|

ŞAM, 3/8 2004 — Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serlêdana xwe ya Sûrîyeyê ya resmî, roja duşemê (02.08.2004) qedand
Nêçîrvan Barzanî ji bo serlêdaneke resmî, roja şemîyê çûbû Sûrîyeyê. Li gora ko hat ragîhandin, Nêçîrvan Barzanî ji alîyê dewleta Sûrîyeyê ve bi navê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê hatibû vexwendin. Nêçîrvan Barzanî berê cîgirê serokkomarê Sûrîyeyê Evdilhelîm Xedam ziyaret kir û dû re jî li navenda Partîya Beasê li gel sekreterê wê yê giştî Evdila Ehmerî rûnişt. Nêçîrvan Barzanî di herdu civînan de li ser rewşa Kurdistanê û ya Iraqê û herweha li ser pêywendîyên navbera Sûrîye û Kurdistanê rawestîya. Nêçîrvan Barzanî roja duşemê jî ko roja serlêdana wî ya resmî ya dawîyê bû, saet di 9an de li ”Qesra Rewza”yê Beşar El- Esed ziyaret kir. Nêçîrvan Barzanî û Beşar El-Esed di vê hevdudîtina resmî de, li ser pirs û pêywendîyên navbera Kurdistanê û Sûrîyeyê peyivîn.
Berpirsîyarê PDKyê yê li Şamê Xazî Zêbarî ko li gora agahdarîyên wezareta Iraqê ya karûbarên derve, dê bibe sefîrê Iraqê yê li Tûnisê, ji bo vê serlêdanê got ko birêz Barzanî li ser vexwendineke resmî hatiye Sûrîyeyê. Li gora Xazî Zêbarîyî, pirsa yekem pêywendîyên duqolî yên navbera Sûrîye û Kurdistanê bû û di hevdudîtinan de li ser vê pirsê danûstendinên baş hatine kirin. Xazî Zêbarîyî dîyar kir ko di hevdudîtinan de li ser pirsa ewleyî û îstiqrara Iraqê jî hatiye rawestin û Sûrîye piştgirîya xwe ya ji bo çespandina aştî û aramîya li Iraqê dubare kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawîya hevdudîtinên xwe yên resmî de, civîneke çapemenîyê pêk anî. Nêçîrvan Barzanî di civînê de got ”Danûstendinên me gelekî erênî bûn.” Li gora rojnameya libnanî El-Sefîr jî Sûrîye û ”kurdên Iraqê” ji bo nehiştina şaştêgîhiştina navbera herdu welatan biryardar in. Yek ji wan tiştên balkêş ew bû ko Nêçîrvan Barzanîyî got ko du hikûmet hene; yek ya Kurdistanê ye û ya din jî ya Iraqê ye ko serokwezîrê wê Îyad Allawî ye.
Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe ya çapemenîyê de, li ser pirsa mafên hevwelatîbûna kurdên ji hevwelatêyê bêpar rawestiya û behsa biryara dana hevwelatîya 30 000 kurdên rojavayê Kurdistanê jî kir û got ko ev yek dê pêngaveke pir baş be. Serokwezîrê Kurdistanê herweha daxwaz kir ko divê ev biryar di demeke herî nêzîk de bête bicîhkirin.
Di vê civîna çapemenîyê de, tiştê ji bo çapemenîya cîhanê herî balkêş ew bû ko Nêçîrvan Barzanî bi kurdî peyivî. Giringîya vê yekê ji alîyê nûnerê Hikûmeta Kurdistanê yê Welatên Bakur Taha Berwarîyî jî hat zimanî. Taha Berwarîyî ji bo Kerkûk-Kurdistanê dîyar kir ko pir giring e ko serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi kurdî peyivîye. Hikûmeta me bi vê yekê jî nîşan dide ko kurdî zimanê resmî ye, loma jî di pêywendîyên xwe yên resmî de, divê em karibin zimanê xwe yê resmî bi serbilindî bi kar bînin. Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê yê Welatên Bakur Taha Berwarî li ser meseleya giringîya bikaranîna zimanê kurdî rawestiya û got ko niha ji bo lêbixwedîdereketin û bikaranîna zimanê kurdî şert hîn misaîdtir in û divê ev îmkan bi awayekî pir baş bête biakranîn. Taha Berwarîyî ji bo vê yekê wekî din jî got ko heger mirov bala xwe bide axaftina Xazî Zêbarîyî ya ko bi minasebeta vê serlêdana resmî kiribû jî mirov dê têbigîhêje, bê helwêsta Hikûmeta Kurdistanê ya di vî warî de çi ye. Xazî Zêbarî di dawîya serlêdana Sûrîyeyê de gotibû; ”Zimanê kurdî li Iraqê zimanê resmî ye, ji bo vê yekê, pir hêsan e ko serokwezîrê Kurdistanê daxuyanîyên xwe bi kurdî bide.” Taha Berwarî ji bo malpera me herweha anî zimanî ko di van hevdudîtinên resmî de, li ser pirsa federalîzmê jî hatiye rawestin û helwêsta Kurdistanê ji bo berpirsîyarên Sûrîyeyê û serokkomarê wê Beşar El-Esed hatiye dîyarkirin. .
Xuya ye ko Sûrîye xwe hêdî hêdî fêrî rastîya Kurdistana Başûr dike û loma jî mecbûrî pêywendîyên resmî dibe. Giring e ko bête behskirin, piştî sefera serokwezîrê Iraqê, Sûrîye serokwezîrê Kurdistanê vexwend. Li gora hin şirovekarên sîyasî, divê serlêdana Nêçîrvan Barzanî ya resmî jî di vê çarçoveyê de bête nirxandin. Lê tevî vê jî hin rojnameyên Sûrîyeyê bi awayê weşandina nûçeya serlêdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya resmî, xwast ko resmîyeta ziyaretê veşêrin û vê serlêdanê bi tenê weke serlêdaneke endamekî Polîtburoya PDKyê bidin nîşandan. Şirovekarên sîyasî ji bo vê helwêsta hin rojnameyên Sûrîyeyê jî dibêjin ko ev metod êdî bi kêrî kesî nayê û di vê cîhana ko ji alîyê teknolojîyê ve ew qasî hatiye piçûkkirin de, êdî xapandina mirovan ne hêsan e.
|