JI BER KU HUNER KAREKÍ PÍROZE Ú HUNERMED JÍ... Hesen DÝDÝN Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 02. Kasım 2005 (1570 okunma) KonuGüncel
Hunermendí híc ne karekí hésane ú hunermendí bes ne ku mirov stranan, helbestan bixwine. Hunermendí bes ne ewe ku mirov peykertiraþiyé bike. Ú hunermendí bes ne nivísandin ú xwandine jí.
Angela Merkelê randevu neda Erdogan Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 02. Kasım 2005 (2301 okunma) KonuDünyadan
Angela Merkelê randevu neda Erdogan
PNA-Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, ji bo hevdîtinekê ji Serokwezîra Alman Angela Merkel randevu xwest, lê Merkelê bi hawakî gelkî ”nazik” got, ”mixabin, karê min pir e” û ev daxwaza Erdogan paþda vegerand. Erdogan di 6ê vê mehê (6/11) da ji bo ku beþdarî civîna avabûna Yekîtiya Tirkên Demokrat yên Ewrûpî (ATDB) bibe diçe Almanyayê. Di vê nabênê da xwest ku di 7ê mehê da jî li Berlînê Merkelê bibîne û pê ra hevdîtinekê bike. Lê Merkelê bersîveke ku tirkan qet nedipa da. Berdevkên xwe gotin: -Mixabin, programa Merkelê tije ye. Nuha qet wexta wê tuneye. Di rojên pêþ da ew dikanin hevûdu bibînin. Tirkan qet bawer nedikirin ku Merkel ewê vê daxwaza Erdogan red bike. Loma jî wan wek ku ev ziyaret ji alî Merkelê ve jî hatibe qebûlkirin belav kiribûn. Lê vê bersîva Merkelê ew matmayî hiþtin. Wek ku meriv satilek ava sar bi ser wan de kî, hemû þaþ man. Merkel li dijî endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê ye. Loma jî Tirk dixwazin Merkelê nerm bikin. Lê wisa xuya ye ku Merkel ewê zû bi zû nerm nebe. NETKURD
REWÞ HIM BAÞ Û HIM NE BAÞ E-Mehmud ÖNDER Gönderen Hasan Tarih: Salı, 01. Kasım 2005 (1367 okunma) KonuSiyaset
Bi taybetî piþtî hilbijartina rêzdar Celal Talabanî ya ji bo Serok-komariya vî welatî û rêzdar Mesut Barzanî ji bo serokatiya herêma Kurdistanê, diyar bû ku li Baþûrê Kurdistanê û li tevahiya Îraqê xelkê Kurd roleke grîng dileyize li ser qedera vî welatî.
Radio of Rojava Kurdistan Gönderen Hasan Tarih: Salı, 01. Kasım 2005 (852 okunma) KonuGüncel
Radio of
Rojava Kurdistan
Radio of Rojava Kurdistan is the First Kurdish Broadcasting Satellite radio based in the UK, started on Friday 11th March 2005.
Radio of Rojava Kurdistan Covers Europe, Middle East and Kurdistan, and we have millions of listeners and supporters, in Kurdistan and in other countries.
Rojava Kurdistan’ radio is a digital radio channel dedicated to the cause of Kurdish problems in general with attention to Western Kurdistan (Syrian Kurdistan); it is transmitted in both dialects of Kurdish language (Sorani & Kurmanji), Arabic and English. The channel can be found by switching your satellite digital television to radio and select Rojava Kurdistan.
Rojava Kurdistan Radio Satellite Hotbird 13E Transponder Number- 75 Frequency- 12207 H Polarity- Horizontal Symbol Rate- 27500 FEC- ¾
Radio of Rojava Kurdistan is the First Kurdish Broadcasting Satellite radio based in the UK, started on Friday 11th March 2005.
Radio of Rojava Kurdistan Covers Europe, Middle East and Kurdistan, and we have millions of listeners and supporters, in Kurdistan and in other countries.
Rojava Kurdistan’ radio is a digital radio channel dedicated to the cause of Kurdish problems in general with attention to Western Kurdistan (Syrian Kurdistan); it is transmitted in both dialects of Kurdish language (Sorani & Kurmanji), Arabic and English. The channel can be found by switching your satellite digital television to radio and select Rojava Kurdistan.
Rojava Kurdistan Radio Satellite Hotbird 13E Transponder Number- 75 Frequency- 12207 H Polarity- Horizontal Symbol Rate- 27500 FEC- ¾
Tony Blaîr: Tu bi xêr hatî Serok Barzanî Gönderen Hasan Tarih: Salı, 01. Kasım 2005 (2488 okunma) KonuGüncel
Dûhî piþtî nîvro li Londonê li avayîya Serokwezîrîyê, Tony Blaîr Serokwezîrî Brîtanyayê pêþwazîya birêz Barzanî Serokê Kurdistana Federe kir. Civînek di nabera herdu alîyan de pêk hat û piþtî civînê Blaîr û birêz Barazanî derketin hemberî rojnamevanan.
