Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Kürtler tükeniyor!
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
“Ýyi, Doðru, Güzel” Hakkýnda…
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Balon erken patladý
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
Nazi teþkilatý ve oyalama taktikleri
Aydýn Dere
         
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.

   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   OKUR KÖŞESİ

Çiroken Klasik



www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 64

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 
WE ÞEV LI ME, LÊ SERÎ LI XWE GERAND-II- Mehmud Onder
Posted on Pazar, 16. Ekim 2005
Topic: Kurdi

Belê, niha ez dipirsim; rêzdar Burkay, Çima Te 30 salan berê xelkê kurd da aliyên þaþ û li gor berjewendiyên Sovyetê siyaset meþand? Herwisa dema ku Te bi rêzdar Ocalan re agirbest îlan kir, çima wê demê PKK ne rêxistineke ajan bû? ya sêyemîn jî gelo partiya PSK niha bi partiyeke ajanre hevkarî dike?



WE ÞEV LI ME, LÊ SERÎ LI XWE GERAND-II

Diyare ji nivîsara min a beriya niha a bi navê "WE ÞEV LI ME, LÊ SERÎ LI XWE GERAND" gelek kes û derdor bêzar bûne. Lewma min biryar da ku bi heman navî beþa duyemîn a nivîsarê binivisîm û hew tevlî van muneqeþe û polemîkan bibim.

Armanca min a van her du nivîsaran ne ji bo bêzarkirina hin kes û derdoran e, lê hin nivîsarên di malperên Internetê de ez mecbûr kirim, ku helwestek rast û durust û di çarçoveya edebê de nîþan bidim.

Ji ber ku di pirraniya van nivîsaran de, ku bi taybatî kesên min navên wan dane, PKK bi ajantiyê tewanbar dikin û herwisa kesên li derdora PKK, sazî û dezgehên wê jî, weke noker, xwefiroþ û ajanê dewleta Tirkan binav dikin!

Lewma ezê hewl bidim, ku bi qasî kêrghatina xwe bi kurtî besiva van kakemîran û kufurnameyan bidim.

Yên ku wê demê jiyane ji min baþtir dizanin, ku piþtî darbeya eskerî ya 12 Adarê sala 1971ê, gelek kurdperwer û þoreþgerên wê demê, çi endamên DDKO, çi ên TÎP(Partiya Karkerên Tirkiyê) Kurdperwerên serbixwe, rastî xezeba darbeya eskerî hatin; hin ji wan hatin girtin û êþkencekirin, hin ji wan çûn Baþûr û Rojhilatê Kurdistanê û hin ji wan jî derketin Ewropayê.

Ji her du kesên ku derketin Ewropayê yek jê Omer Çetîn(Paþê bû sekreterê PKK-KÎP) û yê din jî rêzdar Kemal Burkay(Paþê bû sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê PSKT) bûn

Ev her du kesên ku di heman demê de endamê komîteya bajaran a Partiya Demokrat a Tirkiyê ya di bin serokatiya Dr. Þivan de bûn, demak li Çekoslovakya û Bulgaristanê man.

Piþtî darbeyê bi çend mehan, Dr, Þivan û hevalên wî Çeko(Hikmet Buluttekin) û Burusk, ji ber bûyera Seîd Elçî, li Baþûrê Kurdistanê hatin kuþtin.

Herwisa Piþtî efuya giþtî ya sala 1974ana li Tirkiyê, yên ku çûbûn parçeyên din ên Kurdistanê û yên ku çûbûn Ewropayê vegeriyan. Lêbelê balkêþ bû, yên ji parçeyên din vegeriyan bêtir bûn Kurdistanî û yên ji Ewropayê vegeriyan bûn "Sovyetperest."

Dibe ku Kuþtina Dr. Þivan û hevalên wî jî tesîr li ser wan kiribe, lê bi taybetî rêzdar Kemal Burkay dema ku vegeriya Partiya Sosyalist a Kurdistana Tirkiyê saz kir û Omer Çetîn jî, Partiya Karkerên Kurdistanê PKK-KÎP saz kir.

Têkiliya her du partî û sekreterên wan bi Partiya Komunist a Tirkiyê TKP re pêþ ket û her du partî ketibûn bezê, ka kî baþtir xwe bi TKP dide hezkirin û naskirin, da ku TKP di raporên xwe yên diþîne Sovyetê, behsa kêrhatina wan bike.

Diyare ku rêzdar Burkay û Çetîn, li welatên ku mabûn, þîret li wan hatibû kirin, ku li Tirkiyê xebatên li gor berjewendiyên Sovyetê bimeþînin. Helbet ev yek jî hema wisa belaþ û elaþ nedibû; Lewma min pirsa "Kemal Burkay, hetta hilweþîna Sovyetê maaþ ji ku disten", kir? Helbet kesên siyasî dizanin, ku qesda min ne Maaþê weke memuran ya mehane ye, lê girêdanek wî ya aborî jî li gel Sovyetê an jî pakta Varþovayê hebû.

Niha jî ez dixwazim tevî van bûyeran hin muqeyeseyan bikim, ku gelo tewanbariya wî ya PKK bi ajantiyê neheqî nîne!

