Civîna Salvegera 80emîn ya dardakirina Þêx Saîd û hevalên wî Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 19. Haziran 2005 (590 okunma) KonuGüncel
Rizgarî Online Rêvebiriya Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî /KÜRT-KAV,civînek ji bo yî Salvegera 80emîn ya dardakirina Þêx Saîd û hevalên wî li dardixe. Civîn di 25 Hezîran 2005 roja Yekþemi, di cîyê KURD-KAVê, saet 14.00 da destpêdike. Navnîþana cîyê civîne: Tarlabaþi Bulvari, Çorbaci Sok, No:13 Taksîm/Istanbul e. Di bernamê civînê de: Axaftin, Temaþakirina Slaytê û Helbest hene.
KURD-KOMÊ TEVGERA KURD A 1925-AN/SEROKÊN Û ÞEHÎDÊN TEVGERÊ BÝBÎRBÎNE Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 18. Haziran 2005 (620 okunma) KonuGüncel
KURD-KOMÊ TEVGERA KURD A 1925-AN/SEROKÊN Û ÞEHÎDÊN TEVGERÊ BÝBÎRBÎNE
I- CÝVÎNA ÇAPEMENî YA KÎTLEWÎ: CÝYÊ SEROK Û ÞEHÎDÊN TEVGERA KURD A 1925 –AN LÊHATÝNEDALEQANDÝN, LÝ BER MÎZGEFTA ULUCAMÝYÊ, DÝ 28. 06. 2005-AN, SAET 13.30-YÎ DE CÝVÎNA ÇAPEMENÎ YA KÎTLEWÎ PÊK BE.
II- PANEL: JÝ BO “ÞÝROVEKÝRÝN Û BÎRANÎNA TEVGERA KURD A 1925/ SEROKÊN Û TÊKOÞERÊN TEVGERÊ” PENELEKÊ DÝ 3. 07. 2005, SAET 13.00-AN DE LÝ SALONA ENSTÎTUYA ZÝMANÊ KURDÎ YA AMEDÊ PÊK BE.
RÊVEBÝRÊ PANELÊ Û LÝ SER NAVÊ KOMELÊ PÊÞKÊÞKER: Ýbrahîm GÜÇLÛ
PANELÎSTÊN CÝVÎNÊ: 1- Dr. Mehmed Emîn SEVER: Biraziyê Xalid Begê Cibranî, 2-Þerefxan CÝZÎRÎ: Nivîskar, 3- Kasým FÝRAT: Nêviyê Þêx Seîd EFENDÝ û Lawê Þêx Elî Riza Efendî.
Malbatên Serokên û Têkoþerên Tevgera Kurd a 1925-an ji bona ku beþdarî ev xebatan bibin, karekî taybetî tê meþand û dê bê meþand jî.
Serokê Herêma Kurdistanê sondê yasayî xwar Gönderen Hasan Tarih: Salı, 14. Haziran 2005 (1928 okunma) KonuSiyaset
Serokê Herêma Kurdistanê sondê yasayî xwar
PNA Birêz Mesûd Mustefa Barzanî îro 14/hezîran/2005 a li hember Parlemana Kurdistanê de wek yekemîn serokê Herêma Kurdistanê sonda yasayî xwar . Bi va þêweyê bû yekemîn car di dîrokê de, du serkirdên Kurd serokatîya her yekê ji komara Îraqê û Herêma Kurdistanê kirin . Welatîyên Kurdistanê, li gel temam bûnê xwendina deqê sondê ji alîyê birêz Barzanî de, rijîyan ser kolana û ahenga kêfxweþîya xwe kirin . Hijmareke pir ji mêvanên Kurd û Ereb û biyanî di wa civînê de amade bibûn, herweha serkird û nûnerên partîyên Kurdistanê ji hemû parçeyên Kurdistanê û serkird û nûnerên Partîyên Îraqê, û nûnerên balyozxaneyên Emerîka û Berîtanîya û çend welatên din jî, birêz Celal Talebanî serokê komara Îraqê û Hacim Elhesenî serokê Parlemana Îraqê, Adil Ebdulmehdî cêgirî serokê wezîrên Îraqê û Eþref Qazî nûnerê emîndarê giþtî ya yekîtîya nêvnetewî û hijmareke pir ji kesên sîyasî Îraqî li merasîmê beþdarbibûn . Herweha birêz serokê komara Îraqê û di dûvre serokê parlemana Îraqê û înca Adil Ebdulmehdî, birêz Ehmed Çelebî, nûnerên Emerîka û Berîtanîya gotinên xwe pêþkêþ kirin û kêfxweþîyê xwe bi va bûyerê dîrokî derbirîn û pîrozbahîyên xwe araste gelê Kurdistanê kirin . Piþtî wê birêz Mesûd Barzanî gotina xwe pêþkêþî mêvanan û amadevanan kir .
