DTP û hilbijartin

Armanca parlementarîzmê ew e ku, mirovên ku gel hildibijêrin, temsîla gelê xwe li parlementoyê bikin.

Li Kurdistanê sîyasetmedarên ku derdikevin himber gel, divê ku berî her tiþtî program û amadekarîyên wan jibo çareserkirina pirsgirêka kurd zelal be. Mijara duyemîn ku ew jî gelekî girînge, amadekarîya çareserîya pirsgirêka aborî ye. Lewra ev herdû mijar jibo kurda pirsgirêkên sereke ne. Gelo di van herdu mijaran de plan û amadekarîya DTP çi bûn?

Rayedarên DTP bi xwe dibêjin me jibo çareserîya aborî tu soz nedaye gel. Ev jî tê wê wateyê ku tenê amadekarî û xebata wan, çareserîya pirsgirêka kurd bû. Lê di encama hilbijartinê de dîyar bû ku li Kurdisanê DTP hejmareke berbiçav ji hêza xwe wenda kiriye û AKP bi hêztir bûye.

Ev encam ne surprîz bû. Jibo ku mere ev rewþ bidîta jî, ne lazim bû ku mere gelekî bîrawer û jîr bûya.

Bi salaye ku kurda li her çar perçeyên Kurdistanê kar û xebat kirîye. Di vê kar û xebatê de gelek metod hatine bikar anîn. Tekoþîna gelên din li cîhanê yên ku azadîya xwe stendine, ji xwe re weke mînak girtin. Serok û qahremanên wan weke serok û qahremanên xwe dîtin. Îro di nava kurdan de kesê ku liberxwedana Vîetnam, Kuba hwd. û qahremanên wan ne bihîstibe tune ye.

Rêxistinên kurd, propaganda û sohbetên xwe, bi serbixwebûn û yekîtîya Kurdistanê di xemilandin. Lê bazara malê û sûkê li hevdû derneket, yekîtîya Kurdistanê pêk nehat lê perçeyekî Kurdistanê azad bû.

Temama gelê kurd bi avakirina vî perçeyî kêfxweþ û bextewer bû. Xwendevanên hêja, dixwazim bala we bikþînim ku ez bahsa rêxistinî nakim, dibêjim ‘gelê kurd’.

Piþtî ku Kurdistana baþûr ava bû, li bakurê Kurdistanê, mere li cem kîjan kurdî rûnê, bi kêfxweþî û serbilindayîyeke mezin bahsa vî perçeyê Kurdistanê dikin. Lê li heman cihî, jibo Kurdistana azad, bi organîze xwepêþandanek, þahîyek, kêfxeþîyek ne hat kirin. Li gor ku temama beledîyeyên Kurdistanê di destên kurda de ne.

Gelo çima rêxistinên ku ji xwe re gelên xerîb û dûr weke mînak digirtin, çima Kurdistaneke li pî me ku kurda ava kiriye ji xwe re weke mînak nagrin???

Mersele giþ di vêderê de girêdayî ye!

Îdin berê kurda li Kurdistana baþûr e. Kurd doza polîtîkayek wek ya Kurdistana baþur dikin. Vê dozê li rêxitinên xwe dikin.

Dema ku mere polîtîka DTPa îro û ya HEPa 17 sal berê dibe ber hev, HEP di dema xwe de jibo kurda þoreþek bû. Temama kurdan, sîyasetmedarê legal û yên ne legal, rewþenbir, hunermend, bîrawer û kesên ji rêze, avakirina HEPê pêngaveke weke þoreþekê di nirxandin. Lê îro van mirovên ku min bahs kirin rexneyên mezin li DTP digrin. Lewra gel pêþ ve ketîye lê polîtîka kurda ya fermî bi þûnde maye. Di vê hilbijartinê de, gelê kurd, îkazek da sîyasetmedarên xwe. Çi sîyasetmedarên legal û çi jî yên ne legal.

Ji vira wade heger ku DTP polîtîkayên xwe li gorî dilê kurdan nûh neke, di hilbijartinên beledîyan de jî ewê wenda bikin. Wendakirina beledîya, ne wendakirina beledîya tenê ye, em bixwazin nexwazin ewê gelek tiþtên din jî bi xwe re bibe.

Heger ku DTP bixwaze bi hêztir bibe pêwiste dev ji gotinên ‘em rêxistineke Tirkîyê ne’ berdin û li ser bingeheke Kurdistanî xebata xwe bikin. Dema ku gotinên Leyla Zana ji helwesteke þexsî derket û bû polîtîka partîyê, ne 23 parlementer tenê, wê li temama Kurdistanê gelek parlementer derxinin.


Yazar: Salih Agir Qoseri
Tarih: 2007-07-30


Bu Köþe Yazýsýnýn yer aldýðý yer: Kurdistan-Post.Org (Com) Kürdistan'in Özgür Sesi
http://www.kurdistan-post.com

Bu Köþe Yazýsý için adres:
http://www.kurdistan-post.com/modules.php?name=Niviskar&op=viewarticle&artid=1042