin û gelkî serwerîyê bidin destên federsayonan. Ji ber vê yekê ji wisa niqaþên xurt çêdibin, ka gelo çiqas dezentralisierung me pê dibê, ji boy em hêjî karibun bihevrebûna Eraqê bi parezin.

 

Belavkirina hikm di navbera baxdad û herêman de ( balans kirina hikm )

 

Xirabkirina ku pêk hatiye car din çê bikin dibe ku zor be. Yekgirtineka partîyan, ya ku ji gelek gruban pêk tê, dixwaze vê yekê pêk bîne û di ber de xwe dispêre netewîyetê. Di nav vê grubê de hereka al Sadr, partîya Fadhila ( partîyeka þiî zentrala xwe li Basrayê ye), Lîsta Eraqê ya laîkî netewî di bin serokatîya serokwezîrê kevn Eyad Allawî de û her du partîyên sunnî yên xurt di nav sunnîyan de, enîya Eraqî himfikir ya oli û enîya Eraqî ya laîk ya netewî ya hevpeyvînê. Ev tevek her çiqas bi federalîzmê re bin jî eþkere dibêjin ku ta derecekî ev pê re ne. Federalîzmeka pêþketî, mina ku SIIC û Kurd dixwazin, ew bi rengekî tund red dikin.

Niha Eraqî bi hilbijartinên mehallî yê ji boy parlemanê bajaran ve mijulin, ya ku bi tevrî dereng dive ku di 1.okoberê de pêk bên. Derfetên vê hilbijartinê dikarin tevekê dikka polîtîk li Eraqê ser û bin bikin. SIIC û Kurda, ne di nav têkilîyên navnetewî de û ne jî di heremê de, piþtgirîyek ji boy polîtîka xwe yî federalîzmê ne dîtîne. Ji alîyekî ve dewletek Eraqî ya federalî qels ji boy welatê cîran baþe, ji alîyên din ve hilweþandina wê ji boy tevekê heremê tealuke ye.

Serpêhatîya Saddam ya Kuwaytê ji Kurdan re pencera karîbunan ( window of opportunity ) vekirîye. Ev pencere ji alîyê george W. Bushê ser dîn ve hêj jî hate vekirin. Lê hima vê pencerê xwe dîsa girt. Di destpêka 2007 da ev bi fermana ‘’surge’’, yanî bi xurtkirina eskerî, ya tê de dixwest Bush xwe û strategîya xwe xelas bike. Ji boy ku karibe li hember gruba bi ser keve, Bush lê gerîya ku hikm ji nûv ve belav bike, ya ku tê de wî karîbûn û serwerîya partîyên hikm kêm kir û partîyên derveyî hikm ( sunnî ) jî xurt kir. Li Baxdayê û li bajarê Anbarê serhildanvanê kevn, yên bi navê kurren Eraqê, xistin nav institionên dewletê û yên ewlehîyê. Lê hima li heremên ku Kurd iddia dikin ku ev der ji Kurdistan e, Kurd li hemberî avakirina rûsipîyên hiþyarkirinê ( majales al-sahwa :ya ku pê serokên eþîrên sunnî dixwazin gel li hember al-qaidayê têxin herekê) berxwedanê kirin û nehêþtin ku li wan deran ew xwe organîze bikin. Ji ber vê yekê ji Kurda karibû serwerîya wan li wan deveran qut bikin, ji ber ew di demdirêjê de dixawzin wan deveran bi Kurdistanê ve girê bidin.

