Kurdi: Ciwan Haco Konferansa Dersimê Vedike Gönderen Hasan Tarih: Perşembe, 14. Ocak 2010 (3535 okunma) KonuKurdi
Cihê kêfxweşiyê ye ku hêja Ciwan Haco bi dengê xwe yê xweş beşdarî konferansê dibe. Hunermendê mezin yê Kurd Ciwan Haco di muzîka Kurdî de ekolek bi sere xwe ye û konferans bi stirana “Dersim welatê ma yo” dest pê dike:
Kurdi: Sê Damarên Jiyanê(III)-Mîrhem Yîgît Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 10. Ocak 2010 (1625 okunma) KonuKurdi
Navê hevala Zeyneb yê rastîn Tulay Zeyneb Şenyurt e. Sala 1999 an ketiye nav rêzên gerîla. Bi eslê xwe ji Bingolê ye, ji Stenbolê ketiye nav tevgerê. Ez û ew, demeke dirêj em bi hev re man, me heman xebat parvekir.
Kurdi: ‘’LA-LAWO RAYA XO DE ŞO!’’-İlhami Sertkaya Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 09. Ocak 2010 (2620 okunma) KonuKurdi
Na, rastiya to wa. Rastiya to, kamiya to, zonê to de ro. Na dınya de, şıma çı wazenê bıwazê, eger ke wastena şıma, ebe rastiye u kamiya şıma me bo, qimetê xo çin o.
Kurdi: Li Ser Referandûma Minareyan-İsmail Beşikçi Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 09. Ocak 2010 (1465 okunma) KonuKurdi
Li Îsvîçre di 29’ê Mijdara 2009’an de, di derbarê minareyan de referandûmek pêk hat. Piştî vê referandûmê, qedexekirina minareyan hat pejirandin. Pejirandina qedexekirina minareyan, li Tirkîyê bi reaksîyonên mezin hat pêşwazîkirin. Çi rayedarên dewlet û hikûmetê, çi partîyên sîyasî, çi jî sazîyên civaka sifîl, li hember vê encamê reaksîyon dan. Di çapemenîyê de gelek pênûsan, gelek dengan gotin ‘Îswîçre mafên mirovan bin pê dike, Îswîçre nîjadperezt e, dewleteke faşîst e’ û protesto kirin.
Kurdi: Serokê Enstîtuya Aşûriyan Sawoce: Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 09. Ocak 2010 (2235 okunma) KonuKurdi
Di 24 Çileya Paşîn (january) 2010 de KonferansaDêrsim-1938 ê li Stockholmê pêk tê. Konferans ji aliyê Kurdocide Watch-Bakur ve tê organîzekirin. Gelek dezgeh û kes piştgiriya xwe pêşkêşî konferansê dikin.
Kurdi: Sê Damarên Jiyanê(I)-Mîrhem Yîgît Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 06. Ocak 2010 (1710 okunma) KonuKurdi
Me soz da hevala Bêrîtan ku em binîvisînin. Ez li defterekê geriyam min pêde nekir, yeke min hebû qediyabû. Em ketin rê, zêde dem tunebû. Bi min re pelên cixaran hebûn. Min li ser wan pelan notên xwe girtin. Bi dirêjaya 40 rojan şer min rojane nivîsand: Em li ku ne, em li ku ketine kozikan, em kîjan heval bi hev re ne, hevalan wê demê pirr cîh jî û yekîne jî dughertin. Mesele, em ketine taximê kîjan hevalî, mesele, me filan, filan heval me bi hev re hereket kir, em ji filan noqtê çûn bêvan noqtê.
Kurdi: Divê Jenosîda Dêrsimê Bibe Pirsa Cîhanê Gönderen Hasan Tarih: Salı, 05. Ocak 2010 (2340 okunma) KonuKurdi
Di 24 Çileya Paşîn 2010 de Konferansa Dêrsim-1938 ê li Stockholmê pêk tê. Konferans ji aliyê Kurdocide Watch-Bakur ve tê organîzekirin. Gelek dezgeh û kes piştgiriya xwe pêşkêşî konferansê dikin. Me, berî niha dîtina şanoger Kemal Gorgu pêşkêşî xwendevanan kiribû. Gorgu, bi lîstikek şanoyî beşdarî konferansê dibe. Em, di hevpeyvîna duwê de, sohbeta bi gerînendeyê giştî ya kovara Sîrwanê, û serokê Kurdocide Watch-Bakur, rojnamevan Seyidxan Anter pêşkêşî we dikin.
Kurdi: Ji SU TV Pengaveke din… Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 04. Ocak 2010 (3045 okunma) KonuKurdi
Su Tv ku berî çend mehan dest bi nûçeyên Kurdî kiribû û her êvar bi awayekî zindî seet di 19.30’an de nûçeyan pêşkêş dike, niha jî dest bi nûçeyên Ermenîkî kir.
Kurdi: Rojnamevan Ozçelîk Nirxandina 2009’ê li Tirkîye Dike Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 04. Ocak 2010 (2465 okunma) KonuKurdi
Rêzdar Ozçelîk dibêje, nîyeta dewleta tirk tunebû ku pirsa kurdî çareser bike. Nîyeta wan ev bû ku DTP û sîyasetvanên kurd bê hêz bikin. Baştir bû ku plana AKP ya rê vekirina pirsa kurdî hilweşîya çimkî AKP ne ji dil e.
Kurdi: Hevpeyvînek bi Mam Recall re / Mem Xelikan Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 03. Ocak 2010 (1925 okunma) KonuKurdi
Mam jî, ji Kurdên Anatolî ya Navîne. Ew li gundê Karagedik'ê, li sala 1954 an, ji dayîka xwe bûyîye. Karagedik; gundeki girêdayî yê, Haymana û Enqerê ye.
Kurdi: Dadgeha Tirk Serokê Dalkurd Ramazan Kizil Ceze kir Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 01. Ocak 2010 (2910 okunma) KonuKurdi
Îro saet yazdehan, li Dadgeha Giran ya çaremîn a Diyarbekir doza Serokê Dalkurd Ramazan Kizil hat dîtin. Birêz Ramazan Kizil li gor Qanuna Tekoşîna li dijî Terorê û di çarçeweya sucê propagandeya rêxistina dervî qanunê hat darizandin.
Kurdi: Baksî, Walrafê Kurd(II)-Mirhem Yiğit Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 30. Aralık 2009 (3110 okunma) KonuKurdi
Baksî naskiriye, roja cenazê wî birêkirin Kurdistanê, li ber deriyê nexweşxaneya Karolinska li Stockholmê rê û rêwanî nema, li ser goristana Amedê jî wiha. Ew yek û Mehmed Uzun dudo, dinya rabû ji bo wan, koça Ahmed Kaya jî deng da. Berê kes bi rewşenbîr û kesayetiyên kurd nedihesiya, bêdeng û bêpêjin diçûn, di nav bêkesûkûsiyeke tîr û tarî de serê xwe datanîn, noqî nav derya jibîrabûnê dibûn, çavvekirî û bi dilekî şikestî rihê xwe teslîm dikirin.