Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Devlet ve PKK
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
Aðýr Ceza Mahkemesi Baþkanlýðýna
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Uçurum Atlýlarý
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
Et ve týrnak yalaný
Aydýn Dere
   
  
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.
   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   RÖPORTAJ


www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 88

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 
Kurdi: Mafê Peyv û Gotinê/Instîtûta Kurdî-Elmanya
Posted on Cuma, 05. Mart 2010
Topic: Kurdi

Roj Tv, ji bo kurdan û nemaze ji bo kurdên Bakur, gelên asûrî, kultur û mezhebên mexdûr li navçê, serçaviyeke bêhnderxistinê û têkiliya bi çand, dîrok û aktûalîta xwe re ye.

 



Mafê Peyv û Gotinê

 

Mafê peyv û gotinê, mafê derbirîna raman û dîtinên xwe, mafê weþanê, mafekî gerdûnî ye, mafekî pîroz e. Ji Magna Charta û bi vir de ev li dora 700-800 salan e behsa mafên însên dibin, û di 300 salên dawî de jî ev maf, di bi dehan deklerasyon û peymanên navneteweyî de, dawî di yên Yekîtiya Neteweyan de hatine bicîhkirin, çespandin.

 

Mafê weþanê, mafê gotina azad, bêtirs û bêzext, bi qasî mafê jiyanê pîroz e, mafê tu kesî, tu hêzê, ev hêz çendî xwurt dibe bila bibe, tune ye vî mafî desteser bike,xesp bike.

 

Tiþtê dewleta Belçîka, dewleta çendneteweyî, çendzimanî û çendkulturî îro kiriye, dike,hem bi vê tolerans û demokrasiya navxweyî re nagunce û hem jî çendî ji bo kurdan biêþ e li meydanê ye.

 

Di demekê de ku hê pîrozbahiyên Cejna Zimanê Dayikê bidawînebûne, tu rabî wiha kurdan ji zimanê wan bêpar bikî,tu wan ji tiþtên dewletên deshelatdar tînin serê wan li herêmê bênûçe û bêagahî bihêlî,tu mîna dewleteke ji awura çareseriya pirsgirêkên navxweyî, yên gel, kultur, ziman û cihêyîyên etnîsîteyî, gelek caran wek nimûne tê dayîn, tê çawa ji raya navxweyî û ji kurdên mexdûr re bi berbanga sibehê re vê avêtina ser deng, guh û bêhna kurdan þîrove bikî?

 

Tu di reþaya dawiya þevê de davêje ser saziyekê ku ev 15 sal in li ser erda di bin destên te de ye, ji garantî û ewlekariya weþana wê tu berpirsiyarî, di bin parastina te de ye û tu rabî dosyên istîxbarata dewleta Tirk ku naxwaze roj li kurdan here ave û tiþtên nemayî anîne serê wan, tu wek delîl bikar bînî, ev kontirast û nakokiyeke mezin e ji bo dewletekê wek ya Belçîkî.

 

Roj Tv, ji bo kurdan û nemaze ji bo kurdên Bakur, gelên asûrî, kultur û mezhebên mexdûr li navçê, serçaviyeke bêhnderxistinê û têkiliya bi çand, dîrok û aktûalîta xwe re ye.

 

Girtina RojTv, televizyoneke ku di ser 20 parlamenteran û li dora 100 þaredarên Kurd ku bi dengên çend milyonanan hatine hilbijartin, berdewamiya jiyana wê dixwazin, li ber çav negirtine û her ev bi tenê bes û zêde ye, ji bo kirinên dewleta Belçîka ka çendî ne însanî, ne demokratîk û bêberpirsiyarî ne bê dîtin.

 

Ev guneh, xedir û neheqiyeke vekirî û heþkere ye.

 

Belçîka bi vê operasyona dijwar, tirsanak û bixof, dibe þirîkê siyaseta dewleta Tirk.

 

Di encmê de em dibêjin:

 

Ewil gelên Belçîkî divê bêdeng nemînin.

 

Tirkên ku behsa birayetiyê dikin, ji bo jiyaneke bi hev re ne, divê vê hevkariya di nav polîsên welatê xwe û yê dewleta Belçîka de protesto bikin.

 

Kurd jî li welat û li derveyî welat, li ser asta parlamento, þaredariyên xwe, û giþ rêxistinên xwe yên sivîl, vê çavsoriyê di xwe de nebhêrin, bi giþ dewlemendiya xwe, mafên xwe yên demokratîk bikar bînin.

 

Bijî mafê ji bo peyva azad !

 

Bijî mafê weþana azad !

 

Na ji her coreyê bêdadî û ferq û cihêyîyên di nav gel, cins, ol û mezheban û îmkanên weþanê de !

 

Na ji bikaranîna qanûnan bi mentalîteyeke li dijê wekheviyê û bi hewadarî re !

 

04/03/2010

 

Instîtûta Kurdî jibo Lêkolîn û Zanist- Elmanya

 


Mafê Peyv û Gotinê/Instîtûta Kurdî-Elmanya

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu tutulamayız.




Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

En çok okunan haber: Kurdi:


Haber Arşivi
Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2009 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.