Pirsgirêkek bi vî rengî, di dawîya sala 2007 da piþtî ava kirina ruspîyên hiþyarkirinê di nav eþîra Dschabur (cabur ), ya ku di nav sinorên Kerkûkê de ye, da derket. Li hamberî vî karî( li Kerkûkê ji boy ewlekarîye bi xebitin) berpirsyarê Emerîkî dixwest serwerîya Kerkûkê di nav vê eþîrê û Kurdan de par veke. Piþtî vê pirsgirêkê mirov dikarî vekirî nas bike, ku bayê di nav Kurdan û Emerîkayê de gelkî sar bûye. Hej vekirî mirov dikarî vêna di mesajaka din de, ya ku piþtî demek kurt piþtî vê bûyerê hate dîtin, dema hêza Tirkan ya hawayî cara yekemîn 16.12.07 li heremê li hêzên PKK dan. Kurden heremê gelkî acis bibûn. Wan bawer dikir ku hêzên Tirkî ne tenê bi armanca PKK firîyan bûn, lê belê di bingeh de ji boy wan firîyabûn. Hêrsbûna wan ji ber karên Emerîka bû, ji ber wan bawer dikir ku ew bi Tirkî re karên bi hev re dikin. Hiþyarî gelkî zelal bû: Waþînton car din ji Kurdan re zelal dikir ku wan hevgirtina Eraqê dibê û ta ku Kurd bi armancên Emerîkî re bin ew dê alîkarîyê ji Emerîka bibînin.

Kurd ji xwe ev dê bi eþkere ne bêjin ku ev xwe ji serxwebûnê re amade dikin, lê hima li hember vê ew eþkere dibêjin ku di demdirêjê de wan serxwebûnê dibê. Ta demekê ew dê di nav drama xwe de bi mînin: dema ew Kerkûkê bistînin, ew dê bi dewletên cînar, yên mîna Tirkî, yê ku ji hêla aborîve ew pê ve girêdayî ne û bi Emerîka re, ya ku demek dirêj ew parastine, ew dê li hev kevin. Ew dê her du jî vê yekê kevirê dawî ji boy bingehê aborî ji boy welatekî serbixwe bibînin.

Alternatifa vê eve ku xebatê ji boy betir maf û hatinê welat bikin, bêyî ku sinoran û sinorên polîtîk ji nûv ve deynin. Ji ber rakirina sinoran riska xwe yî ku car din Eraqek xurt ya zentral çêbike ji heye.

 

Ewlehî cîrantîya baþ divê

Pirs hêjî nehatîye bersîvandin: Ma Kurd çewa dikarin dorpêçkirina xwe yî erdnîgarî qul bikin ? Ta ku rojekê Kerkûk jî têkeve destên Kurdan an rojekê hêj petrolek nû li nav axa wan bê dîtin jî, divê ku ev petrol di cîyekî de xwe bi gihîne deriya sipî. Niha rêya yekemîn mirov dikare di ser Tirkî re bibîne. Rêyek alternatîf mirov dikare di ser Surî re bibîne. Lê hima þam jî-mîna tahranê- Kerkûkeka Kurdistanî ne pejirîne.

Ta kûderê Kurd dikarin bileyizin, ev yeka bi têkilîyên wanî bi cîranan ve girêdayî ye. Dibe ku bersîv di bersîva Mesud Barzanî de ye, ya ku wî bersîva pirsa rojnamewanekî dide. Jê hatibû pirsîn ku ew sistemek federal dixwaze. Wî gotibû:’’federalîzm tenê gotineke’’ gotibû serokê Kurdistanê. Di berdewamê de wî got ’’ji boy min ewlehîya Kurdan mûhîme û lazmatîya Kurdan bi rastî bi ewlehîyê heye’’. Ji ber wan hêj hevalbendîya xwe yî di salên 80 yî ya bi Îranê re, ya ku bi rengekî dramatîk bi dawî hatibû, ji bîr ne kirine. Çewa ew di malên xwe de hatin xaz kirin, çewa ew hatibûn komkirin û dûvre jî bi komkûjî hatibûn kuþtin; wan van tevekan hêj ji bîr ne kiribû.

Çewa dikarin Kurd ji xwe re ewlehîyekê pêk bînin ? Çavê hikumeta wan li ser Kerkûkê boq mane, mîna ku kontrola li ser wê deverê û ekonomîya wê ji boy ewlehîyê tiþtekî bibêje. Lê hima Halabje û Anfal dersên gelkî bûha bûn. Wê demê partîyên Kurdî, di þerre ku ji boy her du alîyan ji li ser hebûn û tûnebûne bu, pasdarên Îranî dane piþt xwe û anîne Eraqê da ku Halabje rizgar bikin

Mirov dikare hevgirtinek bi wî rengî, ji ber zilma rejîma Eraqê fêhm bike. Ma wê hingê pêþmerga dizanî ku ew dê Eraq bersîvê bi vî rengî bide. Piþtî êrîþa xaza kîmyevî mirov derhal tiþtê ku li dûv xwe di hêþt didît û ne xazê.

