Nivîskarên gimgimî pirtûkên xwe îmze kirin Gönderen Redaksiyon Tarih: Cuma, 16. Temmuz 2004 (296 okunma) KonuKurdi
MÛŞ (DÎHA) - Nivîskarên gimgimî di çerçoveya 2'emîn Mîhrîcana Girê Koxê de ji bo xwendekarên xwe pirtûkên xwe îmze kirin.
Nivîskarên Gimgimî yên wekî Şukru Tosun, Denîz Kizilagaç, Alî Şeker, Veysel Otunç, Alî Kizilgedîk û Kemal Akay li qada Cumhuriyetê, bi xwendekarên xwe re hev dîtin pêk anî. Nivîskaran li standên ku pirtûkê wan tê firotin de, ji bo xwendekaran pirtûkên xwe îmze kirin. Piştî îmzeyê Şaredarê Gimgimê Demîr Çelîk axaftinek kir. Çelik ji ber hatine nivîskaran spasiyê xwe pêşkêş kir û wiha got:"Ji ber ku nivîskarên Gimgimê me di vê mîhrîcanê de bi tenê nehiştine li ser navê Gimgimê spasiyê xwe pêşkêşî wan dikim." Piştî axaftinê xwendekar li ber def û zirnê govend gerandin
Li herêmê operasyon berfireh bûn Gönderen Redaksiyon Tarih: Çarşamba, 14. Temmuz 2004 (271 okunma) KonuKurdi
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Operasyonên Hêzên Artêşa Tirk (TSK) yên li herêmê bi berfirehî didomin. Li Eruhê di navbera Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û leşkerên TSK'ê de pevçûn derket, di encamê de 4 leşker mirin û 11 jî birîndar bûn.
Pevçûn duh êvarî li herêma çiyayî ya gundê Bayirdûzê pêk hat. Tê gotin di encama pevçûnê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 11 leşker jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan leşkerên mirî û birîndar bi helîkoptêran rakirine, Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê. Tugaya Jendermeyan a Sêrtê jî, bi helîkoptêran gelek leşker sewqî herêma pevçûnê kiriye.
Di nava tenêtiya nasnameya xwe de negevizin:Ji bo hevgirtina jinan Tora Hevgirti Gönderen Redaksiyon Tarih: Çarşamba, 14. Temmuz 2004 (216 okunma) KonuKurdi
STENBOL (DİHA) - Ger ku hun jin bin û tenêtiya ku ji xedariya nasnameya xwe tê, dijîn, Tora Hevgirtinê ya Jinan weke telefonekî nêzî we ye. Jinên ku di nava çanda bi hezaran salan de nasnameya wê nehatiye pejirandin, di sedsala 21'an de her çiqas ku bi rêxistinbûna xwe pêş xistibe jî, di nava tenêtiya nasnameya xwe de digevize. Tora Hevgirtinê ya Jinan ji bo hevgirtineke hevpar, parvekirineke hevpar û afirandina çareseriyan dest didin hevdû û dixwazin ku jinên nava civakê jî dest bidine wan..
Kolanên Amedê bi afîşên kurdî û tirkî xemilîn Gönderen Redaksiyon Tarih: Çarşamba, 14. Temmuz 2004 (249 okunma) KonuKurdi
AMED (DÎHA) - Baroya Amedê kuçe û kolanan, bi afişên kurdî-tirkî yên ku li ser 'Ji bo Herkesî Edalet' dinivisîne, xemiland.
Baroya Amedê, ji bo ku gel vexwîne Bîroya Îrtîbatê ya 'Projeya Ji bo Herkesî Edalet' ku li Amedê tê vekirin, afîşên ku bi kurdî-tirkî hatine nivîsandin, li kuçe û kolanên Amedê zeliqand. Di afîşên Baroya Amedê de, gazî sitembarên mayînan, koçberên bi zorê, kesên ku nasên wan bi awayek kiryar nediyar hatine kuştin, hatine windakirin, kesên ku li girtîgehan mafên wan hatine binpêkirin, jin û zarokan vexiwendin.
Daxuyaniyên Talabanî YNK tevlihev kir Gönderen Redaksiyon Tarih: Pazar, 11. Temmuz 2004 (313 okunma) KonuKurdi
Komek endamên Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK), diyar kirin ku daxuyaniyên Celal Talabanî yên li Enqereyê ku der barê tirkmen, baasî û kurdan de dabû, nerazîbûneke mezin di nava YNK'ê derxistiye holê. Komê angaşt ku Talabanî malbata xwe, ji bo desthilatdariya YNK'ê amade dike.
Wekî tê zanîn Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî hefteya derbasbûyî hatibû Enqereyê û gelek daxuyanî dabûn. Talabanî diyar kiribû ku ew dê heta dawiyê piştigiriyê bidin Eniya Tirkmenan, ew li dijî KONGRA-GEL in û li Iraqê baasî dikarin vegerin ser karên xwe...