Apê Îdan di salên 1970’yî de, li gûndê Bektaþîyê ku bi navçeya Qosera Mêrdînê ve girêdaye dijîya. Temenê wî wê demê li dor 55 sala ye, lê xwe weke xortekî 20 salî dibîne. Apê Îdan civak û dîroka kurd baþ nas dike. Her weha li berîya Mêrdînê têra xwe gerîya ye û herêmê gund bi gund nas dike. Bi yextîyaran re yextîyar, bi ciwanan re ciwan û bi zarokan re zarok e. Apê Îdan bi taybetî bi henek û qerfên xwe tê nas kirin.
Wê salê baran baþ barîya ye, sal xweþ e û zad baþ hatî ye. Havîn e, dînya germ e, apê Îdan û zarokên xwe bi hevdû re bêndera xwe ba dikin. Li ber êvarê zarokên wî diherin malê, lê bayê xerbî dest pê dike û xweþ tê. Apê Îdan kêfa wî gelekî ji vî bayî re tê loma jî zarokan diþîne malê û ew bi tenê li ser bênderê dimîn e.
Apê Îdan xwe xwas dike, derpîyê xwe datîne û fîstan tenê lê dimîne, xwe sibik dike. Ev bayê xerbî, yê tenik û hênik di nav nigê apê Îdan re derbas dibe, wî bêtir bi hêz û kêf dike. Dest bi strana dike û bêndera xwe ba dike. Her ku melêva xwe li bin zêd dixîne û davê hewa, ew bixwe metrokê bi melêva xwe re hilor dibe.
Apê Îdan ji berbanga sibê de rabû ye, heta êvarî zad ba kiri ye. Bê gûman betilî ye û birçî bû ye. Piþtî ku bi vî bayê hênik, li ber êvarê kêfa xwe temîn dike difikire here malê, lewre dereng e ji muxrib re hindik ma ye. Lê hîna jî destê apê Îdan jê nabe ku here malê. Berî ku bi rêkeve, apê Îdan li ber bênderê bîstekê disekine, cixarak qaçax dipêçe û hêdî hêdî veduxwe.
Berî bi rê keve here malê, dinere doceke eskerîyê hat û li ber wî sekinî. Ji wî rêya Cirdohîyê dipirse. Apê Îdan dest pê dike bi tirkîya xwe ya nêvî kurdî nêvî tirkî, rêya Cirdohîyê ji wan re tarîf dike. Lê berî ku apê Îdan gotina xwe xelas bike, çawîþ dibê je ‘atla’. Apê îdan hewl dide ku ji wan re bêje min temama rojê kar kirî ye, nuha jî êvar e dereng e, ez betilîme divê ku herim malê...Lê çawîþ nahêle gotina xwe xelas bike û bi dengê bilind pê re dixeyide û dibê je ‘atla ûlan, eþek oxlî eþek’.
Kêfa apê Îdan lê dibile û rebeno mejbûr dibe, betilî, birçî, xwas û baþewala ‘atla’ dike. Piþtî li docê suyar dibe, leþker jê re dibêjin ku wan daye dû qaçaxçîyan û gund bi gund digerin.
Diherin bêyî ku li Cirdohîyê bi sekinin çend gondan derbas dikin û pêve di sekinin. Apê Îdan ji çawîþ re dibêje ‘we ez ji gund bi dûr xistim, ez ê çawa vegerim, her weha kes nizane ku ez li vêderê me jî...’ Lê dîsa çawîþ li apê Îdan hiltê, bi zirt e zirt û dengê bilind bi apê Îdan re dixeyide, nahêle apê Îdan gotina xwe bi dawî bîne.
Kevanî û zarokên apê Îdan li malê li bende wî ne lê apê Îdan tune ye. Li nav gund di pirsin, lê hayê kesî jê tune ye. Xwe bi xwe dibêjin ‘gelo dêhn bû ye û bi çolê keti ye, nexwe...?’