Di serdema teknolojî û ragihandinê Neteweyekî bê dewleke serbixwe ku wek Neteweya Kurd herî zêde hewcaderê dezgeh û amûrên medyayê ye.Rastîya ku berbiçavan ewe ku Cîhana îro de medya hêza herî mezin e .Medyaya Kurdî ku di sala 1898an de bi hewla pîroz a Miqdad Mîdhet Bedirxanê bi rojnameya Kurdistan destpêkirîye,di serdema îro de bersiva pêwîstîyên Neteweya Kurd nikare bide.
Her çiqas piþtî damezirandina Dewleta Federe ya Kurdistan li Baþurê Kurdistanê Medyaya Kurdî gelek pêþketi be jî ev pêþketin nikare Neteweya Kurd di Sedsala 21an de bibe konaxa ku pêwîst dike. Bêgûman bi sedî sed pêþketina Medyaya Kurdî girêdaye avabûna dewletekê serbixwe ya Kurdistanê ye.Ji bo pêþxistina çand,huner,ziman,zanist,teknolojî,civak,dîplomasîya Kurdî,bo modernîze Kurdistan û civaka Kurdî, Medyaya Kurdî rola sereke dileyze û ewê dahatûyê de jî bileyze.
Rola Medyaya Kurdî di pêvajoya serxwebûna Kurdistanê de jî pirr mezine.Lê nebûna dewletekê serbixwe ya Kurdistan nayê ve wateya ku Medyaya Kurdî nikare bigêhije asta navneteweyî. Di roja me de girîngîya medyaya elektronîk ango medyaya înternetê her roj zêdetir dibe.Li gor nêrînên pisporan ayîndeya medyayê di înternetê de ye.Di vê konaxê de bo afirandina deskeftîyan ser înternetê butçeyekê mezin ne pêwist e.Di çerçoveya perspektîf û vizyonekê xurt de bo Neteweya Kurd weþanên girîng dikarin bên avakirin.Hawar Kurdistan Media Group di vê konaxê de wekî projeyekê hatiyê fikirîn û gavekê bo zêdekirina bala cemawerê ser Medyaya Kurdî, zêdekirina lezahîya pêþketina Medyaya Kurdî û damezirandina yekem gruba medyaya înteraktîf(online) ya Kurdî hatiye avêtin. Hawar Kurdistan Media Group dixwaze di vê warî de bibe mînak xebatên bi vê rengî.Hawar Kurdistan Media Group tenê projeye ku bo ger delfet hebin valahîya han dagre.
Wekî ku tê zanîn medya di Cîhanê de bi 3 cûre saz bûye. 1-Dîtbarî,Bihswerî 2-Çapkirî,Nivîskî 3-Înteraktif-Onlîne(Medyaya Nû)
HKMG niha bi giranî grubekê medyaya înteraktîf e.Ger þertûmerc dirûst be medyaya dîtbarî, çapkirî û xizmetên produsîyon(bo mûzîk û sînemaya kurdî) di nav projeyên HKMG de ne. HKMG bi giþtî pêngaveke taybet,bê layen yekem grûba medyaya înteraktîf(online) ya Kurdî ye.Armanca bingehîn a HKMG pêþxistina medya,ziman,çand,folklor,wêje,hiþmendîya dîrokê,înternet û zanista kurdî,bernamesazîya kurdî,hêza sîyasîya Kurdistan,modernîze kirin û pêþxistina Kurdistan de alîkarî dayîn û bi vê avahî parastin,pêþxistin û berdewamîya Þaristanîya Kurdistan e.
Portala HAWARDENGÛBAS.com malpera herî çalak a Hawar Kurdistan Media Group e.Ev portal Portala Dengûbas,þîrove û agahîyên Kurdî ye û di xêza perspektifekî nûjen û neteweyî de weþanê bike.
ORGANÊN HAWAR KURDISTAN MEDIA GROUP
Girêdayê HKMG portala nûçeyê HAWARDENGÛBAS.com ,malpera lînkên Kurdî(Kurdistan Malper) portala Medyaya Kurdî(Medyaya Kurdî),malpera xebatên Serhad B.RÊNAS,malpera dîroka Kurdistan(Mejû Dewletên Kurdî),Malpera wêjeya Kurdî,(Wêje û Pirtûk),malpera Sînemaya Kurdî(Sînema Kurd),malpera mûzîka Kurdý(MûzîkKurd),malpera Dewleta Federe ya Kurdistan,malperek derbarê Kerkûkê de,malpera zanist û teknolojîyê,malpera Aborîya Kurdistan,malpera zankoyên Kurdistanê û di mijar û babetên cûrbecûr de ji zêdetirê 35 malper(Hûn dikarin di malpera dezgehî ya HKMG de www.hkmg.net hemû malperan bibînin) girêdayî HKMG weþan dike.Ji %95 ê malperan bi zimanê Kurdî weþan dikin.HKMG Zimanê Kurdî wekî zimanê tenê ya Medyaya Kurdî dibîne.Hemû zimanên din divê bo dîplomasîyê were bikaranîn.
