Musa Anter
KERKÜK KAN AĞLIYORMUŞ
Musa Anter
Yaşar Kaya
Sayın Erdoğan, gelecek bizimdir
Yaşar Kaya
İsmail Beşikçi
Öcalan niye devlet istemiyor!
İsmail Beşikçi
Hasan Bildirici
Kürtlerde göz oymacılık
Hasan Bildirici
Aydın Dere
Kapitalizm ve iktidar olgusu
Aydın Dere
         
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.

   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   OKUR KÖŞESİ

Çiroken Klasik



www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 71

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 
KONGRA GEL: Rojeva me temamkirina pêvajoya jinûveavakirinê ye
Posted on Pazartesi, 26. Temmuz 2004
Topic: Kurdi
Serokatiya Kongra Gel belavokek weşand û bang li herkesî kir, ji bo bi berpirsyarî tevbigerin. Di belavoka Serokatiyê de hat destnîşankirin, ku di rojeva wan de çareserkirina pirsgirêkên di pêvajoya jinûve-avakirinê de rû dane, hene.


Di belavokê de hat gotin, ku bi şidandina tecrîda li ser Ocalan û operasyonên dorfireh ên li hemberî Gerîla re, konseptek nû ya îmhayê li pêşiya wan hatiye danîn.

Serokatiya Kongra Gel, li dijî vê konseptê bang li herkesî kir, ku di xeta Ocalan de çalakiyên demokratîk, qanûnî û serhildanê xurt bikin.

Li ser navê Serokatiya KONGRA GEL, belavokek bi navê "Ji Gelê me yê Welatparêz û Raya giştî re" hat weşandin. Di belavokê de hat destnîşankirin, ku piştî pêvajoya kongrê, li hemû qadên kar, xebata jinûve-avakirinê hatiye destpêkirin û bi berpirsyariya vê yekê, xebat hatiye meşandin.

Di belavokê de tê gotin, ku pirsgirêkên ji ber pêvajoyê rû dane, bi karên pratîk hatine çareserkirin û di derbarê helwestên pêvajoya siyasî de hişyarî tên kirin.

Ji bo helwesta pêvajoya siyasî jî, nimûneyên mîna, şidandina tecrîda li ser Ocalan, polîtîkaya îmhayê ya li hemberî Gel, operasyonên leşkerî yên li hemberî HPG`ê, şerê psîkolojîk ên bi rêya çapemeniyê tê meşandin, hatin nîşandan.

Di belavokê de hat destnîşankirin, ku di pêvajoya dawî de, nijadperestên Tirk û hin nîjadperestên Kurd, derdorên noker, xayin, kesên reviyane, li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd, ketine nava konseptek ji bo îmhakirinê.

Di belavokê de herwiha tê gotin, berovacî bendewariyan ji hev belavbûn pêk nehatiye û di xeta Ocalan de biryardariya yekitî û jinûve damezrandinê derketiye holê.

Serokatiya Kongra Gel di belavokê de destnîşan dike, ku îradeye jinûve avakirinê di pratîkê de xwe nîşan daye û ew xwedî wê îddîayêne, ku guherînên li cîhanê, li gorî berjewendiyên Gelê Kurd û hemû Gelên Herêmê bi pêş bixin.

Hat diyarkirin, ku hêzên deshilatdar ên herêmê jî hewl didin pêvajoya guherînê bixetimînin û di vê çarçoveyê de dixwazin Ocalan tasfiye bikin û îradeya Azadiyê ya Gelê Kurd bişkînin.

"Divê çalakiyên demokratîk, qanûnî û serhildan xurtir bibin"

Di belavokê de wekî din tê destnîşankirin, ku çalakiyên Hêzên Parastina Gel HPG`ê yên ji bo agirbesta dualî jî, li dijî vê konseptê "pêngavek mezine."

Kongra Gel, li dijî vê konseptê bang li her beşên civakê kir, ku bi hişyarî û berpirsyarî tevbigerin.

Di bangwaziyê de wiha tê gotin:
"Çalakiyên gelê me yên demokratîk-qanûnî û Serhildan, wê li hemberî vê konseptê bibe bend. Divê gelê me, ji meha Tebaxê û pê ve, ji bo rakirina tecrîda li ser Serokatiyê û têkûzkirina agirbesta dualî, çalakiyên xwe xurt bikin û bi awayekî girseyî daxwaza xwe ya azadiyê, ji her demê xurtir bîne ziman."


KONGRA GEL: Rojeva me temamkirina pêvajoya jinûveavakirinê ye

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu tutulamayız.




Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

En çok okunan haber: Kurdi:


Haber Arşivi
Kurdistan-Post Haber Portalı © 2004-2008 Tüm hakları saklıdır.
Sitemizde kullanılan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.