Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
Kurdi: Serokê Enstîtuya Aþûriyan Sawoce: Posted on Cumartesi, 09. Ocak 2010
Topic: Kurdi
Di 24 Çileya Paþîn (january) 2010 de KonferansaDêrsim-1938 ê li Stockholmê pêk tê. Konferans ji aliyê Kurdocide Watch-Bakur ve tê organîzekirin. Gelek dezgeh û kes piþtgiriya xwe pêþkêþî konferansê dikin.
Serokê Enstîtuya Aþûriyan Sawoce: Dêrsimê Gelek Aþûrî û Ermenî ji Qirkirinê Rizgar kir
Di 24 Çileya Paþîn (january) 2010 de KonferansaDêrsim-1938 ê li Stockholmê pêk tê. Konferans ji aliyê Kurdocide Watch-Bakur ve tê organîzekirin. Gelek dezgeh û kes piþtgiriya xwe pêþkêþî konferansê dikin.
Me, berî niha dîtina þanoger Kemal Gorgu pêþkêþî xwendevanan kiribû. Gorgu, bi lîstikek þanoyî beþdarî konferansê dibe. Hevpeyvîna duwê bi rojnamevan nivîskar Seyidxan Anter re hatibû kirin.
Em hevpeyvîna nû ya bi serokê enstîtuya Aþûriyan (Mezopotamya) li Stockholmê, Jan Bet-Sawoce re hatiye kirin, bi we re pay dikin. Enstîtuya Mezopotamyayê piþtgiriya konferansê dike.
Sawoce di 1955 de li Tora Evdînê hatiye dinyê. 1975 an de li Swêdê bi cî bû. Demek dirêj e bi karên rêkxistînî mijûl dibe. Ew rêvebirê Enstîtuya Aþûriyan li Swêdê ye. Her wisa edîtorê giþtî ya kovara Nsibin e. Hejmarek pirtûkên Sawoce çap bûne.
- Enstîtuya Aþûriyan çi demê ava bû û armanca wê çi ye?
Jan Bet-Sawoce: Enstîtu di 1998 an de ava bû. Vê kêliyê kitêbxaneya xwe de xizmetê dike û di pirtûkxaneyê de hejmarek bilind ji pirtûk û dokumetên li ser nasname, çand û baweriyên li herêma Mezopotamyayê hene. Kitêbxaneya me di Zanîngeha Sodertornê, li Flemingsberga Stockholmê ye. Yek ji armancên enstîtuyê ew e ku, pirtûkên nû û yên kevnare ku li ser herêmê hatine nivîsîn, berhev bike. Her wisa pirtûkên li ser dîrok û zimanên li harêma me, çap bike û bighêjîne ber destê xwendevanan.
- Hejmara Asurî /Suryaniyan li Torê û bi giþtî li Turkiyê çiqas e? Pirsgirêka herî mezin çi ye? Nêzîkbûna Turkiyê li pirsê çawa ye?
Jan Bet-Sawoce: Hejmara Asuriyan (Suryani-Kildani) li Torê û li Turkiyê nêzî 20 hezaran e. Beþek mezin ji wan li Stenbolê, yên din jî li aliyê Tora Evdînê û Botanê dijîn. Ew jî mîna gelên din ji awira fermî ve nayên nasîn. Piþtî avabûna Komara Turkiyê ji bilî turkî pê ve tevayê zimanên din hatin qedexekirin. Tevayê gelan weke turkan hatin hejmartin, weke mîsal Asurî / Suryanî weke ”turkên mesîhî”, kurd jî ”turkên çiyayî” hatin binavkirin. Zilm û tadeyiya rejîmên Kemalîst li hemberî gelên din hetanî roja me bê westan û bi hemû hiþkiya xwe domiya ye, didome. Rejîmên Kemalîst ji bo ku zilm, heqaret, sirgon, talan û qetilkirinên xwe bi cî bînin û bighêjin armancên xwe, sergirtî anjî eþkere, hêz û dezgehên sivîl û leþkerî ava kirine/dikin.
- Li ser giringiya Konferansa Dersimê dîtîna xwe ji me re bihêne zimên….
Jan Bet-Sawoce: Konferansa li ser Jenosîda Dersimê, bi qasî konferansên din li Cîhanê yên li ser pirsên jenosîdê pêk tên, giring e. Divê ji gelek awiran ve giring û cidî bê dîtin. Di dema jenosîd kirina Asuriyan ya di 1915 de ku bi ”Sala Seyfo” tê nasîn, Dersim û cihên elewiyan bûbûn îstasyonên rawestandinê û deverên parastina Mesîhiyan, anku Ermenî, Aþûrî û Grêkiyan. Di ser rêya Dersimê re gelek kes derbasî herêma Kafkasyayê bûn û ji wir jî xwe gihandin welatên din. Bi vê rêyê ji kûþtinê rizgar bûn û xwe gihandin cihên bê xeter.