Malperên HAWARDENGÛBAS.com,PirtûkûWêje, Medyaya Kurdî,Sînema Kurd,Mûzîk Kurd,Aborîya Kurdistan, Kurdistan Malper,Zanist û Tekonolojî malperên çalak bin. Hin malperên HKMG di konaxa çêkirinê de ne.Malperên ku kêmasîya wan hene di nava pêvajoyê de were temam kirin.Di pêþarojê de gav bi gav kêmasîyên malperan werin dagirtin.Bo me mijara sereke amade kirina bingehên wan bû.Piþtre jî naverokan wan werin çêkirin kirin. Di malperên wek Hawar Dengûbas,Pirtûk û Wêje de nivîskarên Kurd dikarin xebatên xwe biweþînin.Kesên ku dixwazin reklamên xwe di organên HKMG de biweþînin
Ji xeynî medyaya înteraktîf di projeyên dema navîn de vekirina Televizyon(Hawar TV) û radyo(Radyo MuzîKurd) ser webê, di projeyên dema dirêj de jî -li gor derfetan- vekirina Televizyon(Hawar TV) û radyo(Radyo MuzîKurd) bi þêweya satalaytî, rojname(Rojnameya HawarKurdistan),kovara wêjeyî(Kurdolog),kovara aktualîteyê (24 Saet) hene.Þîrketên musîk û filmê(KurdFilm û HawarKurd Music) jî di nav projeyê de ne.
Bi hevkarîyên we, dê bo neteweya Kurd amûrên pêþketî ya Medyayê biafrînin û bi hev re pêþbixin.
Serhad B.RÊNAS
Xwedî û Birêvebirê Giþtî yê Hawar Kurdistan Media Group
Bi rêz û Silavan
Koma Birêvebirinê(Malpesazî-Kontrol-Nivîs-Têkîlî-Derhênerîya Dîtbarî-Veguhezî)
Festîvala Duhokê Îsmaîl Beþîkçî xelat kir Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 01. Ekim 2005 (2377 okunma) KonuKültür-Sanat
Hasan Kaya roja 29.09.2005, li Ankara plaketa Îsmaîl Beþîkçî teslîmî wî kir. Beþîkçî, þanazî û coþiya xwe eþkere kir û spasiya Walî Temir Remezan û serokê Yekîtiya Nivîskaran Hesen Slêvanî kir.
BANGA KOMKAR"ê ji bo BRÜKSELE Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 28. Eylül 2005 (1796 okunma) KonuDünyadan
BANGA KOMKAR"ê ji bo BRÜKSELE
Köln-AVESTA: Roja 03.10.05 li paytexta Belcika li Brukselê di bin diruþmeya
Kurd im, teref im, dixwazim! xwepêþdanek li dardikeve.
Xwepêþdan ji aliyê KOMKAR ve tê birêvebirin.
Banga KOMKAR ji bo vê meþa girseyî bi e.mailê ji AVESTA re hat, em li jêr diweþînin:
BANG
Xwîþk û birayên delal!
Kurdên penaber û dûrî welat!
Gelî Kurdên welatparêz!
Wek tê zanîn, di 3ya meha Oktoberê de li bajarê Brukselê ji bo pejirandina endametîya Tirkîyê gotûbêjek dijwar dest pê bike. Di demên borî da ji bo endametîya Tirkîyê û çareserkirina pirsa Kurd me gelek kar û xebat kir. Xuyaye ku di pêþerojê da jî li ser vê babetê kar û xebat dê hê jî zêdetir bibe.
Me carna tenê bi navê KOMKARê, carna jî bi platformên ku KOMKAR jî di nav da cîh digre, bi hevra di derheqa vê babetê da gelek kar û çalakî çêkir. Derheqa berendematîya Tirkîyê û pirsa Kurd da gelek rapor hatin amadekirin. Me ew rapor pêþkêþî berpirsîyarên YE kir.
Di vê mijarê de çalakîyên KOMKARê berdewam e. Me di 3ya meha oktoberê da li ber derîyê Yekitîya Ewrûpê ji bo piþtgirîya kampanyaya Ez kurd im, teref im û dixwazim! ku bi destê HAK-PARê hatibû pêþkêþkirin, xwepêþandanek amade kirîye.
Em bangî hemû komel, partî û Kurdên welatparêz û dostên Kurdan dikin ku din nav vê xwepêþandanê da cîh bigrin û piþtgirîya vê çalakîyê bikin.
Werîn em bi hevra, bi yek dengî daxwaz û dîtinên xwe di nav vê çalakîyê da careke din bînin ziman ji bo çareserkirina pirsa Kurda, gotinên xwe bi hevra dubare bikin.
Roj roja yekitî û yekdengîyê ye.
Xwepêþandan:
03.10.2005, saet 13.00-16.00
Cîh:
Navê adrêsa berê: Van Maerlandplein
1040 Brussel
Navê adrêsa nu:
Place Jean Rey, 1040 Brussel
Di xwepêþandanê de tenê bi ala Kurdistan tê meþandin. Kes û rêxistinên ku tên vê xwepêþandanê bila ewe biryarê bizanin.
