|
Birêz ,
Bi înisyatifa Hevbendiya Demoqratika Kurdên Bakur û bi piştgiriya hin parlementerên fransî , konferansek siyasî roja 29.11.2005 li Parisê di avahiya Meclisa Netewî ya Fransa de tê çêkirin.
Partiyên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar dibin. Herwesan, kesatiyên siyasî, nûnerên partiyan û hin diplomatên ewropî hatine vexwandin. Kesayetî û nunerên saziyên civaki yên Kurd jî beşdar dibin.
Konferans di bin vî navê de tê kirin : Demoqratikirina Rojhelata Navîn û çareseriya pirsa gelê Kurd (li herçar parçên Kurdistanê)
Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur bi keyfxweşiyek mezin we jî dawetê konferansê dike û bawer dike ku beşdarbûna we dê naveroka û niqaşa erênî zengintirbike.
Keremkin bi vê nameyê re programê konferansê jî wergirin.
Navîişan û tarixa Konferansê:
29 çitiya paşîn 2005, roja sêşemi saet 09.00 heta 21.00
li: Assemblêe Nationale de la France
126 rue de l’Universitê, 75007 Paris, Salle 62-42 .
Ji kerema xwe di demek nêzîk de bersiva me bidin.
Digel silav û rêzên me
Dr. Musa Kaval
Nunerê Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur
8.rue St. Marc, 75002 Paris
Tel: 00 33 144 76 08 39
E-Mail: hevbendi@invivo.edu
|