Sersaxi-HECIYÊ SIWÊREGÎ-Þivan Perwer Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 13. Haziran 2005 (2651 okunma) KonuKültür-Sanat
Ev nav ji her kesekî re beyan û naskiriye. Navekî camêr, qedirþinas, merd, comerd, hevalbend, welatperwer, çalak û mivanperwer Heciyê me yê Siwêregî. Krîvê Þivan Perwer bû. Gava digot "KRIV ?" sed krîv ji dev derdiket. Hewqas dost bû Krîvê me yê hêja.
BANG-Komîta Kargêr Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 12. Haziran 2005 (735 okunma) KonuSiyaset
BANG
Xuþk û birayên hêja!
Welatparêzên Rêzdar!
Em hêz û komelên li xwarê bangî we dikin ku diroja 12.06.05 li bajêrê Kolnê li derê DOM ê di navbera 16°°-20°° ê da li dora hev kom bibin.Ji bona desteberkirina destkevtên baþûra Kurdistana azad sahî bikin.
Piþtî serkevtina lîsta hevbeþe kurdan,ku, birêz Mam Celal Telebanî bu serokkomarê iraqeke federal û demokrat.Niha jî serkevtienke mezin û dîrokî, Birêz Mesud Barzanî wekû serokê dewleta federalî ya baþura Kurdistanê ji alîyê parlemana Kurdistanê ve tê hilbijartin.Em evê hilbijartinê bi dil û can pîroz dikin.
Ev serkevtine dilê gelê kurd û Kurdisatnê þad dike.Xewna dijmin û dagirkerên Kurdistanê direvîne.
Werin em bi hevra evê serkevtinê bi sahî girtinê pîroz bikin.
EY BILBILÊ DILÞAD-Mehmud ÖNDER Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 08. Haziran 2005 (2729 okunma) KonuKültür-Sanat
Ez bawer dikim, ku yek ji helbestên Seydayê Tîrêj ê Gorbuhuþt, ya bi navê "Ey Bilbilê Dilþad Hela Wer Bike Fîxan" ji aliyê Gelê Kurdan ve hatiye bîhistin.
Mesûd Barzanî: Kerkûk nabe Bexda û em piþta kurdên Sûriyeyê digirin Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 08. Haziran 2005 (1697 okunma) KonuGüncel
Mesûd Barzanî: Kerkûk nabe Bexda û em piþta kurdên Sûriyeyê digirin KK-Nûçe
HEWLÊR, 7/6 2005 — Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de digel rojnameya erebî El-Heyatê got Kerkûk nabe Bexda û dê wekî Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bajarekê iraqî lê kurdistanî be. Mesûd Barzanî herwiha got çênabe ko ti kes destkariyê di qanûna bingehî ya miweqet ya Iraqê de bike û ew dê bibe serkaniya qanûna bingehî ya daîmî jî.
Hinek þîî û erebên dî dibêjin qanûna bingehî ya miweqet dê nebe serkaniya ya daîmî û lewra Kerkûk jî dê nebe parçeyeka ji Kurdistanê. Emar Hekîmê kurê Ebdulezîz Hekîmê serokê Konseya Bilind ya Þoreþa Îslamî li Iraqê (SCIRI) di hevpeyvîneka digel televizyona libnanî El-Menarê de got:
— Em qebûl nakin ko Kerkûk bi herêma otonom ve bête girêdan ji ber Kerkûk mînyatûreka iraqê ye û ew ya hemî iraqiyan e.
Herwiha wî got ew li dijî wê yekê ye ko bi zorê hinek iraqî ji cihekî bêne veguhostin bo cihekê dî û mafê her iraqiyekî ye ko li bajarê ew dixwaze bi cih bibe û bijît.