TELEVÍZYONÉN KURDA, JI BO KURDAN BÚNE DIBISTAN- HESENÉ SEMSÚRÍ Gönderen Hasan Tarih: Salı, 27. Eylül 2005 (1842 okunma) KonuKültür-Sanat
Ji bo wé, ez dibéjim: Tv yén Kurdan ji bo Kurdan búne Dibistan ú búne Mamhoste. Herkes baþ dizane ku ji ber qedexebúna cand ú zimané Kurdí, gelé Kurd nikanibú ku cand ú zimané xwe bi péþxíne.
Mesûd Barzanî: "Em xwe bi kêmtir nizanîn ne li Ereba ne li Turka ne li Farisa... Gönderen Hasan Tarih: Cumartesi, 24. Eylül 2005 (1945 okunma) KonuGüncel
Mesûd Barzanî: "Em xwe bi kêmtir nizanîn ne li Ereba ne li Turka ne li Farisa, wan çi maf heye me jî ew maf heye\"
Ahenga bîranîna þewata sînemeya Amûdê û riswakirina serjimartina 1962 an, li Sto Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 21. Eylül 2005 (659 okunma) KonuKültür-Sanat
Ahenga bîranîna þewata sînemeya Amûdê û riswakirina serjimartina 1962 an, li Stockholmê
Berî 45 salan, êvara 13-10-1960 an, 283 zarokên kurd di sînemeya Amûdê de, li rojavayê Kurdistanê, hatin þewitandin. Îsal jî ev 43 sal in ko, 300 hezar kurd ji hemwelatiya Sûryê hatine avêtin û ji hemû mafên mirovanî bê par mane.
Jibo bîranîna giyanê pakê wan zarokan, riswakirina wê komkujiya kirêt û hovane, jibo ronkirina dijwariya rewþa gelê kurd li Sûryê bi giþtî û ya ”ecnebiyan” bi taybetî, koreke çandî - rewþenbîrî li Stockholmê pêk tê.
Bi alîkariya revenda kurd û hemû dezgehên kurdistanî li Swêdê ev kore bi ser dikeve. Em hêviya beþdarbûn û alîkariya we dikin.
LAWÉ HERÍ BAÞ, PAC CÚNE CEPÉN TIRKAN-HESENÉ SEMSÚRÍ Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 21. Eylül 2005 (1392 okunma) KonuSiyaset
LAWÉ HERÍ BA$, PAC (BÉZ PARCASI) CÚNE
CEPÉN TIRKAN. Gotinek heye, dibéjin heft lawé mirovekí hebúne ú é herí ha$, li $úna bení$t pac (cabút) cúne. Ev gotin hé bi rengekí din jí té gotin lé min ji ber ku li hember xwendevanan bé hurmetí nebe ew gotin bi kar neaní. Dema ku lawé herí ba$ pacan bicú, de ka werin édí hún hesabé wé bikin ka é ne ba$ é ci bike.
Cepén tirkan, cend roj beré di malperke bi nav´Túrk solu yé de Kurd boykot kirine.(rastiya xwe ú kína dilé xwe aníne ziman) Ú $éwaya boykota xwe jí waha bi réz kirine.
1. Dibine: Gere ku hún (Tirk) li ser dúkandarén Kurd dan ú standiné nekin. Ji ber ku qezenca (kar) ku dikeve kíseyé Kurdan, ew qezenc wek ku tékeve kísiké PKKé. 2. Li a$xaneyén Kurdan xwariné mexwin. 3. Li míníbúsén Kurdan siwarmebin . 4. Múziga Kurdan guhdarmekim. Péwíste ku her Tirk bi Tirkí biaxive ú gere ku héjmara Tirkan zéde bibie, her zarokekí Tirk é bibe xelaskarek ú é me li ergenkoné bi derxíne.
Mesela nécírvan ú hircé ez bawerim ku gelé Kurd ba$ dizane, lé dísají ez carek din bi bíra wexínim. Dibé: Nécírvan, dema ku dice nécíré, rastí hirceké té ú hírc bi héz kulmké li bin guhé nécirvan dixíne, li ser vé léxistina hírcé nécírvan hem bi nexwa$iya tirsé dikeve ú hem jí kerr dibe. Édí, ké ú li ku behsa ci meselé bikirana,nécírvan digot qey hemú kes behsa hircé dikine ú nécirvan jí bé fehemkirin ú bé hemdí digot: Eré raste, hirc lawireke gelek bi héze.
Tirk jí ketine rew$a nécírvan, ku mijar li ser ci dibe bila bibe,ew hema yek ser dibéjin: Belé PKKe waha búye, PKKe waha cúye. Ez bawerim tirsa PKKe édí ti$tek bi wan re nehí$tiye, ku ew li íro ú bi $unde kanibin zarokan zéde bikin.