Apê Îdan di dawîya docê de serî lê dileqe û gund bi gund digere. Êdî ji gund gelekî bi dûr ketî ye, birçî û betilî ye, hiþ di serê wî de nema ye, gêj bû ye. Ev gund û yê din, yekî din û dehên din....wî saet li dor 02.00’ê þevê, li birreka çîyê, ango nêzîkî Dêrika Çîyayê Mazî berdidin. Navbêna wî û gundê wî li dor 40 km heye.
Apê îdan þev nîvê þevê, li wê çolê li dora xwe dinere, bi tenê û peya, dikare çi bike? Ne gund, ne bajar, ne erebe, ne heywan, ne ins û ne cins, tiþtek tune ye.
Apê Îdan hema texmînî xwe li baþûr digre û dimeþe. Dibêje encax ez xwe wanî bigihînim gund. Du, sê gunda derbas dike, dibe þeveqa sibê û hinekî hewa di cemide, sar e. Apê Îdan digîhê gundekî. Hîna ne bûye sibe ku xwe li malîyan bigre, bêhna xwe veke, parîyek xwarin bixwe û hwd. Dinere li rexê gund, li hewþekê, li ser dikekê qatek cî bi tenê heye. Apê Îdan got ’hema ez ketim nav wî cî yî’. Tu navê bûka malê bi tenê di nav wî cîyî de raketî ye. Dema ku laþê apê Îdan, yê cemidî digîyê laþê bûke, bûk dike qêrîn û gazî dike dibêje ‘haho diz’.
Apê Îdan got min nerî heya ku ez bêjim ‘xwakê ez ne dizim’ û çîroka xwe jê re bêjim, pê famkirin bidim ku ez ne dizim, wê min di nav xwe de bi kujin. Loma apê Îdan dibêje ‘diz û xweþ diz...’ û divê nigno qurban û baz dide...
Apê Îdan dawa xwe dixe devê xwe û li binya gund berjêr dibe, weke guleya ji devê tivingê derkeve, bazdide. Binya gund tije strîyên strîzerkê, weke mîxa ne. Apê Îdan bê ronî, weke zîbeqê, xwas xwe li nav van strîyan dixîne û heya kare bi hêz û zû direve.
Apê Îdan, tobe dike ku êdî li gundê nas jî bi sekine. Bi wî halî xwe rast li gundê xwe digre û direve. Sibe ye, dinya hênike, her çiqas apê Îdan betilî, birçî, bê xew, xwas û baþewala be jî, weke teyrekî baz, xwe ji lêf berdide û berbi Bektaþîyê direve. Digîhê kîjan gundî, li ser bîrên gund avê vedixwe û dîsa rêya xwe berdewam dike...
Heya xwe digihîne malê saet dibe 10.00. Dinere li malê þûn gerîya ye û temama gundîyan li mala wan e, zarok î pîreka wî digrîn.
Apê Îdan bi nigê xwas û tevde xwîn, betilî, ji halde ketî, ji birçîbûna û bê xewî ruhê wî dawerivî ye, çavên wî hûrik bû ne û hwd xwe davê hundir.
Jê dipirsin, dibêjin ‘yabo ma tu dêhn bû ye, tu bi çolê ketî ye?. Apê Îdan dibêje lawo bextê romê tune ye! Û çîroka xwe bi kurtayî dibêje, hinek xwarin dixwe û serî davê xewê...
Min jî çîroka apê Îdan bi kurtayî li Swêdê, ji çend heb kurd û çend swêdî re got. Yên kurd pê kenîyan, jiber ku bûyerên wiha û yên hîn xerabtir her dem ji alîyê serdestan li ser kurdan hatîye meþandin. Lê yên swêdî þaþ bûn û gelekî li ber apê Îdan ketin. Jiber ku bûyerên wiha li welatên demokratîk ne pêkane çêbibe. Loma jî gelên medenî, yên van welatan bûyerên wiha weke îþkence û trajedî dibînin.
Yazar: Salih Agir Qoseri
Tarih: 2008-06-12