Em xemgîn û dilşikestî ne!
Roja Aşitiyê carek din hat. Lê mixabin, aşitî nehat.
Îro jî di gelek welatan da, pevçûn, alozî û şer berdevam e.
Însan tên kuştin, mêrg û zevî û daristan tên şewitandin. Gund û bajar tên wêran kirin.
Bi milyonan însan bêkar û bêmal in; tî û birçî ne.
Bi milyonan însan, di welatên xerîbiyê da koçber in.
Di seranserê dinyayê da, neheqî, zordestî û şêlandin berdevam e.
Ji bo van sedeman, bi milyaran însan, li benda dadî, wekhevî û aşitîyê ne.
Sed mixabin em îsal jî Roja Aşitiyê, bi xemgînî, dilşikestî; bi êş û elem pîroz dikin.
Welatê me Kurdistan, bi sed salan virdan e, bi destê dagirkeran tê talan kirin, tê perçiqandin. Li her çar perçên Kurdistanê, şerek dijwar dom dike. Welatê me bûye qada şer. Dewletên dagirker, zman û çanda me qedexe dikin. Hebûna me qebûl nakin. Dixwazin me ji holê rakin.
Lê çi heye, di vê rewşa nebaş da, qisûr, çewtî û şaşitiyên me jî hene. Hetanî em di nav xwe da yekîtiyek netewî ava nekin, em nikarin xwe ji van xeletiyan xilaskin. Nikarin azad û bextewar bijîn.
Şik tune, di dinyayê da her problem, bi destê zorê tê çareserkirinê. Lê, zor nayê mena çekdariyê. Bi sedan rê û olaxên zorê hene. Kar û xebatên siyasî jî, yek ji van e.
Ji herkesî zêdetir hewcedariya me Kurdan, bi aşitiyê heye. Divê em berê di nav xwe da, paşê jî di seranserê dinyayê da aşitîxwaz bin. Tev problemên xwe, bi riya aşitiyê çareser bikin.
Li her derê dinyayê, tac û textên zaliman, bi destê mazlûman hatiye wergerandin. Duh wusa bû, îro wusa ne, sibê jî wê wusa be. Lê ev tişt, bêxebat bi dest nakeve. Ji bo serketinê, ked divê, fidakarî divê.
Gelî Kurdên welatparêz û aşîtîxwaz! Ji bo bidestxistina aşitî, edlayî, wekhevî û bextewarîyê, dest bidin hev. Yek bin, ku em jî di nav jiyanek azad û bextewar bijîn.
29.08.2008