Rêzdar Burkay, di sala 1993 de li Balbekê bi rêzdar Ocalan re derket pêþberî çapemeniyê û agirbest îlan kir. wekî din niha Partiya wî ya ku 30 salan serkêþiya wî kir, bi Partiya Derwêþê Sedo re peymana hevkariyê mor kir, ku di jibernotên Dr. Þivan ên hevdîtina bi Melle Mistefa Barzaniyê nemir de, Dr. Þivan Derwêþê Sado bi ajantiya Tirkan (hevakariya bi Emla Tirk yanî  MITî) tewanbar dike û Barzaniyê gorbuhuþt jî dibêje, "divê hun Tirkiyê neêþînin" û bi axaftinên xwe van têkiliyan piþtrast dike.

Belê, niha ez dipirsim; rêzdar Burkay, Çima Te 30 salan berê xelkê kurd da aliyên þaþ û li gor berjewendiyên Sovyetê siyaset meþand? Herwisa dema ku Te bi rêzdar Ocalan re agirbest îlan kir, çima wê demê PKK ne rêxistineke ajan bû? ya sêyemîn jî gelo partiya PSK niha bi partiyeke ajanre hevkarî dike?

Herwisa dixwazim bi xetê qalind destnîþan bikim, ku ez bixwe bi têgehên Xiyanet û Ajantiyê bawer nakim; ji ber ku li gor lîteratûra felsefî ev her du têgeh jî ji aliyê serdestan ve hatine afirandin û min bixwe beriya niha li ser van têgehan nivîsarek berfireh nivîsandibû.

Niha jî ez dixwazim behsa rêzdar Aydoxmuþ bikim; Aydogmuþ ji nivîsara min a beriya niha bêzar bûye û di malpera Kurd-Info de li gor xwe bersiv daye rexne-pirsên min. Lewma Ezê hew ji bo cara dawî bersiva rêzdar Aydogmuþ bidim.

Û herwisa gelek emaîl-nameyên pozîtîf û negatîf jî gihiþtin destên min û ezê tenê bersiveke kurt bidim kufurnameya "EVDÊ-XWEDÊ"

Di serî de dizwazim, bêjim, ku rêzdar Aydogmuþ, hewl daye ku metodeke biçukxistinê û ne li gor edeba siyasî bikar bîne, xwe biparêze û berebûna xwe nîþan bide. divê were fêmkirin, ku ev metod û rêbaz yên kompleksîne û ne rêbazên îqnakirinê ne. Lewma we pirsên ku min kirine, li derdora mijara navê min þolî kiriye û bersiveke rast û zelal nedaye. Ji ber ku ez her sê mijarê jî pirr baþ dizanim û zanibî ku bavê ti kesî ji bavê min mestir nîne û ti kes jî ji min zêdetir nîne!

Herwisa ev 22 salên minin ku li ewropayê me û rojek jî kurdayetiyê dur neketime û ev 15 salin jî ji bo çand, ziman û azadiya kurdan li gor xwe têdikoþim. Herwisa bêwijdaniyek mezine, ku xebata min a di televizyonê de ji bo ziman û çanda kurd weke nokerî û ajantiyê were nirxandin an jî ji nedîtîve were dîtin û weke xebateke ji "rêzê" were nirxandin.

Belê niha jî ez dixwazim bi kurtî bersiva Lumpenê "evdê-xwedê" bidim. Evdê-xwedê, tu jî dizanî ku te di nav DDKD de derdorên lumpen temsîl dikir û bi ti awayî te jiyaneke þoreþgerî nedomand. Lêbelê lumpenî jî rajonek xwe  heye, lê te lumpeniya Qeseba û gund a têkel domand û te vê rajonê jî rezîl û riswa kir. Yanî te lumpeniyek li gor rajonê jî nemeþand.

Ji bîr neke ez ji nav Amedê me, min çavên xwe li taxa Elîpaþa vekir, li Dicle fêrî avjêniyê bûm û bi Tuyên (qarahubur) hewselê mezin bûm û rajonên bi vî rengî baþ dizanim.

Tu û yên wek te ji bo keçan hevûdin kêr kirin û hetta hevûdin kuþtin. Te li Stockholmê jî 20 salan jiyana bêserûber û ne kurdperwerî domand; çi çandî û çi siyasî-civakî ti xêra te ji bo civaka kurd nebû. Lewma divê Tu hîç behsa xwe nekî û ti heqê te tine ye li ser qedera xelkê Kurd biaxêvî. ew toqa naletê ji sala 80 î vir ve ketiye stûyê te û yên mîna te û her ku diçe hun di bin toqê de dipelçiqin.

Lêbelê te tiþtekî baþ kir, ku îsal çûyî Amedê û Te birayê xwe Sezgîn îqna kir, ku li dijî PKK helwest nîþan bide... Eferim ji te re...

Ev nivîsa min a dawî ya li ser vê mijarê ye û bila ti guman tinebe, ku ezê li ser þaþiyên PKK jî binivisînim ji ber ev 20 salin bi vê rêxistinê re têkildarim. Lêbelê ezê ti car xwe nexim rewþa kambax ya weke hin derdorên "Sondxwarî" û kêfa dijminê kurdan neynim.

Mehmud Onder
15.10.05
mehmudonder@hotmail.com




Ortalama Puan: 4
Toplam Oy: 15


Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

En çok okunan haber: Kurdi:


Haber Arşivi
Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2008 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.