Azadiya Welat -
Konseya Desteya Rêveber ya KONGRA GEL xwest ku heta 17'ê berfanmarê çalakiyên demokratîk, werin xurtkirin. Di civînê de, ji Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê hate xwestin ku îradeya kurd esas bê girtin. Her wiha Tirkiye, Suriye û Îran jî ji ber helwestên wan yên li hemberî kurdan hatin hişyarkirin. Di civînê de ji PDK û YNK'ê jî hate xwestin ku li gorî berjewendiyên netewî tev bigerin.
Civîna Konseya Desteya Rêveberî ya KONGRA GEl bi dawû bû. Civîn, di navbera 26'ê kewçêrê û 5'ê sermawezê de, bi şiyara 'Ya dê pêşî li aştiyê vebe yan jî emê bi şerefa xwe bimirin, riya sêyemîn nîn e' bi beşdarbûna 70 endamên desteya rêveberiyê hate lidarxistin.
'Konseptek nû ya înkarê di rojevê de ye'
Di civînê de, tecrîda li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa rêxistinî, xebatên jinûve avakirinê û plansaziya pêvajoya nû hatin nirxandin. Di daxuyaniya piştî civînê de hate destnîşankirin ku li hemberî Ocalan û tevgera gelê kurd, konsepteke nû ya tecrîd û înkarê di rojevê de ye.
Tirkiye Suriye û Îran hatin hişyarkirin
Di daxuyaniyê de ji Amerîkayê hate xwestin ku dev ji helwesta xwe ya îradeya gelan go li ber çavan nagire berde û ji Yekîtiya Ewropayê jî hate xwestin ku li gorî pîvanên demokratîk nêzî çareseriya pirsgirêka kurd bibe. KONGRA GEL dewletên Tirkiye, Îran û Suriyeyê jî hişyar kirin û ji wan xwest ku helwestên Ocalan ên çareseriyê û asta parastinê ya gelê kurd li ber çavan bigirin. Ji PDK û YNK'ê jî hat xwestin ku êdî nekevin nava helwestên ku xizmetî berjewendiyên netewî nakin.
Di civînê de mijarên rêxistinî jî hatin nirxandin û li ser esasê perspektîfên Ocalan biryar hate dayîn ku civata rêxistinî li gorî mercên qanûn-danîn, birêvebirin û darêzgeriyê ve were sererastkirin. Li gorî vê yekê, wezîfeya qanûn-danînê ya Civata Giştî ya KONGRA GEL, dê ji aliyê Serokek û 4 alîkarên wî yên di nava Konseya Rêvebirinê de bên hilbijartin u werin birêvebirin.
'Bila meclîsên welatiyên azad werin avakirin'
Di civînê de pêvajoya piştî bidawîbûna agirbestê ya 1'ê pûşperê jî hate nirxandin û ev pêngav ji bo çareseriya pirsgirêka kurd weke gaveke girîng hate binavkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku derfetên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji her demê zêdetir bûne û bang li herkesî hat kirin ku heta 17'ê berfanbarê çalakiyên xwe yên demokratîk xurt bikin. Di daxuyaniyê de herwiha hate xwestin ku li gund, tax û bajaran, Meclîsên Welatiyên Azad werin avakirin.