Aþtî, Demokrasî û Rêxistin
Medenîkirin û demokratîkirina civatê, pirsgirêka rojevê ye, di serê lîsteyê de ye. Tu li eslê wê binere ne rasterasta û di bin navên cihê, bi ziman û rengên cihê be jî, ev çend hezar sal in wuha ye:
Birêvebirî û dewlet divê demokratir bibe, civat divê demokratir bibe, ferd divê demokratir bibin.
Kultur, siyaset, ol, mezheb û îdeolojî divê bêne demokratirkirin û ji hev re bi hurmet bin, bikaribin bi hev re bijîn.
Þer û berxwedana ji bo demokratîkirina jiyanê di bin navên cihê de be jî çawa doh pirsgirêka serekî bû, çawa îro pirsgirêka yekemîn e wê sibe jî wuha be.
Hejmarek aliyên vê xebatê hene. Aliyê fikrî, aliyê tiradisyonî û aliyê organîzasyonî helbet.
Demokrasî xweorganîzkirinê dixwaze, hêzên demokrasîxwaz divê xwe organîze bikin.
Em hinekî li ser vî alî bisekinin.
Netewyek bi nisbet û dereceya xweorganîze dike, dibe netewe, dikeve ser riya demokratîkbûnê. Ev, divê mirov ji bo jinan û giþ kategorî û gurûbên di bin neheqiyê de ne jî bêje.
Neteweyê organîzekirî xwurt e, bihêz e. Hem li himberê êrîþên ji derve tên, hem li himberê felaketên xwezayê û hem jî li himberê neheqiyên di nav xwe de, bi navê xwe û ji xwe.
Yanî di nav dereceya organîzebûyîn û demokratîkbûna neteweyekî û hêz û serdestiya netewe de, girêdanek organîk, girêdaneke diyalektîkî heye.
xweorganîzekirin çendî kûr be, ev xweorganîzekirin çendî hemdem, heralî û herþaxî be, çendî giþ kategoriyan; jin, karker, ciwan, pîþe, meyil û tendensên îdeolojîk, fikrî, hunermendî, berhimbêz bike; çendî sekuler, wekhevîxwaz, bitolerans û demokrat be, ewçendî netewe saxlem, li ser xwe û tekûz dibe.
Di organîzebûyînê de çend tiþtên bingehîn hene. Ev tiþt di nav çend salan de çênabin, bi çend slogan û daxwazan nayên cîh.
- Di organîzebûyînê de berdewamî, istiqrar heye. Demokrasî bi nisbetekê istqrar û berdewamiyê dixwaze.
- Organîzasyon, organên kultur û tiradisyonê ne, þiklek tecrûbe û berdestiyên depokirî ne û bê organîzasyon kultura bi hev re karkirinê çênabe.
- Di nav organîzasyonên corecor de netewe balix dibe, distewe, dibe xwedî kapasîte û sewiye.
Bala xwe bidin welatên pêþketî û demokrat û bi welatekî mîna yê Rojhilata Navîn re berhev bikin. Li yên ewil em dibînin ku:
- Kultura rêxistinên neteweyî, welatgîr, hemdem û demokratîk, kevintir e.
- Rêxistinên hene zêdetir li gora navên xwe ne, zêdetir bi destûr, rêbaz û programên xwe re sadiq in.
- Ber bi îro de rêxistin pirrdengtir, pirrengtir û fonksiyoneltir dibin
Demokrasî li welatên hemdem piþta xwe didin derbasbûn û dîrokeke dirêj.
- Di nav vê dîrokê de tevgererên fikrî, huqûqî, hunermendî, wêjeyî û estetîkî, akademîkî û dawî ya helî girîng jî gelêrî û girseyî, wek stûnên demokrasiyê, xwedîrol in.
- Demokrasî di nav þerê li dijê kilîsê, dogmatîzim û fenatîzmê, di bin ala sekularîzekirinê de hatiye pê.
- Di þerê li dijê þah, deshelatdariyên mutlaq û olîgarþîk de, li dijê zordarî û çewsandina xanedanî û çînayetî de gurr û geþ bûye.
