Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
Kerîm Sincarî: Li Hewlêrê grûpeke terorîst hat girtin Posted on Cuma, 30. Temmuz 2004
Topic: Kurdi
Terorist li Kurdistanê jî ten ditin!
HEWLÊR, 28/7 2004 — Li gora nûçeyên ji Kurdistanê tên ragîhandin, terorîst hewil didin ko aramîya Kurdistanê jî weke ya Iraqê têk bibin. Lê Hêzên Ewleyîyê Kurdistanê heta niha di warê pêşîlêgirtina bûyerên mezin de serketî xuya dikin. Wezîrê Kurdistanê yê Karûbarên Hindur Kerîm Sincarî di kanala televîzyona Kurdistanê de da zanîn ko li paytextê Kurdistanê Hewlerê grûpeke terorîst hatiye girtin.
Li gora Wezîrê Kurdistanê yê Karûbarên Hindur Kerîm Sincar, çend terorîstên ko dixwast li paytextê Kurdistanê êrîşên xwekuştinê pêk bînin ji alîyê hêzên ewleyîyê ve berê hatibûn tesbîtkirin û hê berîya ko ew dest bi çalakîyên xwe yên terorîstî bikin, di cîh de hatine girtin.
Kerîm Sincarî: Li Hewlêrê grûpeke terorîst hat girtin