Îro çend roje, hunermendê hêja, Aramê Tîkran li Amedê ye. Aram dibêje ‘hatina Amedê jibo min weke xewnekê bû. Min di xewna xwe de bidîta ku ez hatime Amedê min ê bawer ne kira’. Rast e, daxwaz û hisretên giran gelek caran jibo mere dibe weke xewnan.
Jibo min jî dîtina Aramê Tikran weke xewnekê bû. Min tucarî bawer ne dikir ez Aram bibînim. Ev meraq û hisret bi salan di dilê min de bû.
Cara yekemîn di sala 1976 de, min dengê Aramê Tîkran bihîst. Wê demê ez zarok bûm û min ew qet nas ne dikir. Lê dema ku min dengê qî bihîst û pê ve, îdin min ew deng li kîder bibihîsta min nas dikir. Ew dengê hiþk û bilind li gel cumbûþê, bi min gelekî ne xweþ bû. Dema dengê wî dihate min, ez dibûm weke ku hinek derzîya di canê min rake. Min ji dengê wî nefret dikir. Bi taybetî dema ku dengê strana ‘çil çil kezî çil kezî’ dihate min ez dêhn dibûm. Ew bi vê antîpatîyê di bim hiþê min de cîh girt û di nav salan de wenda bû.
Piþtî darbeya leþkerî ya 12 îlonê, hinek xortên þoreþger ku li wî guhdarî dikirin derketin derveyî welêt, dawîya mayî jî ketin hefs û zîndanan. Pirtûk, qaset û tembûrek li malê ji van man. Pirtûk û qaset di bin erdê de hatin veþartin. Tembûr li rastê bê xwedî ma.
Min wê demê rahiþt tembûrê û lêxist, heta ez fêr bûm. Bêgûman ji stranên kurdî pêve min li tu strana ne dixist. Piþtî çend salan, ew kasetên ku hatibûn veþartin derketin holê. Her çiqas guhdarîkirina wan qedexe bû jî, me bi dizî li wan guhdarî dikir. Bê gûman qasetên nû jî xwe gîhand ser van qasetan.
Di nav wan qasetan de, min ew dengê ku min di sala 1976 de jê nefret dikir jî dît. Ji min re gotin xwedîyê vî dengî Aramê Tîkran e. Dengê wî dîsa bi min balkêþ hat. Lê vê care ez bûm evîndarê dengê wî. Min yek bi yek li stranên wî guhdarî kir. Ez gerîyam min qasetên wî yên dinê jî peyde kirin. Tu nema ez stranên wî temama jiber bikim.
Ev hezkirina Aram bi minre hîn mezintir bû. Îdin guhdarî kirinê tenê nema têra min kir. Loma jî min rahiþt cumbûþa wî û lêxist. Îdin ez li der û dora xwe weke evîndarê Aram dihatim nas kirin.
Jibo min, dîtina Aram bûbû weke xewnekê. Ev xewn bi minre bû heta ku min Aram li Swêdê, li bajarê Gavle dît. Bê nuha ew çawa dibêje ‘hatina Amedê ji min re weke xewnekê ye’ wê demê dîtina wî jî ji minre weke xewnekê bû. Min bawer ne dikir ku bi rastî ev Aramê û li cem min e.
Hevalan berê ji wî re gelekî bahsa min kiribûn. Loma jî wî pirseke wiha ji min kir: ‘Salih, kurd hewqas enstrumana bi kar tînin, çima te rahiþt cumbûþê?’ Ez kenîyam û min got: ‘Mamoste, gundê Hêþerîyê ku ez lê çêbûm û mezin bûm, kesî nizanîbû cumbuþ çi ye, sedema ku min rahiþt cumbuþê Tu bi xwe bû’. Piþtî vê bersiva min Aram gelekî kêfxeþ bû û ji min re got ‘ez dixwazim sibê, tu bi cumbuþê, konsera min î sibê veke’. Bê gûman ez gelekî kêfxweþ bûm. Bû sibe, min bi kêfxweþîyek e mezin, rahiþt cumbuþa Aram û li hember hezkiriyên wî, çen stranên wî got. Ew jî û guhdar jî gelekî kêfxweþ bûn. Ev di jîyana min de weke bîranînek e bi taybetî ma. Min di pê re jî gelek caran Aram dît lê mayîna wî ya wan çend rojên ku li cem me ma, di derbarê wî de gelek tiþt da min.