Halbukî madeya 58-ê ya qanûna bingehî ya miweqet dibêje erebên li Kerkûkê hatîn bi cih kirin divêt vegerin bo cihên xwe yên berê û kurdên hatîn derxistin jî vegerin bo Kerkûkê ser mal û milkê xwe.
Her di hevpeyvîna digel El-Heyatê de Mesûd Barzanî got avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe ne mehal e lê belê wan niho daxwazeka wisa nekiriye ji ber berjewendiya wan niho di wê de ye ko digel Iraqê bijîn.
Mesûd Barzanî behsa bûyerên van rojan yên li Qamiþloyê jî kir û got:
— Kurd li kîjan dera dinyayê bin ew birayên me ne û em dê piþtgiriya mafên wan bikin. Em hêvî dikin ko problema kurdan digel Sûriyeyê bi rêya diyalogê bête çareser kirin yan ne rewþ dê ber bi xerabtirbûnê ve biçe.
KUÞTINA XEZNEWÎ Û KONSEPTÊN MÎNAK GIRTINÊ-Jîr DILOVAN Gönderen Hasan Tarih: Salı, 07. Haziran 2005 (2063 okunma) KonuGüncel
Ev taybetmendiyeke rejîmên totalitar e, dema rejîma wan dikeve nava xeteriyê û ber bi hilweþînê ve diçe, ji pîvan derdikevin. Çavên wan tiþtekî nabîne. Dikujin, direvînin, didin wendakirin, xera dikin, dirûxînin û çi bikeve ber himbêza wan tine dikin.
Bê gunam Þêx Mimende Meeþuq el-Xeznewî Rêjîma Suriyê nasdikir.. Meden DURAN Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 05. Haziran 2005 (1729 okunma) KonuGüncel
Dema min kuþtina birêz Þêx Mihemed Meeþuq el-Xeznewî bihîst, birastî sergêjekli min gerîya, dilê min kelî, kela girî kete qirka min û mîna tamamê kurda ez jî bi hêrz bûm.
RÊVEBEREKANÎ PDK Û YNK ! LE ESTENBOL TIKA Û REXNE YE-HASAN KAYA Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 29. Mayıs 2005 (2136 okunma) KonuSiyaset
Bi stranên Mihemed Þêxo, Seîd Gebarî, Þivan Perwer, bi mîtosa peþmerge û gerîla, di zarokatiya xwe de bi efsanebûna navê Mele Mustefa Berzanî, Leyla Qasim, di xortaniya xwe de, bi navê Mahsûm Korkmaz ez mezin bûm. 25 sal, li ber Xwiþk û kekê me yên ku bi nav salan de meþîne wekî çend salekan têt,- lê li gorî gelek hevalan bi qasî temenê wan e. Gotin hêsanî ye û ziman bê hestî ye! Lê çawa bibêjim, pir hindik me jî têra xwe tiþt dîtin.
ÞAMÎL ESGEROV ÇÛ SER DILOVANIYA XWE Gönderen Hasan Tarih: Pazartesi, 23. Mayıs 2005 (2051 okunma) KonuKültür-Sanat
ÞAMÎL ESGEROV ÇÛ SER DILOVANIYA XWE
Þamîlê Selîm Esgerov ko þaîr, kurdolog, etnograf, wergêr û yekem þervanê kurdên Azerbaycanê di roja 20ê Gulana 2005an de di 77 saliya xwe de çû ser dîlovaniya xwe.
» Þamîl Esgerov (rûniþtî) û ji milê çepê ve: Rohat Alakom, Michael Chyet, Joyce Blaû û Kemal Mezher Ehmed ( Foto ji arþîva Rohat Alakomî )
Þamîl Esgerov, ko di sala 1928an de li Kurdistana Sor li gundê Axçakentê bajarê Kelbecerê hatibû dinê, hê di ciwaniya xwe de bi dîrok û edebiyata Kurdistanê re, ko wê demê nav û dengê wê jî li holê nîn bû, eleqedar bûye.
Dibistana navîn û amadeyiyê di dereceya baþ de qedandiye û paþê jî dibistana mamosteyî ya bilind a dewleta Azerbaycanê, pey re dibistana bilind a partiyê li Bakûyê û ûnîversîteya pedagojî ya Azerbaycanê xilas kiriye. Her sê dibistanên bilind bi madalyona zêr kuta kiriye.