- Û dawî di þerê ji bo 8 seet kar û xebatên sendîkan de, di raperînên karker û gundiyan de, di têkoþîna ji bo dengdanê, mafê perwerdekariya ji bo herkesî, di xebata ji bo peyva azad, mafê ferd, mafê xweîfadekirin, xweorganîzekirin, çapemenî û weþanê, di mafê jin û zarokan û xebat ji bo wekheviyê de bi laþ û gewd bûye.
Li vir hejmarek qonax hene. Qonaxên bi dû hev de ku yek ji bo ya din bûye zemîn û temamker.
Ev qonax jî reformasyon û ronesans, rasyonalîzim û rohnîdarî, lîberalîzim û pozitivîzim, sosyalîzim û marksîzim, qonaxên þoreþa teknîkî, internet û gulobalîzmê ne.
Li paþ civatên demokratîk bi sedan tevgerên gelêrî û girseyên gel, ji yên huqûqê xwezayê bigirin heta bi huqûqê welatîtiyê, ji wur heta bi yên dormedorê, ajale û lawuran hene.
Bi gotinin din, di kûrayîya maziyê piþta demokrasiya civatên sivîl de hiþyarîyeke fireh, hiþmendiyeke bihêz û rohnîdariyeke heralî heye.
Em ji vir jî digîhên encameke girîng:
Demokrasî ne ji jor de, bi çend qanûn û formalîteyên sererû hatiye, belê ji jêr de, di nav pêncîsal û sedsalan de bixwedî bûye û hatiye vî cîhê îro em dibînin û dilên me dibijinê.
Ji xwe garantiya demokratîkbûn û sivîlîzebûnê jî di vê gelêrîbûnê û girseyîbûnê bi xwe de ye. Civat ji ber vê sivîlîze bûye, ji ber vê tekûztir e ji yên me.
Lewra demokrasî ne bi dev, ne bi emir û fermanan, li ser kaxetê û di gotina bê kar de bûye vitrîn, belê bûye jiyan, bûye kultur.
Berê cîhanê û wek movikek ji vê cîhanê berê me jî li xebat û berxwedaneke demokratîk û sivîl e. Em ji qonaxa þerê çekdarî derbasî qonaxa siyasî û aþtiyane dibin.
Deshelatdarên Kurdistan berdewam du tiþt dikirin û îro jî heger bi dest wan ve hile, dê bikin:
- Em naçarê derketina serê çiyan dikirin
- Û em dehf didan nav îlegalîtê û binê erdê.
Li giþ perçan bi heman nisbetê nebe jî êdî ev plan û ev siyaseta deshelatdar û serdestan, hew kar dike û êdî çerxa saziyên demokratîk û sivîl dest pê kiriye digere.
Dawî heger pirr bi kurtî em hinekî perçê Bakur wek nimûne bigrin, em karin bêjin ku 10-15 salên dawî ne bi tenê bûne salên damezrandina sazî û rêxistinên civakî, belê herwuha bûne salên raperîna milyonan, salên girev, meþ, mihrîcan, festîval, kampanyên îmzeyên nasname û zimanê zikmakî, faks û çalakiyên dayikên aþtiyê, dayikên þemiyê, xebatên rêxistinên mafên mirovan û Hwd.
Di nav dijwarîyên mezin de, bi buha û bedêleke giran, xebata demokratîkirina civatê, guhertina dewletê li dar e, germ û birivîn e.
Ev xebat çendalî di bin navên oldarî; Êzdî, Elewî, Mamosteyî, ciwanan, jinan, zarok û malbatên girtî û þehîdan de, di bin navê Heyva Sor û Hwd. Bi awayekî sekûler organîze dibe.
Herwuha, dibe xwedî tecrûbe, hoste û þareza dibe û berendam e ji serketinê re.
Dawî tiþtê ku Henry David Thoreau, Mahatma Ghandi û Martin Luther King û gelek têkoþerên din yên mîna Mandela hewil dan bikin û jê re bûne alîkar serokê neteweyî Abdullah Ocalan, DTP û bi dehan rêxistinên din ji bo xwe kirine siyaset, stratejî û rojane ji bo ku bikeve jiyanê dixebitin.
Giþ hewlên dawî, fedekarî, ciwamêrî û ciwanikiyên gurûbên aþtiyê giþ nimûneyên bixwîn û goþt in, vekirî û nîqaþnexwaz in û xwe bi xwe îspat in.
Mirhem Yiðit
mirhemyigit@hotmail.com