Musa Anter
KERKÜK KAN AĞLIYORMUŞ
Musa Anter
Yaşar Kaya
Sayın Erdoğan, gelecek bizimdir
Yaşar Kaya
İsmail Beşikçi
Öcalan niye devlet istemiyor!
İsmail Beşikçi
Hasan Bildirici
Kürtlerde göz oymacılık
Hasan Bildirici
Aydın Dere
Kapitalizm ve iktidar olgusu
Aydın Dere
         
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.

   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   OKUR KÖŞESİ

Çiroken Klasik



www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 69

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 
Daxuyaniyên Talabanî YNK tevlihev kir
Posted on Pazar, 11. Temmuz 2004
Topic: Kurdi
Komek endamên Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK), diyar kirin ku daxuyaniyên Celal Talabanî yên li Enqereyê ku der barê tirkmen, baasî û kurdan de dabû, nerazîbûneke mezin di nava YNK'ê derxistiye holê. Komê angaşt ku Talabanî malbata xwe, ji bo desthilatdariya YNK'ê amade dike.
Wekî tê zanîn Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî hefteya derbasbûyî hatibû Enqereyê û gelek daxuyanî dabûn. Talabanî diyar kiribû ku ew dê heta dawiyê piştigiriyê bidin Eniya Tirkmenan, ew li dijî KONGRA-GEL in û li Iraqê baasî dikarin vegerin ser karên xwe...


Talabanî di nava YNK'ê de komikan çêdike
 
Endamên Mekteba Siyasî; ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, diyar kirin ku Talabanî di nava YNK'ê de komik çêkirine û li ser hebûna wan komikan xwe bi hêz dike û wiha hate gotin: "Ev çend sal in ku em di nava Konseya Serokatiya YNK'ê de, car caran vê nîqaşê dikin ku mam Celal, daxuyaniyên gelek xirab û nesiyasî di nava Kurdistanê de bi giştî û li derveyî Kurdistanê dide. Carna çend kesek ji me dixwazin ku li hemberî Mam Celal biteqin û tiştê di hundirê dilê xwe û rêxistina YNK'ê de jê re bibêjin. Lê kes nikare zimanê xwe li hemberî wî veke. Heke hinek caran hatibe rexnekirin jî zêdetir pesnên wî hatiye dayin û dest li pişta wî hatiye dayîn. Girûbekî di nava YNK'ê de pişta YNK'ê şikandiye. Her kes dizane di nava YNK'ê de girûbên Kosret Resul, Newşîrwan Mustefa û Kak Omer Seyîd Alî hene. Gelek grûbên biçûk jî hene ku Mam Celal li jor ve wan rexne dike û di bin re jî bi awayekî dîtir ji bo wan li çepikan lêdixe. Ji ber ku di encamê de Mam Celal bihêz dikeve."
 
'Mam Celal xizmeta kê dike'
 
Di daxuyaniya endamên Mekteba Siyasî de hate gotin ku Talabanî bi gotinên xwe yên nesiyasî û yên ku xizmetî berjewendiyên hêzên kurd nakin, gelê kurd êşandiye. Li ser navê komê wiha hate gotin: "Ev daxuyaniyên ku Mam Celal dide, neyarên, YNK'ê pê bihêz dikevin û gel ji YNK'ê dûr dixin. Mînak baasiyan ew qas komkujî li ser kurdan dan meşandin, Mam Celal li hemberî wan, ji bona xweşkirina dilê wan, li kelekê ala Qazî Mûhammed, ala Iraqê ya ku baasiyan çêkiribû bilind kir. Ev siyaseta xirap a birêz Mam Celal, ji bo YNK'ê şikesteka herî mezin bû. Di nava girûba kurdan da, bi dû re ew qas pesindayina Eniya Tirkmen û dewleta tirk, ew qas hemid û sena ya ji bo Sîstanî û erebên sûnî, nayê pejirandin."
 
Desthilatdariya ferdî ya Mam Celal
 
Endamên Mekteba Siyasî, dan zanîn ku ew nikarin bi riya çapemeniyê jî dengê xwe bilind bikin û daxuyaniya wan wiha domiya: "Em dizanin ku em li hemberî desthilata ferdî ya Mam Celal tev bê çare ne. Lê belê ev nayê wê wateyê ku em nikarin tiştekî bikin. Rast e rojname, radiyo û TV nikarin ew rexne bikin, lê em di sedsala teknolojî û înternetê de dijîn. Rêxistina Ewropa û herêmên dîtir dikarin, di malperên kurdan de zexteka mezin li ser YNK'ê bidin kirin. Ev ne xiyanet e, ev kesên ku wisa difikirin em ji wan re dibêjin; Ji bo ku YNK bigihîje tiştekî rapor nivîsandina kesan xeyalekî mezin e.
 
Talabanî malbata xwe tîne ser kar
 
Koma endamên Mekteba Siyasî ku bi zimanekî tund rexne li Talabanî kir, anaşt ku Celal Talabanî hemû malbata xwe xistiye nava YNK'ê û niha jî desthilatiya YNK'ê hêdî hêdî dixe nava destê wan û YNK dewrî wan dike. Komê bang li hemû dilsozên gelê kurd ên di nava YNK'ê de kir û got: "Ey neviyên Aram, Cafer, xale Şehab, Enwer, Azad Hewramanî, Cemal Tahîr, Mame Rîşe, Selah Muhendîs û Enwer Hisên û heta dumahiyê ey kadroyên komele û dilsozên YNK'ê; werin bav hev ku em bikaribin Mam Celal bînîn ser hişên wî."
 
 
Azadiya Welat - Tayîp TEMEL
 
   

Daxuyaniyên Talabanî YNK tevlihev kir

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu tutulamayız.




Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

En çok okunan haber: Kurdi:


Haber Arşivi
Kurdistan-Post Haber Portalı © 2004-2008 Tüm hakları saklıdır.
Sitemizde kullanılan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.