Li bajarê Kelbecera Kurdistana Sor edîtorê rojnameyê, serokê rêxistina ciwanan Komsomolê mudirê dibistanê, waliyê bajêr, mudirê perwerdeya bajêr, serokê mûzeya dîrokê bi rengekî navdar daye meþandin. Weke mamoste di dema seroktiya Þamîl Esgerov de, rêxistina ciwanên Kelbecerê di gelemperiya Yekitiya Sovyetê de, di pêþbirka sosyalîst de rêza yekem girtibû.
Mamoste Þamîl li bajarê Bakûyê ji teklîfên ko bibe rektorê ûnîversîteyê re gotiye na û mayîna li Kelbecerê tercîh kiriye, ko bêhna kurdayetiyê jê werdigirt. Di sala 1993yan de piþtî ko Kurdistana Sor ji hêla artêþa Ermenistanê ve hate dagirtin, bi neçarî jiyana xwe weke penaber li bajarê Bakûyê domandiye.
Mamoste Þamîl li ba xebatên civakî bi xebatên xwe yên edebî û zanistî li Yekîtiya Sovyetê û li derveyê welêt weke þexsiyetekî navdar hatiye nasîn. Tevî ko bi xwe matamatîksiyen bûye, bi kurdî û azerî helbest nivîsandiye. Edebî, etnografî, dîrokî û hunerên estetîkî di serî de nêzîkê 40 pirtûkan nîvisandiye. Mamoste Þamîl, li ser xebatên edebî yên Mamosta Cîgerxwîn teza xwe ya doktoriyê nivîsandiye, destana Mem û Zîn a Ehmedê Xanî wergerandiye zimanê azerî û wekî din jî, di serî de ji Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Evdirehman Hejar û Evdila Goran bi sedan helbestan bi zimanê azerî bi lêv kiriye. Her wiha ferhengoka zimanê azerî-kurdî, kurdî-azerî nivîsandiyê û bi vê yekê armanc girtiye, kurdên li Azerbeycanê ko zimanê wan asîmîle bûbû, ji nû ve zindî bike. Dîsa yekem ferhengoka qafiya(miþar) zimanên kurdî û azerî ji hêla Mamosteyê mezin ve hatiye çêkirin.
Mamoste Þamîl emrê xwe yê biwate di rêya ronahîbûna kurdan û biratiya gelan de borandiye. Bi xwe di vê riyê de çendî ko rastê zext û zorê hatibe jî, ji þewaza jiyana xwe tu caran tawîz nedaye. Di sala 1978an de bi sedema ko kurdayetiyê dike, çar salan di zindanê de dimîne, di nav rewþa çetînahiyê de bi navê Lal Kiz destana helbestî ko 20 hezar rêzik e û dîroka têkoþîna gelê kurd vedibêje nivîsandiye û bi vê eserê helwesta xwe nîþan daye, li dijî bêmafiyên ko têne kirin.
Timî di dilê Mamosteyê mezin de evîna Kurdistana mezin hebû, ew tam dildarê Kurdistana Sor bû. Mirov dikare bibêje ko li Kurdistana Sor ciyê her kevirî, her darî û her kaniyê dizanibû. Mamoste Þamîl, li komara ko lê dijiya dostên wî yên ko ji kurdayetiyê hez nedikirin jî, jê re digotin Ansîklopediya Zindî û abîdeyê zindî yê dostaniya kurd û azeriyan. Ji bo kurdên ko li nav Yekîtiya Sovyetan belav bûne, wateya Mamoste Þamîl mezin e û li ba dilê wan ew tekane þervan e, ko têdikoþe di oxira kurdayetiyê de, li nav kurdên Azerbaycanê.
Gelê kurd ewladêkî xwe yê gelek nirxdar wenda kir. Em Mamosteyê mezin Þamîl Esgerov ko bi dengekî mezin ji gundê Kelbecerê diaxiviya, bi dilovanî û sipasdariyeka mezin bi bîr tînin. Ew mamosteyê me yê mezin e. Bîraweriya mezin, jîriya wî ya ronî û têkoþîna ko daye di oxira ronahîbûna kurdistanê de çavkaniya ilhama me ye.
