Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Sayýn Erdoðan, gelecek bizimdir
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
Öcalan niye devlet istemiyor!
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Diyarbakýr adayý
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
Kapitalizm ve iktidar olgusu
Aydýn Dere
         
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.

   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   OKUR KÖŞESİ

Çiroken Klasik



www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 66

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 
Kurdi: Îbrahim Osman: Êzdiyatî Çandeke Qedîm e
Posted on Pazar, 17. Ağustos 2008
Topic: Kültür-Sanat

Çanda Êzdiyatiyê ji ber ku ne di nav nakokiyên civakî û çîniyatî de derket holê, lê di nav nakokiyên xweristê de þikil stand, lewma jî ew ji xwezaya xwe de aþtîxwaz e.



Îbrahim Osman: Êzdiyatî Çandeke Qedîm e

Çanda Êzdiyatiyê ji ber ku ne di nav nakokiyên civakî û çîniyatî de derket holê, lê di nav nakokiyên xweristê de þikil stand, lewma jî ew ji xwezaya xwe de aþtîxwaz e. Ji ber ku çanda êzdiyatiyê ne çanda desthilatiyêye, ji wê bonê jî dijberî û dijminatiya ti gel û çandan nake. Rikna êzdiyatiyê li ser azadî, wekhevî û parvekirinê hatiye damezirandin. Tevayiya qewl, dia û bergeranên oldarên êzdiyan ji bo aþtî û aramiya cîhanê û mirovatiyê ye.

 

Belê, Êzdiyatî çandeke dîrokî ya qedîm e û divê ji zext û helandinê were parastin. Êzdiyatî çandeke xweser e û pirr cûdaye ji yên herêma Rojhilata Navîn. Ew çandeke otantîk ya herî kevnar e. Ew çandeke xweristî, resen ya xwemalê axa Kurdistanê ye ku di destpêka dîrokê de li navbera her dû çeman li baxê kurdewariyê kulîlk veda û ber girt.

Êzdiyatî, kaniya çandên destpêkê yên þaristaniyên Mezopotamya ye. Ew maka hemû þaristaniyan û çanda ye. Nebî Birahîm, Zerdeþt, Manî, Mûsa, Îsa û gelek nebiyên din ji vê kaniyê av vexwarin, hizir û bîr wergirtin û piþt re felsefe û bîrdoziyên olên xwe afirandin! Îskenderê Çarqurne cîhan desteser kir, lê ji sedema hêza vê çanda qedîm li welatê me li geliyên çiyayên Zagrosan tekçû.

Civaka kurd bi çanda Êzdiyatiyê xwe, xweda, ro, av, ax û hewa naskir. Ziman û hizra Kurdan bi vê çandê form wergirt. Ezmûnên salnameyê û yên asrolojiyê ku bûn destpêka felsefeyê, destpêkê li ser vê xakê pêþ ketin. Êzdiyan bi piyên xwasî, bi cil û bergên spî yên xakî û libasî li bin ezmanê þîn berê xwe dan xwedanê rojê, serê xwe tewandin, bi hestên pak ku ji kurayiya dil dihatin, gotin; ’’Ya Þems tu dergehê þer bigre, yê xêrê veke. Ya þems tu xêr û bereketa xwe bide hemû rihilber, jîndar û miletan û me jî vê re.’’ Mixabin tevayiya milet û olan, îro li ber helandina vê çanda qedîm, bêdeng û bê hîsin.

Belê, êzdî û êzdiyatî li gel ku îro hatine ji bîr kirin û li ber kendalê mirinêne jî, Êzdiyên xwedênas di berbanga dîrokê de li ber ava Dîcle û Ferêt bi hestên pak yên parvekirinê zikê erda ku wan ji xwe re weke dayik û maka zayinê ditîtin qelaþtin û libên genim yên destpêkê xistin bin axê. Bi hêvî, daxwazî û bergeran li bende man ku libên genimên destpêkê ku wan xistibûn nav rewaya axê zîl bidin, bejin bidin, simbil û ber bigrin û biseridin. Bi hêvî û mereq li bendê rawestiyan û ji kevana zêrîn nanê genimî diyarî hemû mirovatiyê kirin. Lêbelê îro yên bê nan ew bixwene. Mirovatiyê ew ji bîr kirine û Êzdî bi ferman û tevkujiyan re rû bi rû mane. Civaka êzdî îro xizan, belengaz û bi hisretiya qetk nanê genimiye.

Êzdî jî mîna gelên herêmê yên din ji çanda nêçîrvaniyê dihatin, jiyana wan li ser kuþtina ajalên kûvî bû. Roj çûn ajal kêm bûn û jiyana mirovan diket metirsiyê. Êzdiyan kuþtina ajalan qedexe kir. Wan destpêkir û ajalên despêkê kedîkirin, xwedî kirin û ji hirî, mû, eyar, þîr û berhemên wan sûd wergirtin. Her destkeftiyên ku li ser wê axê hatin bidestxistin di nav dirêjaya dîrokê de li hemû parzemînan belav bûn û bûn malê gelan û dîrokê. Lê çi mixabine ku dîrokê mîna ku xwedanê vê afirêniyê ji bîr kirin e!

