Di 21 ê çile ya 2002 de keçek e ”kurd” bi navê Fadîme Þahîndal, li Swêdê, li bajarê Uppsala, bi destê bavê xwe hat kuþtin. Ev keç bi eslê xwe ji qeza Maraþê, ji Elbistanê bû. Di sala 1980 de bi malbata xwe re hatibû Swêdê. Dema hat kuþtin temenê wê 26 sal bû û li bajarê Sundsval, li zanîngehê sosyolojî dixwend.
Ez bawer nakim di dîroka Swêdê de, kuþtina keçekê biqasî kuþtina Fadîme girîng hatibe dîtin. Lewra ala xwe daxistin nêvî. Ji wê demê û vir de, her sal di salvegera kuþtina wê de, medya swêdî bi dengekî bilind bahsa wê dikin. Swêdî jî wê bi bîr tînin û jibo wê çalakîyan li dar dixin.
Bêgûman, jibo tu sedeman, kuþtina jinê nayê pejirînim. Lê dema ku jin jibo hinan, an jî xwe jibo hinan bikin malzeme û ew hinan wan jibo armancên xwe bikar bînin, çend gotin mafê me ne.
Ez dizanim îsal jî weke her sal ew ê li ser binivîsînin. Lê berî ew dest pê bikin, min xwest li ser binîvîsînim. Lewra gelek alîyên vê bûyerê yên ku kes nizanin hene. Dema ev keç hat kuþtin, min li Swêdê, li zanîngehê, medya û komunîkasyon ango rojnamegerî dixwend. Û min teza xwe jî li ser vê mijarê nivîsand.
Cara yekemîn, me Fadîme di sala 1998 de, di medya swêdî de dît. Ji wê rojê û heya hat kuþtin wê li ser malbata xwe û çanda kurdan wiha got:
- Dilê min û xortekî swêdî ketîye hev. Jiber ku ev xort ne kurd e, malbata min dijî zewaca me ye.
- Malbata min, min mejbûr dikin ku ez bi pismamê xwe, yê welêt re, bi zewicim.
- Dema ez zewicîm divê ez qîz bim. Heger ez ne qîz bim, ew ê min bi kujin.
- Malbata min, dibêjin xwendina bilind ji keçan re navê. Bes xwendin û nivîsandinê fêr bibin besî wan e.
- Li dor 200 mêrî ji merivên me, li gundê me yê li welêt civîyane û biryara kuþtina min dane. Herweha bav û birayên min ê min bikujin.
- Helwesta malbata min ji çanda kurdî tê. Ango jibo yê ku min jê hez kiri ye ne kurd e, çanda kurdî kuþtina min li ser malbata min ferz dike. Min bi vê evînê namûsa wan gemarî kiri ye. Jibo ku namûsa malbatê paqij bibe, bav û birê min ê min bi kujin.
Piþtî van gotinan, Fadîme di nav swêdîyan de bû qahremanek. Ew weke tekoþera herî mezin ya ku jibo mafê jinên bîyanî kar û xebatê dike, bi nav kirin. Televîzyon, radiyo û rojnameyan jibo hevpeyvînekê ew ji destên hevdû revandin. Di civîn û çalakîyên di derbarê pirsgirêkên jinan de ya herî populer Fadîme bû. Herweha hikûmetê ew bir parlemento û ew ji parlementeran re jî peyivî. Helwesta wê bi vî rengî heta kuþtina wê berdewam kir.
Loma jî kuþtina wê weke ‘kuþtina namûsê’ (hedersmord) hat nirxandin. Bi mehan ev bûyer û ‘kuþtina namûsê’ di rojevê de ma û guftogo li ser hatin kirin. Hat bahs kirin ku ew ê heykelekî wê li Uppsala dînin û li Hollywoodê, filîmekî li ser jîyan û ‘tekoþîna wê’ çêkin.
Gelo ev tiþtên ku Fadîme û medya bi hevdûre digotin rast bû, an jî çiqasî rast bûn? Dema ku mere bi perspektîfek e objektîf lê dinere, mere dibîne gelek tiþtên ku hate gotin ne rast bûn.
Tiþtên ku di çapemînîyê de nehatin gotin:
- Xwehek e Fadîme ku jê bicûktir e, wê demê bi yekî swêdî re bû. Lê tu pirsgirêkê weke yê Fadîme di navbêna wê û malbatê de çênebû. Di medya de qet bahsa vê qîzê ne bû.
- Evîndarê Fadîme, ku weke swêdî hat naskirin, bavê wî Faris û ji Îranê bû lê dîya wî Swêdî bû. Lê medya ev xort weke swêdîyê xas naskirin da.
- Di destpêkê de bavê Fadîme zewaca wê bi vî xortî re qebûl nake, lê piþtî bi demekê qebûl dike. Jibo dawetê li Uppsala salonekê kirê dikin. Lê Fadîme û bavê xwe li ser ê ‘dawet kîjan rojê be’ li hevdû nakin û pirsgirêk dest pê dike.
- Piþtî ku Fadîme ji Uppsala çû Sundsvall, têkiliya wê û evîndarê wê bi hatîye û heta ku hat kuþtin têkiliyê wê bi du xortên dinê re çê dibe. Lê ev ne hat eþkerekirin. Heta hat kuþtin jî, ew û medya bi hevdû re weke ku têkiliyên wê bi evîndarê wê yê berê re heye tevgerîyan. Herweha dema ku Fadîme hat kuþtin, medya ew herdû xort weke hevalên wê yên herî nêzîk naskirin dan.
- 4 heb ji hevalên Fadîme yên herî nêzîk mirin e. Yek ji wan jiber xwarina hebên narkotîk mirîye, yekî zêde gaz kiþandiye, yekê xwe daliqandîye û yê ku dergîstîyê wê bû, di qeza trafîkê de mir.
- Temama hevalên wê, bi malbatên xwe re bi problem bûn. Jîyana tu kesî ji wan ne normal bû.
Van tiþtên ku ez bahs dikim, medya Swêdî jî dizanîbû, lê bahs ne dikirin.
Bi kuþtina wê, medya swêdî, adetî li hember bîyanîyan, bi taybetî li hember kurdan dest bi kampanya xerabkirinê kir. Cara yekemîn bû medya hewqasî dijîtîya kurdan kir. Bi vê helwestê nerînek e gelekî xerab li ser kurdan çêkirin. Ev jî bû sedem ku di her beþên civakê de, kurd ketin tengasîyê. Ji wê rojê û vir de, di nav bîyanêyan de, kurd weke gûrûba herî bi pirsgirêk tên dîtin.
Gelo çima medya bi vî rengî tev gerîya? Di nivîsek e din de, ez ê li ser vê mijarê bisekinim.