Lé díyare ku her dayikeke Kurd cend zarokan tíne jiyané. Bi kémahí her dayikeke Kurd 6 zarokan tíne jiyané, Hasbé Dayika Kurd wahaye. Dibéje: Du zarokén min dibeku bi nexwa$iyé dimirin. Ú ji xwe du tene jí é di $er de $ehíd bikevin ú du tene jí gere li cem min bin. Ew hesabé herí kéme. Hinek héjmara zarokén xwe derdixínin 14,15 han. Ka tu hesabé ci dikí, láwé herí ba$ ?
Ew én ku em dibéjin cepé Tirk, mixabin ku li sedí 90 én wan Kurdin. Lé ez nizanim ku cawa kanine ev qas heqarete ku bi mileté Kurd té kirin tehemúl dikin ú hé jí xwe bi cepénTirkan ve giré didin. Birastí, $erme, $erme ku li íro ú bi $unde kesén Kurd di nava cepén tirkan de bimínin ú xizmeta wan bikin. Ú herwaha li heqarete ku bi gelé Kurd té kirin tehemúl bikin...
Bi deh salane ku behsa Entrnasyonalízmé dikin ú dibéjin: Em Enternasyolalístin, gelek caran behsa Angolayé, Kubayé ú Wiyetnamé dikin. Gelek caran dibéjin: Emerika desté xwe li Kubayé bik$íne. Lé ew cepén Tirk ku me bi salan bi cavé biratí ,dostaní ú hevrétiyé li wan mézekir ú gelek caran jí me xizmetén mezi ji bo wan kirin. Wan, heta roja íro tucaran negotin ku, éy Arté$a Tirk: Desté xwe li Kurdistané bik$íne. Wan, tu caran bi seré xwe ji bo azadí ú a$itiyé, ji bona pi$tgirtina Kurdan tu calekí ú tu me$ nekirine. De ka ezé cawa bi van bawer bikin ú bi van re bime$im? Ez mévané we.
4000 gundén Kurdan tar ú mar kirin, 5 milyon Kurd kocber ú sirgún bún, 17 hezar kurd li malén wan an jí li cíhé karéwan hatin revandin ú pa$é hatin qetilkirin, li cané Gerillayén Kurd bérí cékirin ú li xwé tijíkirin, g..... bi Gundiyén Kurdan dane xwertiné, lé mixabin ku tucaran ú li tu deré deg ji Enternasyonalístén Tirkan derneket ú der jí nayé.(Qa$o em birayé hevin)
Lé mixabin, sed mixabin ku em gelekí dilsozin ú em zú bi kesan bawerdikin. Jixwe ev bindestiya me jí, berdéla dilsoziya meye. Di salvegera 25 saliya cúnteya fa$ist de, DISKé biryar girt ku mítíngeké pék bine, Lé bavé wan hema yekser guhén wan ka$kirin ú ew $iyarkirin. Bavé wan got ku: Eger ku hún vé mitingé pék bínin, Kurdé Neteweperest jí é li nik (kéleka we) we bime$in, cawa húné li wan tehemúl bikin ú li nik wan (KURD) bime$in? DISKé híc gotina bavé xwe dubare nekir ú mitinga xwe talúq kirin. Egtim-sen é jí zéde nikanibú ku li dij bavé xwe bi derkeve ú wan jí bi lez ú bez kongireya xwe cékirin ú xala ku digigot: Péwíste ku herkes bi zimané dayika xwe perwerdahiyé bibíne li nav rézname ú bernameya xwe de biderxist.
Birayén delal: É$te evin lawé herí ba$. Dema ku lawé herí ba$ pacan bicú, édí hún hesab bikin ka é ne yí ba$ é ci neke...