Êzdiyatiya pîr û pak piþtî serdema Þêx Adî ket nav pêvajoyeke nû. Ji ber ku di sedsala 11 û 12 de êriþin dijwar li ser Êzdiyan hebûn Þêx Adî ji bo ku Êzdiyan ji tevkujî û helandinê piparêze, di çanda êziyatiyê de pirr gohartin çêkirin. Civak di nav xwe de her li jêr weke mirîd û di ser re jî Þêx, Pîr, Mîr, Feqîr, Koçek, Merebî, Micewir û Qewalan dabeþ kir. Zewaca wan ji hev re guneh û qedexe kir. Ji bo parastian êzdiyatiyê hed û sed danî. Dikare were gotin ku, ji ber ku Þêx Adî di medreseya Ýslamê de mezin bûbû û zanista xwe ji wir wergirtibû motfeke îslamî da çanda Êzdiyatiyê û gelek goharînên cûda pekanîn. Piþtî ku Þêx Adî li gel hevalê xwe Þêx Evdilqadir Gêlanî çû Meke û Medînê û heca Mislimanan ziyaret kir û vegeriya, gelek gohartinên berbeçav di nav êzdiyan de pêk anîn.

Belê bêþik û guman, Þêx Adî bi fikir, hizir û ramanên xwe Êzdiyatî ji helandinê parast. Wî hin tiþtên ku ji bo gel, ol û çandên din serebst ji kesên Êzdî re qedexe kir. Li gorî wê serdemê pêdivî ji van qedaxeyan hebûn û pêwîst bûn, da ku êzdî ji tekçûnê rizgar bibin. Lê di ser re sedsal derbasbûn û guhartinên pirr girîng li cîhanê çêbûn. Di nav ol û siyasetan de gelek cewazî û guhartin pêkhatin. Yên ku li hember goharînên demê xwe nû nekirin, û bi þêwazê kevnare û kevneperest li ber xwe dan jî ji dîrokê rabûn û radibin. Yên ku li gorî serdeman xwe nû kirin û reform pêk anîn, li cîhanê bûn hêz û desthilatên mezin. Di roja me ya îroyîn de çanda Êzdî û civaka Êzdî roj bi roj dihelin, kêm dibin û berbe tinebûnê diçin. Bi bîr û baweriya min eger Þêx Adî di vê serdemê de bijiya, wê ji bo parastina êzdiyatiyê pirr qedaxeyên ku wî bi xwe rikna wan danîbûn li gori þert û mercên îro ji holê rakirana. Þêx Adî kesekî guhertinhez bu ku dikarîbû li gorî serdema xwe bigihîje asteke herî bilind û civaka Êzdî ji qeda û belayan bistrîne. Heta di radeyeke wisa bilind de dijya ku, Þêx Evdilqadir Gêlanî hêja dibîne ku ji bo Þêx Adî weha bibeje; ’’Eger Pêxenberî bi zanistî û zîrekbûnê bûna, Þêx Adî wê bibûna pêxenberekî herî mezin.’’ Mixabine ku civaka Êzdî di roja îro de ji vîneke pêþeng ya çîni û rêberatiyake hemdem bêpare. Lewma jî nikare li gor serdema xwe gav biavêje û xwe nû bike. Hêzeke ronakbîrî ya ku bikaribe di çanda Êzdiyatiyê de li gorî serdema me gohartinên pêwîst bike û vê çandê ji bela, bobelet, tofan, nezanî, xizaniyê rizgar bike nîne.

Dikare were gotin ku, eger çanda êzdiyatiyê nebûna wê Kurd jî nebûna û kurdan çand û nasnameya xwe hetanî roja îro nediprastin. Kurdên ku yan bi hêza þûr yan jî bi dilên xwe mislimantî pejirandin, di nav çandeke biyanî de heliyan û bûn dijminê gel û welatê xwe. Bizrê fitneyê ku di serdema Xelîfe Omer Bîn Xetab de di nav civaka kurd de hate çandin, heman bizir hat îro jî belaya serê netewa Kurd e. Deng û rayên Kurdan ku îro diherin ji Partiya Kurdkuj AKP’e re tev serencama vê rastiyêne.

Di dîrokê de kurdên Elawî û Sunî yên ku înkara nasname û kurdîtiya xwe kirine her hebûne, lêbelê kurdên Êzdî ti caran kurdîtiya xwe înkar nekirine. Divê neyê jibîrkirin ku, van salên dawiyê li Ermenîstan û Baþûr bi destê hin hêzên derve listikên kirêt yên xweînkarkirinê li ser êzdiyan tên meþandi. Ango hewildaneke ku êzdî bibijin em ne kurdin, zimanê me êzîdkî ye û welatê me Êzîdxane, heye û tê meþandin.

Çanda Êzdiyatiyê aþtîxwaz e. Ji ber ku çanda êzdiyatiyê ne çanda desthilatiyêye, ji wê bonê jî dijberî û dijminatiya ti gel û çandan nake. Rikna êzdiyatiyê li ser azadî, wekhevî û parvekirinê hatiye damezirandin.

Gelek þîroveyên cûr be cûr di derbarê êzdiyan û êzdiyatiyê de hatine kirin û hîna jî ten kirin. Mixabine ku Êzdiyan bi xwe, xwe nedane nasandin û ti kes rastiya êzdiyan ji Êzdiyan bi xwe fêr nebûye. Ji vegotin û nivisandinên kesên ne êzdî Êzdî û Êzdiyatî naskirine. Lewma jî nêrînên di derbarên civaka Êzdî û Êzdiyatiyê de pirr kêmin û yên heyî jî negatîfin.

Ji sedema êrîþ û zextên Îslamê û Osmaniyan navê Êzdiyatiyê wek cêwîkê komkujî, ferman, bêkesî û koçberiyê ye. Ango dema navê Êzdiyan û Êzdiyatiyê tê gotin, ji bilî ferman, tevkujî, tenêtî, bêkesîtî û berxwedanê pêve ti tiþt nayê hizir û bala me. Werin em dest bidin hev û vê rewþa kambax bigoherin û çanda êzdiyatiyê ji tinebûnê rizgarkin! Do çû, sibê dereng e, îro dem e!!!




Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

En çok okunan haber: Kültür-Sanat:


Haber Arşivi
Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2008 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.