Fadime Þahindal(2)

Jiber gotin û helwestên Fadîme, çapemenîyê ew gelekî mezin kir. Li gorî wan Fadîme di nav tevgêra mafê jinan de, tekoþera herî mezin bû. Ew gelekî baqil, bîrawer, jîr, zane, têgihiþtî, kemilî, sosyal û çalak rê didan. Li gorî wan, di nav jinên bîyanî de, ya herî baþ û jêhatî Fadîme bû.

Lê rastî ne wiha bû. Li gorî mirovên ku li zanîngeha Sundsvalê ew ji nêzîk de nas dikirin û hevalên wê, van tiþtên ku çapemenîyê digot gelekî dûrî wê bû.

Keçek e swêdî, ku li zanîngehê di sinifa wê de bû berî ku Fadîme bê kuþtin wiha got; ”Fadîme mirovek e ji mirovan direve, her dem bi tenê ye, napeyive, di hundirê xwe de ye, di tikiliyên sosyal de bi pirsgirêk e, ango nikare bi rihetî bi mirovan re têkilîyan bimeþîne. Her dem ji aktîvîteyan jî direve…Tiþkî wê zêdeyî tu kesî tune ye. Tiþtên xweþ û baþ ku di çapemenîyê de di derbarê wê de tê gotin dûrî wê ye.”

Herweha Komela Akademîsyenên kurd ku xwendekarên kurd li zanîngeha Sundsvallê ava kiribûn, ji Fadîme daxwaz dikin ku ew jî beþdarî wan bibe. Lê Fadîme bêyî tu bersivê bide, ji wan direve û nema silavê jî li wan dike. Pirahîya endamên vê komelê, keçên kurd bûn. Ji bilî vê komelê, li Swêdê, Fadîme beþdarî tu komele û dezgeyên kurdan ne bûye. Bi tu awayî bi kurdan re ranebû ye û rûneniþtî ye. Lê li ser navê jinên kurd di parlementode û gelek civînên swêdîyan de axivî. Swêdîyan qet jê ne pirsîn kê ev mesûlîyet daye wê û ka çend kurd li dor wê hene...

Piþtî kuþtina Fadîme, di çapemenîyê de, yên ku piþtgirîya kurdan kirin, nivîskarê wan yên bi nav û deng, komunîstê kevn Jan Goillou, Liza Marklund û rexnegirê medya Dan Josefsson bû. Wan jî ne digotin ev tiþtên ku Fadîme û çapemenî dibêjin ne rast e. Digotin ev pirsgirêk, pirsgirêkek e jinan e kû ji sîstema civaka patrîarkat tê. Herweha di vê civakê de, zixt û zor li ser jinên swêdî jî heye.

Her çiqas van mirovan kurd paraztin jî, li hember qampanya ku medya bi zanebûn dimeþand, pere ne kir. Tiþtê herî xerîb ew bû ku hinek kurd jibo bahsa wan bê kirin, bi swêdîyan re derdiketin telewîzyonan û gunehê kurdan hîn bêtir dikirin.

Di destpêkê de, kurda ev keç û gotinên wê ciddî ne girtin. Jiber ku kurda dizanî bûn ku rastî çawa ye. Lê dema ku ev keç hat kuþtin û çapemenîyê dijîtîya xwe xurttir kir, rewþ xera bû û kurd eþkere ketin tengasîyê. Wê demê her çiqas kurda xwestin tevbigerin jî, tu kesî li wan guhdarî ne kir. Jixwe yekîtîyek e kurda ne bû ye ku xwe bikaribin li hember êrîþên wiha biparêzin... Dengê bilind û xurt, yê li dijî kurdan bû. Kurd mejbûr bûn, yek bi yek xwe biparêzin.

Rojnameya Expressen serê vê qampanyê dikiþand. Ev rojname piþti bûyerê bi rojekê çû Tirkîyê, da ku here gundê malbata Fadîme. Berî ku bigîhên gund, di rojnamê de wiha gotin

Expressen li gundê Fadîme ye. Li vê herêmê dema ku qîzek digîhê wextê zewacê, li dor 200 mêrî dicivin û biryar dibin bê ev keç ê bi kê re bi zewice. Jiber ku Fadîme ji xortekî swêdî hez kiri ye, 200 mêr li vî gundî civîyane û biryara kuþtina wê dane. Li herêma Elbistanê salê 20 jin tên kuþtin. Ango kuþtina jinan, bûyerek e ji rêzê û rojane ye’

Expressen digot kurd vê yekê li Swêdê jî dimeþînin. Jiber zilm û zora malbatan bi sedan keçên kurd ji malê xwe revîyane û xwe bi alîkarîya dezgeyên swêdî veþartîne. Herweha Expressen bang li keçên kurd dikir da ku li dijî malbatên xwe serî hildin. Li gorî vê rojnamê van keçana ê bi vî rengî ‘azad’ bibin.

digot kurd vê yekê li Swêdê jî dimeþînin. Jiber zilm û zora malbatan bi sedan keçên kurd ji malê xwe revîyane û xwe bi alîkarîya dezgeyên swêdî veþartîne. Herweha bang li keçên kurd dikir da ku li dijî malbatên xwe serî hildin. Li gorî vê rojnamê van keçana ê bi vî rengî ‘azad’ bibin.

Vê rojnamê gelekî hewl da ku rolê Fadîme bidin xweha Fadîme ya jê bicûktir. Fadîme li mala vê xwehê hatibû kuþtin. Dema ku Ev keç derket mahkemê, Expressen bejna wê, cilên wê, rabûn û rûniþtina wê, tona dengê wê, makyaja wê hwd. tarîf dikir û digot ”ew jî weke xweha xwe bi cesaret bû, li dijî temama cewisandinên merivên xwe bi cesaretek e mezin îfade da”. Lê di îfada xwe de çi got, Expressen qet bahs ne kir. Wiha xuyaye tiþtên ku wê keçê gotiye, dijî gotinên Expressen e, loma jî qet bahsa naveroka îfade ya wê ne kir.

Bê gûman ne Expressen tenê, temama çapemenîya swêdê, bi heman helwestê tevgerîya. Bi nivîsek e wiha mere nikare yek bi yek rojname, televîzyon û radyoyên wan analîz bike. Lê ez ê di nivîsek e din de, sedemên vê helwesta çapemenîyê binivîsim.


Yazar: Salih Agir Qoseri
Tarih: 2008-01-21


Bu Köþe Yazýsýnýn yer aldýðý yer: Kurdistan-Post.Org (Com) Kürdistan'in Özgür Sesi
http://www.kurdistan-post.com

Bu Köþe Yazýsý için adres:
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=1251