Fadîme Þahîndal(3)

Di du nivîsên xwe, yên dawîyê de, ez li ser çapemenîya Swêdê û bûyera Fadîme sekinîm. Çapemenîya Swêdê jibo hin berjewendîyên xwe, ev keç bi kar anîn. Weke ku min berê ji di çend xalan de bahs kir.

Piþtî Fadîme hat kuþtin bi deh rojan, kanala televîzyona TV4 bi xweha wê, ya ji wê mezintir re hevpeyvînek kir. Xweha wê got ez jî di malbat û çanda Fadîme de mezin bû me. Lê tiþtên ku Fadîme got dûrî malbat û çanda me bû. Herweha wê got dema Fadîme wiha digot, tu kesî ne hat ji me ne pirsî, gelo em di derbarê van gotinan de çi dibêjin. Wê got, me jî hewl da ku em xwe bigihînin çapemenîyê lê, çapemenîyê qet guh ne da me.

Helwesta birêvebirê programê di vêderê de jî eþkere xuya bû. Van gotinên xweha Fadîme li hesabê wî nehat û ne weke journalîstekî, lê weke polîsekî an hakimekî tevgerîya. Gelek caran gotinên wê qut kir, nehiþt gotina xwe temam bike. Bi pirsên xwe hewl da bersivên ku ew dixwaze bistîne. Lê armanca vê programê ew bû ku malbata Fadîme jî di derbarê vê bûyerê de nerînên xwe bêjin.

Gelo çima çapemenî bi vî þiklî tevgerîya?

Li gorî encama ku ez gîhamê, sê sedemên esasî yên vê yekê hene.

1 – Çapemenî, bi diramatîzekirin û mezinkirina vê bûyerê, xwest reytîng û tîraja xwe bêtir bike.

2 –Nerînek e bi taybetî ya çapemenîyê li ser bîyanîyan heye. Cara yekemîn bîyanî bi rengekî prototîp, di salên 1970 - yî de, di çapemenîyê de wiha hatin bahs kirin:

‘Mêrên bîyanî, li derve kar dikin û jinên wan li malê xizmeta van mêran dikin. Ango xwarinê çêdikin, cila diþon, malê paqij dikin. Mêr naxwazin jin bixwînin, naxwazin fêri ziman bibin. Mêr naxwaze zarokên keç jî herin dibistanê. Yê ku di derbarê malbatê de biryaran dide, mêrin. Dema jin tiþtekî ku li hesabê mêr neyê dibêje, mêr lê dixe.’

Nerîna çapemenîya Swêdê, ji wan salan heya îro her wiha bû ye. Her ku bahsa mêrê bîyanî dibe, bi vê nerîna sterîyotîp mêrê bîyanî naskirin didin. Di bûyerên normal de bahsa bîyanîyan nabe. Lê balkêþe ku di krîmînalîte de, bahsa mêrên bîyanî dibe. Herweha di çapemenîyê de, krîmînalîte û mêrên bîyanî, du gotinên nêzî hevdû ne û bi hevdû re tên bikar anîn.

Lê nerîna çapemenîya Swêdê, ya li ser jinan hatîye guhertin. Jin di salên 1970-yî de, li malê bûn û xizmeta mêran dikirin, lê îro xwendine, zane û medenî bûne. Herweha çi di warê ekonomîk, çi jî di warê kesayetî de serbixwe bûne û doza mafê xwe dikin. Lê mêr ji maf û jîyana jinê re asteng e. Loma jî di navbêna jin û mêrên bîyanî de nakokî heye. Û çapemenîya Swêdê dibêje, pêdivîya jinên bîyanî ji me heye. Divê ku em alîkarîya wan bikin. Ango Fadîme Þahîndal, ji vê mijarê re, mînaka herî mezin bû.

3 – Helwesteke çapemenîya Swêdê, ya sîyasî jî hebû. Ji salên 1990-î û vir de, bi tevayî Ewrûpa û bi taybetî jî Swêd nema bîyanîya dixwazin. Herweha li hember bîyanîyan dijîtîyekê dest pê kiriye. Ev dijîtî, bi helwesta Emerîka ya destpêka ‘þerê li hember terorîzmê’ hîn xerabtir bû û heta îro berdewam dike.

Swêd, di gelek waran de, xwe hevalbendê Emerîka dibîne. Ji salên 1880 heta salên 1940, jiber pirsgirêkên aborî bahsa çûna mîlyon û nîvek swêdî ya Emerîka dikin. Nuha li gelek bajarên Emerîka, taxên Swêdîya bi serê xwe hene. Civaka Swêdê jî di warê çandî de, di bandora Emerîka de ye. Ya herî girîn, Swêd, di tevgêra sîyasî de, bi Emerîka re ye. Her çiqas Swêd weke welatekî nêzîkî Sosyalîzmê hatibe naskirin jî, dema di navbêna Sowyetê û Emerîka de þerê cemidî hebû, Swêdê bi dizî, li hember Sowyetê, peymanên þer bi NATO re çêkiribû.

Herweha dema ku U. B. Ladîn di 11-ê îlonê de êrîþî Emerîka kir, rojnama Expressen got ‘îro em tev Emerîkî ne’. Ji wê rojê û vir de, çapemenîya Swêdê, bi taybetî li hember bîyanîyên musulman dijîtîya xwe eþkere kir. Ev helwest, bi Fadîme Þahîndal, gîha merteba herî bilind.

Balkêþe ku, li Swêdê ne kurdan tenê, tirk, ereb, suryanî, bosnayî û hwd. di meseleyên wihade keçên xwe kuþtine e. Lê ya tu kesî wek ya Fadîme mezin nebû.

Gelo çima?

Jiber ku kurd bê xwedî bûn!

Heger ku xwedîyê kurdan an jî welatekî kurdan hebûya, ê nikarîbûna wiha bi rihetî bi kurdan bilîstana!

Li Swêdê li dor 80 hezar (?) kurd hene. Partî, komele, dezge û þexsîyetên kurdan li Swêdê pirin. Li gel hemû qatlîam, surgûn û talankirina kurdan, heta îro, min ne bihîstîye ku hukumeta Swêdê, di meclîsê de, mafê axaftinê daye rayedarekî kurd, jibo ku derdê xwe bêje. Lê ew maf dan Fadime Þahîndal lewra Fadîme!

Ez gelekî merak dikim, gelo çend jin an jî keçan ev nivîsên mi yên di vê mijarê de xwendin? Jinên ku xwendin, çend ji wan li Ewrûpa û li Swêdê dijîn?


Yazar: Salih Agir Qoseri
Tarih: 2008-01-27


Bu Köþe Yazýsýnýn yer aldýðý yer: Kurdistan-Post.Org (Com) Kürdistan'in Özgür Sesi
http://www.kurdistan-post.com

Bu Köþe Yazýsý için adres:
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=1255