Weke tê zanîn, dê û bavê Aram ermenî ye û ji Sasonê ne. Dema ku fermana ermenîyan radibe, kurd dê û bavê wî xelas dikin. Loma jî bavê Aram wesêtê xwe li Aram kiri ye û gotîye ‘gerek tu bi kurdî bistrê’. Dema dê û bavê Aram di sala 1932 de ji Kurdistana bakur bar dikin diherin Baþûrê biçûk, dîya Aram bi wî bi halekîye. Li Qamiþlo li gundê Tirbesipîyê ku gundê mala Haco ye, bi cî dibin. Di heman salê de Aram çê dibe.
Xalê Aram muzîsyen e û li ûdê dixîne. Aram jî lêxistina ûdê ji xalê xwe fêr dibe. Jibo ku Aram di nav kurdan de dijî, derfetên wî yên bi kurdî bistirê pire loma jî wesîyeta bavê xwe pêk tîne. Aram îdin xortekî weke hunermendê kurd tê nas kirin. Bi ûda xwe þevbihêrk, civîn û dawetên kurdan geþ dike.
Lê Aram got, ‘di dawetan de dengê ûdê dernediket. Weke nuha amfî yên elektronîk jî tune bûn ku mere deng bilind bike. Me jî bi saetan lê dixist, jiber ûd mezin bû destên min ditevizî’. Aram rojekê dibihîze ku enstrumenek bi navê cumbuþ li Stenbolê heye. Wî enstrumanî bi dest xwe dixîne û dibîne ku dengê wê ji yê ûdê gelekî bilindtir û xweþtir e. Herweha destê wî jî nema di tevize. Ji wê rojê û vir de Aram îdin li cumbûþê dixîne.
Piþtî ku Ermenîstan ava dibe, Aramê 31 salî, tev malbata xwe bar dike û dihere Ermenîstanê. Ji wê rojê û heta îro, gundê Tirbesipîyê ku li Baþûrê Biçûk e ne dîtî ye. Aram got ‘ez nuha li Bruksel dijîm. Gelek salan li Ermenîstan û Yûnanîstanê man e, lê ez hîna jî xewnên Tirbesipîyê dibînim’.
Aram piþtî ku dihere Ermenîstanê, weke muzîsyenekî ermenî, dihere radyoya Erîwanê û kar ji wan dixwaze. Lê jiber ku xwendina wî ya akademîk, di warê muzîkê de tune ye wî nagrin kar. Jibo ku aram bi kurdî distrê jê re dibêjin di heman binayê de, katekî li jêr, beþê kurdî heye. Aram got ‘min nizanbî bû ku beþê kurdî heye, ji xwe ez hunermendê kurdim’. Li ser vê yekê Aram bi kêfxweþî dihere beþê kurdî.
Piþtî Aram dihere beþê kurdî û xwe bi rayedarên wan nas kirin dide, ji wî re dibêjin ‘heyran gelek tên lê bi kêr nayên. De hey tu hatîye, ka tu jî lêxe û bê je’. Aram got min rahiþt cumbuþa xwe û hêz da xwe, bi heyecan dest bi strana ‘þev çû’ kir. Dema ku Aram dest pê dike, rayedarên wêder, dev ji karê xwe berdidin û li Aram guhdarî dikin. Piþtî strana xwe xelas dike, berpirsê radyoyê tê û di heman demê de, wî weke hunermendekî radyoya Erîwanê, ya beþê kurdî dixîne kar.
Piþtî vê yekê, mala wî ji gundê Erîwanê tînin bajarê Erîwanê û miaþekî jî didin wî. Herweha Aram dibêje her çiqas ez bi ermenî, asûrî-suryanî û tirkî jî distrêm ez hunermendekî kurdim.
Belê, Aramê Tîkran, bi huner û stîla jîyana xwe, sembola biratîya gelê ermenî û gelê kurd e. Karapatê Xaço jî mînakek e wiha bû. Kurd û ermenî di nava hevdû de jîya ne. Kul û derd, surgûn û konkujî bi hevdûre dîtine. Loma jî bi strana kul û derd, hêvî, evînî û hisretên xwe bi hevdû re dibêjin.
Gelek kurdan bi tirkî, erebî û farisî stran gotine. Ji bilî stranên yek bi yek, gelo tu kesên tirk, ereb û faris bi kurdî stran gotine? An tu hunermendên kurd bi eslê xwe tirk, ereb û faris hene?
Aramê Tîkran, tu li ser seran û ser çavan hatîye Amedê. Tu yê her dem di dilê kurdan de bijî. Hezar silav û rêz ji te re.
Yazar: Salih Agir Qoseri
Tarih: 2008-06-04