Pirofîsor Ismaîl Beþikcî Festîvala Duhokê Pîroz dike Gönderen Hasan Tarih: Çarşamba, 21. Eylül 2005 (2007 okunma) KonuKültür-Sanat
Pirofîsor Ismaîl Beþikcî Festîvala Duhokê Pîroz dike
PNA- Di spas nameyekê de ji Profîsor û nivîskarê Turk ku dostanîya gelê Kurd dike birêz Ismaîl Beþikcî de, birêz Festîvala Rewþenbîrî ya yekemîn li Duhokê pîroz dike û li jêr em naveroka pîroznameya ku birêz Hesen Silîvanî re hatîye þandin, belavdikin. Birêz Hasan Slêvanî, Serekê Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Tayê Duhok Min vexwendnameya we ya ji bo fîstivala ku dê 22-24ê îlonê li Duhokê pêk were, girt. Spas dikim ji bo dilgermiya we, bijîn. Ev e bêtirî deh salan e ku pêþveçûnên girîng pêk tên li Baþûrê Kurdistanê. Yek ji nîþaneya vê pêþveçûnê asta rêxistinbûna nivîskaran e. Çiqas xweþ e ku kelepor, çand, mêjû, civak û çavkaniyên siruþtiya neteweyekî ji aliyê nivîskar û lêkolînerên wî ve bêtin vekolîn û nivîsîn. Kurd baþ pê hesiyane ku hemû peymanên ku piþtî þerê cîhanê yê yekem hatine girêdan û pergala ku neteweyên yekgirtî (Cemiyetî Eqwam) li cîhanê saz kiriye, li dijî berjewendiyên kurdan in. Kurd hewl didin ku xerabiya wê demê serrast bikin. Lewre kurd îro di nav çalakiyeke bêsînor de ne. Bê þik û goman kurd dê biserkevin û bigihÎn armanca xwe. Serekê birêz, ji cenabêt e re û hemû endamên Yekîtiya nivîskaran tayê Duhok re, slavên xwe dihinêrim, ji dil ji we hez dikim. Hêvîdar im hûn her serkeftî, þad û bextewar bin. 2-Îlon -2005 Ýsmail Beþikci Mercimek Sok. 19/16 06010 Etlik/Ankara
Li welatên Ewropa, bi taybetî jî li Almanya azadiya çapemeniyê gellek fireh e. Lê pîvanên çapemeniyê jî hatine bi sînorkirin. Çapemenî çiqas jî wan sînoran biçirîne, wisa ne hêsan e, ku welatên Ewropa çapemeniyê qedexe bikin. Bi rastî min bi her tiþtî bawer dikir, lê qedexebûna ÖP û MHA ti carî di koþê aqilê min re derbas nedibû. Ez bawer im ti kesî jî ev hêsab nekiribû. Tiþtên li Ewropa di çapemeniyê de qet jê re tihamûl nayê girtin, gotinên bin doxînê ne. Wekî din çapemeniyek hinekî di sînorê pîvanên çapemeniyê de bimîne dikare heta ku tiþtekî bi taybet çê nebe weþana xwe bidomîne.
Biryara qedexebûna rojnama ÖP, MHA, weþanxana Ehmedê Xanî û Mîr Mûzîk ji aliyê wezîrê hundir yê Almanya OTTO SCHILY ve biryareke siyasî ye. Di vê xalê de ti þik û gumana min nîne. Çimkî ew sedemên ku Otto Schily xwe pê diparêze; ger wisa be, divê ÖP ji vir dehsalên berê bihata qedexekirin. Bê guman siyaseta Almanya li dijî Kurdan siyaseteke bê wijdanî ye û divê bê mehkûmkirin. Lê qet hebekî mafê me Kurda nîne, ku li sûcan li derên din bigerin. Ew xerabiyên niha li Almanya li ser Kurdan çê dibin, malzeme hemû desthilatdarên PKKê, Apociyan da wan. Ger wisa neba dê niha li ser qedexebûna ÖP li Almanya qîyamet raba ser piyan. Ya rast divê em beriya ku xelkê sûcdar û tawanbar dikin, divê em Kurd kumên xwe bidin pêþiya xwe, bifikirin û li þaþiyan li ti derê negerin, li ba siyaseta desthilatdarên PKKê yên cahîl bigerin. Bi bîr û raya min yên ku di serî de berpirsiyarên van bûyeran in desthilatdarên PKKê, Apocî bixwe ne. Em dijminên Kurdan baþ nas dikin û ger wan bikarîbana dê di rojekê de gelê Kurd di nav kevçiyekî avê de bixeniqandana, bidaqiltandana. Em hemû jî dizanin, ku siyaseta Almanya li dijî Kurdan negatîv e. Lê divê ji desthilatdarên PKKê û çapemeniya wan hêsab bê xwestin, ku çima ew di siyasetê de wisa bê mantiq û hesab tevdigerin û her carê gelê Kurd dikine þokekê. Kî vî mafî dide wan, ku ew ewqas li ser gelê Kurd van texrîbat û lîstikan çê dikin?.
Desthilatdarên PKKê, Apociyan ji roja qedexebûna xwe de li Almanya heta niha bi îsrar bi gelê Kurd siloganên qedexe didin gotin û heta niha bi hezaran Kurd bi destê desthilatdarên PKKê, Apociyan li Almanya hatine krîmînelîzekirin. Yanî ji alîkî ve Almanya lê dixebite Kurdan krîmînalîze bike û li aliyên din jî cahilên desthilatdarên PKKê, Apocî ev siyaseta dijminan bi îsrar heta niha li Ewropa, bi taybetî jî li Almanya ajotin. Her kes û ÖP jî baþ dizane, ku ji sala 1993an vir ve PKK û siloganên ji bo Abdullah Öcalan li Almanya qedexe ne. Belê biryara OTTO SCHILY siyasî ye, lê desthilatdarên PKKê, Apociyan û ÖP ne hindik malzeme dan siyaseta Almanya ku OTTO SCHILY jî wisa bi qeleþî ÖP qedexe bike. ÖP bi kampanyayên ku "Biz Aponun Kürtleriyiz" (Em Kurdên Apo ne) û "Em PKK ne", Bijî serok Apo û hwd. bi manþetan her roj dinivîsî û Almanya jî ev pir baþ dizanîbû, loma niha delîve, fersend lê anî û qedexebûna ÖP kire qurbana siyaseta xwe û ya hilbijartinan, ku partiya SPD (sosyal demokratên Almanya) ji Tirkên ku hemwelatiyên Almanya ne dengan, rey bigire. Wekî din ÖP ji hemû daxwaz û pirensîbên gelê Kurd dûr ketibû û siyaseta Kemalîzmê ya bi qirêj dajot. ÖP bi kêf û zewq bi manþetan gotinên Abdullah Öcalan bi parêzerên xwe re ji Îmralî diweþand, ku goya "Dewleteke Kurdî dibe Îsraîleke duduyan", ji kurdên niþtimanperwer re "Kurdên netewperest" digot û parastina siyaseta Kemalîzimê û hwd. dikir. Ji bilî Kemalîstan êdî hema hema Kurdên welatparêz di ÖP de nemabûn. Nivîskarên ku eslê wan Kurd e, yên wek Haydar Isik, Mehmet Kahraman û hwd. ji ber van sedeman ji zû de ji ÖP veqetiyabûn. Desthilatdarên PKKê, Apocî hemû dostên Kurdan ji Kurdan sar kirin û wek koviyan ji Kurdan bi dûr xistin. Desthilatdarên PKKê, Apocî tehmûlî rexneyan nakin, rexneyan ji xwe re wek dijmin dihesibînin û kesên wan rexne dike êriþî wan dikin û wan di bin tohmetên vala û bê bingeh de dihêlin.
