Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
Nivîskarên gimgimî pirtûkên xwe îmze kirin Posted on Cuma, 16. Temmuz 2004
Topic: Kurdi
MÛŞ (DÎHA) - Nivîskarên gimgimî di çerçoveya 2'emîn Mîhrîcana Girê Koxê de ji bo xwendekarên xwe pirtûkên xwe îmze kirin.
Nivîskarên Gimgimî yên wekî Şukru Tosun, Denîz Kizilagaç, Alî Şeker, Veysel Otunç, Alî Kizilgedîk û Kemal Akay li qada Cumhuriyetê, bi xwendekarên xwe re hev dîtin pêk anî. Nivîskaran li standên ku pirtûkê wan tê firotin de, ji bo xwendekaran pirtûkên xwe îmze kirin. Piştî îmzeyê Şaredarê Gimgimê Demîr Çelîk axaftinek kir. Çelik ji ber hatine nivîskaran spasiyê xwe pêşkêş kir û wiha got:"Ji ber ku nivîskarên Gimgimê me di vê mîhrîcanê de bi tenê nehiştine li ser navê Gimgimê spasiyê xwe pêşkêşî wan dikim." Piştî axaftinê xwendekar li ber def û zirnê govend gerandin