Li ser navê hezkiriyên wî
Knyaz Mirzeyev : Akademisyen, profesorê filologiye û serokê yekitiya kurdên Qazakistanê. Nadir Nadirov: Akademisyen, profesorê petro-kimyayê. Þêx Remezan. Serokê yekitiya Kirgizistanê. Bariyê Bala: Þaîr Ehmedê Hepo: Nivîskar Mihemedê Misto: Profesor Bariyê Paþa: Albay Wezîrê Knyaz: Dozger Resûl Memedov: Doktor Ezîzê Ziyo Eliyev: Bazirgan Hiseyin Sadikov. Profesorê matematîkê. Hesen Hecî Silêman: Nivîskar Xebatkarên rojnameya Dengê Kurd. Xebatkarên rojnameya Jiyana Kurd û kovara Nûbar.
Divê Kurd krîterên welatparêziyê fireh bikin-Yaþar Gülen Gönderen Hasan Tarih: Pazar, 15. Mayıs 2005 (2191 okunma) KonuGüncel
Em li ser ruwê erdê endamên gelê herî mezin ê bê dewlet in. Bêguman, her kesekî Kurd di dilê xwe de valahiya evîna welêt hiþtiye. Her kesekî Kurd bi êþ bêriya serxwebûnê dike. Kurdê li meyxanê serxweþ bûye, bi serê xweþ bîranînên Bekaa dibilîne.
BIRYARA "DMME" Û OCALAN-Mehmud Önder Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 14. Mayıs 2005 (1786 okunma) KonuGüncel
Di serî de divê mirov biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya di derbarê rêzdar Ocalan de daye, bi awayekî pirr-alî binirxîne, da ku giringiya wê ya li ser doza Kurdan ji ber çavan wenda nebe.
JÝ SEROKÊ GÝÞTÎ Û KOMÎTA MERKEZÎ YE PDK A ÝRAQÊ RE-KURD-KOM Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 06. Mayıs 2005 (1678 okunma) KonuGüncel
JÝ SEROKÊ GÝÞTÎ Û KOMÎTA MERKEZÎ YE PDK A ÝRAQÊ RE,
Heval û dostên hêja,
Ew bûyeran nexweþ û qetlîama Li Hewlerê, di 05.05.2005-an de pêk hat, em wek KURD-KOM-ê û hemû Gelê Bakurê Kurdistanê gelek xemgîn kir.
Ev êriþ gelek vekiriyê ku li hemberî hebûna “Herêma Federe ya Kurdistanê” û “Dewleta Federe ya Ýraqê” ü li hemberî demokratîzebûna Ýraqê ye. Êrîþkerên ne mirov, dixwazin li hemberî “Herêma Federa ya Kurdistanê” heviyê biþîkînin û bibejin ku “Kurdistan jî cîwarekî bêîstîkrar û bêewlakar e.”
Lê em di wê baweriyê de ne ku gelê me,berpirsiyan, partî û dezgehên “Herêma Federa ya Kurdistanê” dê van xeteriyan bin pê bikin û pêþiyan van bigrin.
Em ji malbetên þêhîdan û partiya we re ser saxî, ji bo birîndaran re derbasî; Ji Miletê me re sebir daxwaz dikin.
JI BO RAYA GÝÞTÝ / KAMUOYUNA-BÝZAVA BAKURÊ KURDÝSTANÊ Gönderen Hasan Tarih: Cuma, 06. Mayıs 2005 (585 okunma) KonuGüncel
Li payîtextê baþurê Kurdistanê biçalekîyekî terorîstî nêzûk 50 Kurd mirin û ji sedan zêdetir Kurd jî birîndarbun. Kî wan êriþane dike û armanca wan çîye? Çima Kurd dibin hedef?
KÊLIYEKE KIN JI JIYANA MALBATEKE KURD A LI EWROPA-Mehmud Önder Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 04. Mayıs 2005 (1500 okunma) KonuGüncel
Malbeteke kurd a normal a hinek xwenda û qelem alastî û xwedî 2-3 zarokên firoke: Piþtî 2-3salan êdî zimanê welatê lê dimînin hinek fêr bûne, Jin û mêr her yek ji xwe re karek an jî mijûliyek dîtine.