Nimûne
Ji vir çend sal berê Xanima Ulla Jelpke (mepûsa PDS ya kevin li Almanya) PKK ji bo mafê mirovan û ji bo ku çend malbatên Kurd serî li wê dabûn û jê dixwetin, ku ji PKKê bipirse û bizanibin çi hate serê zarokên wan. Ulla Jelpke jî li ser vê bûyerê PKK rexne dikir. Di pê vê bûyerê re ÖP kampanyayek li dijî Ulla Jelpke vekir û bi dehan roj êriþî wê kirin û ew wek dijmina Kurdan dan rayê dan. Ew tiþtên di ÖP de wan rojana li ser Ulla Jelpke hatin nivîsandin mirov pê dîn û har dibe. Yek dostekî mepûs yê Kurdan li Almanya mabû desthilatdarên PKKê, Apociyan ew jî yan bi zanetî û yan jî bi cahîltî xwestin ji Kurdan dûr bixin. Ez di êvara 12.09.2005an de li Almanya, li bajarê Bielefeld di civîna partiya "Die Linke" de beþdar bûm. Ulla Jelpke jî li wê derê bû û wê niha kampanyak li li dijî OTTO SCHILY li ser qedexekirina ÖP vekiriye. Bila tiþtên wiha ji desthilatdarên PKKê, Apociyan û ji ÖP re bibin þîret, ku hêvîdar im ew ji þaþiyên siyaseta xwe þûn de vegerin.
Desthilatdarên PKKê, Apocî ji sibê heta êvarê behsa mafê mirovan û behsa demokrasiyê dikin, demokrasî û mafê mirovan ji xwe re kirine wek benîþt û di devên xwe de dicûn. Mirov dibê qey demokrasî û mafê mirovan li ser desthilatdarên PKKê, Apociyan hatine dapokirin. Demokrasî monopola kesî nîne. Ez bawer im wana ne ji pîvanên demokrasiyê û ne jî ji mafê mirovan fêhm kirine. Ew jî ji sibê hetanî êvarê welatparêzan di çapemeniya xwe de di bin sûcdarî û tawanbariyên wisa mezin de dihêlin, ku tamîrkirina wan wisa ne hêsan e. Divê em di vir de ne tenê siyaseta Almanya her wiha siyaseta desthilatdarên PKKê, Apocî û þaþiyên wan jî bînin ziman, mehkûm bikin, ku bila ew jî ne di wê baweriyê de bin, ku ew mafdar in. Û Divê em Kurd bê tirs behsa xerabî û þaþiyên desthilatdarên PKKê, Apociyan û ÖP bikin, ku ew jî pir caran bê perwa û bê sînor mafên mirovan, pîvan û biryarên rojnamegeriyê binpê dikin.
Demokrasî û mafê mirovan ew nîne, ku mirov tenê ji xwe re bixwaze, demokrasî û mafê mirovan ew e, ku mirov ji mafê kesên din û ji biryar û qanûnên xelkê re jî rêz û hurmetê bike.