Ji boy gelê sivîl xaza kîmyevî tufanek gelkî xerab bû û ji boy hereka Kurdî ya netewî dihate wateya þikestinê. Partîyên Kurdî benê kevana xwe zedeyî hedê wê keþandibûn û diva bû ku derfete we re bijîyana. Vejîna hereka Kurdî û vegera wê yî Kurdistanê di sala 1991 de þansekî gelkî mezin bû. Ew niha li ber Kerkûk li ber pêþbirên gelkî gelkî mezin in. Hikumeta Eraqê û dewletên cîran daxwazên Kurda na pejirînin. Emerîkî naxwazin ku Kurd tevekê eraqê têexin nav xir û cirê. Û ew bi xwe li pêþ pirsgirêkane ku ew dê Kerkûkê dibe ku bi eskerî di kontola xwe bihêlin. Bêyî lihevkirineka polîtîk ew dê dijminên Kurda tenê li benda vekiþandina Emerîka bisekinin. Û dema ew þansekî bibînin ew dê erîþ bikin. Bi kemayî ew dê dewletên cîran bi vî rengî hereke bikin. Ew dê dewletên cîran lê bigerin ku ji ber kerkûkê jiyanê ji Kurdan re bikin cihennem. Ew dê vê yekê jî bi destê Turkmenan bikin.

Li Kerkûkê divê ku Kurd li gor desturê bixwazin û lê bigerin ya tewrî pir jê derxin, li gor eyarê çav mirov ji Kerkûkê dikare bistîne. Bi alîkarîya Emerîka þansên Kurda bi halekî nedîtî gelkî zêdeye. Ev yeka nayet wateya ku dibe nebe divê kontrola Kerkûkê di destên Kurdan de be. Lê hima mîna mînak hikumeta Kurdî dikare petrol û xaza xwe derxe bazara navnetewî, ya ku pê ve divê ku destura Eraqê li gor vê ji nûv ve bê eyar kirin. Bi axaftina bi Baxdayê re mirov dikare sinorên Kurdistanê, yên ku ji alîyên raya navnetewî jî bêne naskirin, bêne danîn.

 

Di dawîyê de divê ku Kurd biryara xwe bidin, ev jî di navbera þerrên ku dawîya wan tûneye û li hevhatinek, li hevhatinek ku bi kêmayî ji cîlekî re aþîtîyê bîne. Ta ku eskerê Emerîkî li Eraqê bin, mirov dikare vê xala duyemîn ya aþîtîyê pêk bîne. Û auotonîmîyeka pêþketî nayêt wateya ku xewna Kurdî ya ji boy serxwebûnê bi dawî hatiye. Bi temamî li dijî vê: ajotineka hikumeteka baþ( ev tê wateya þerrekî dijwar li dijî bertîlê jî ), girêdayî bi programekî baþ yê ekonomîyê yê li gor heremê û dan û standinên baþ bi cîranan re, dikarin vê rojê hêj nêztir bînin, ya ku têde xewna Kurdî bûbe rastîyek.

Nivîskar Joost Hiltermann li cem gruba International Crisis Group cîhgirê serokê programdirektor e, yê ku nûnerîya rojhilata navîn û afrîka bakûr dike.

 

Texta vê wergerê ya dirêj win dikarin bi zimanê Îngilîzî an di Middle east report;

An jî li ser rûpelên www .merip.org bixwînin.

Ev text ji Le monde diplomatique ya 07.08 hatiye wergerandin

Bijiþk Bengîn (werger)


Yazar: Bijîþk Bengîn
Tarih: 2008-07-21


Bu Köþe Yazýsýnýn yer aldýðý yer: Kurdistan-Post.Org (Com) Kürdistan'in Özgür Sesi
http://www.kurdistan-post.com

Bu Köþe Yazýsý için adres:
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=1431