Ji ber ku desthilatdarên PKKê, Apocî û çapemeniya wan heta niha bê sînor alîkarî ji hin kesên xwe wek rewþenbîr, nivîskar û hwd. hesab dikin stendine, loma desthilatdarên PKKê ewqas bi çavkorî þaþî kirin û tevgera Kurd kirine cihokeke xeternak. Çawa ku Kurd xwe mafdar dibînin xelkê rexne bikin, divê wisa jî xwe mafdar bibînin, ku xerabiyên desthilatdarên PKKê, Apociyan û rojnama ÖP jî li ser hilweþandin û þaþiyên wan rexne bikin. Her kes baþ dizane, ku PKK êdî monopol e, rantçî û tirþikçî li dora wan kom bûne û desthilatdarên PKKê, Apocî çi bikin jî talaþa wan nîne. Çimkî ew êdî di xeta berjewendiyên xwe de li ser piþta gelê Kurd di xeta Kemalîzimê de dimeþin, loma ez baþ fêhm dikim, ku niha pir kes xwe mecbûr dibînin desthilatdarên PKKê, Apociyan biparêzin, lê ez rast nabînim, ku Kurd yekalî li meselê binêrin. Em bi vî rengî alîkariya PKKê û ÖP jî nakin. Bi daxuyaniyên yekalî û bi piþtgiriya xerabiyên desthilatdarên PKKê, Apociyan em dîrekt yan jî îndîrekt peyaman ji desthilatdarên PKKê, Apociyan re diþînin, ku ew di demên pêþ de dîsa di xetayên xwe de berdewam bikin.
Ji kerema xwe li nivîsa birêz Yaþar Kaya binêrin, ku ew li ser qedexebûna ÖP çi dibêje. Her wiha ez li jêrê çavkaniya malpera www.kurdistan-post.com didim, ku hûn xwendevan awirekî bidin nivîsa nivîskar Mahmût Onder, ku ew li ser qedexebûna ÖP çi dibêje: Alçaklýk Hududu-Yaþar KAYA Kürtler uyanabildi mi sorusuna cevabým hep hayýr olacak. Kürt aydýnlanmasý Kürdistaný sömürgeleþtiren egemenlerce bastýrýldý. Kimisi solculuk adýna, kimisi Ýslam, kimisi de devlete yaranmak ve parsa kapmak için yaptý bunu. Geçmiþte çok þeyler yazdýk. Bu son Kürt kalkýþmasýný da Türk solu çürükleri batýracak dedik. Öyle de oldu. Babalarýnýn çiftliði gibi kullandýklarý, para ile yazý yazdýklarý Özgür Politika yasaklanýnca bazý gayretkeþler bazýlarýna yaranmak için imza toplamaya kalktýlar. Ben imza etmedim. Çünkü bu imza iþi artýk aþýnmýþ, yararsýz hale gelmiþtir. Bu bir. Ýkincisi, imzacýlarýn bazýlarýyla bir arada olmak istemedim. Çünkü bizim gazete diyip yazdýðýmýz gazetede Kürtlük kalmamýþtý. Onun için de ulusalcý Kürtler alýp okumuyorlardý. Hazin olan, bu imzacýlar içinde orada yazý yazan hiçbir Türk solcusunun imzasý yoktu. Kürtlerin sýrtýndan, Kürdün parasý ile komünizm propagandasý yapanlar evlerine sývýþmýþlardý. Bu ibret vericiydi, Kürtler hep böyle kullanýlmýþlardý. Yaþar KAYA: Sînorê Teresiyê (Eger ji min bê pirsîn, ku Kurd hiþiyar bûne, dê bersiva min her tim na be. Ronahîbûna Kurdan bi destê ewên serdest, ku Kurdistan dagîr kirine hate þikestin. Hin kesan bi navê çepîtiyê, hin kesan bi navê Îslamiyê, hin kesan jî ji bo ku xwe ji dewletê re xweþ bikin û rahîþtin parsê ev kirin. Me berê pir tiþt nivîsîn. Me got rizyayiyên çepên Tirkan dê ronahîbûna Kurdan ya dawî jî bilewitînin. Wisa jî bû. Ewên wek çiftliga-milkên bavên xwe, bi peran di Özgür Politika de nivîs dinivîsîn, dema hate qedexe kirin ketin nava hin xîretkêþiyê, ji bo ku xwe ji hin kesan re xweþ bikin dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Min îmez nekir. Çimkî kar êdî ji îmzeyê meþîn-peritî ye, derbas bûye, bêkêr bûye. Ev yek. A dudiyan, min nexwest, ku bi hin kesên îmze avêtinê re bêm ba hev. Çimkî ew rojnama ku me digot ya me ye û me têde dinivîsî, têde Kurdayetî nemabû. Loma Kurdên netewperwer êdî ev rojname ne dixwendin. Tiþtê bi zelûl jî ew e, ku ewên îmze avêtine, di nav wan de, ew çepên Tirk, ku di rojnamê de nivîs dinivîsîn qet îmzeya yekî lê nîne. Ewên ji piþta Kurdan, bi pereyên Kurdan propaganda komûnîzimê dikirin di malên xwe de fîsfîsikan dikin.)
REXNE, MIZDAN Û TOLERANS-Mehmud Önder Gönderen Hasan Tarih: Salı, 13. Eylül 2005 (2179 okunma) KonuGüncel
Roja 11 mehê di televîzyona me Roj de bernameya Sêla Sor bi 10-12 mêvanên xwe ku pirraniya wan nivîskar an jî xebatkarê rojnameyê bûn, rewþa girtina rojnameya Ozgur Polîtkayê li Almanyayê muneqeþe kir û careke din, li dor bangerana rexneyên kevin û bêçare çûn û hatin.