|
Salek berê roja 14'ê Tebaxa 2007’an li herêma Şengalê, li bajarokê Gir Izêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir hêzên tarî ferman li ser serê kurdên êzdî rakirin. Di êrîşa hovane ya bi tankêrên bombebarkirî de tevî jin û zarokan bi sedan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest da. Dîsa zêdetirî 300 kesî giran birîndar bûn.
FERMANA ŞENGALÊ WÊ NEYÊ JIBÎRKIRIN
Salek berê roja 14'ê Tebaxa 2007’an li herêma Şengalê, li bajarokê Gir Izêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir hêzên tarî ferman li ser serê kurdên êzdî rakirin. Di êrîşa hovane ya bi tankêrên bombebarkirî de tevî jin û zarokan bi sedan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest da. Dîsa zêdetirî 300 kesî giran birîndar bûn. Salek berê roja 14'ê Tebaxa 2007’an li herêma Şengalê, li bajarokê Gir Izêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir hêzên tarî ferman li ser serê kurdên êzdî rakirin. Di êrîşa hovane ya bi tankêrên bombebarkirî de tevî jin û zarokan bi sedan mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest da. Dîsa zêdetirî 300 kesî giran birîndar bûn.
Tevî ku salek di bûyerê re derbas bûye jî birînên Şengaliyan nekewiyane. Perîşaniya wan dewam dike. Av û qût hîn jî weke pirsgirêka herî mezin e ji bo wan. Hîn jî Êzdî weke kesên ji çîna duyemîn tên dîtin. Karkerên Êzdî kar peyda nakin, tevî ku karkeran jî welatên derve tînin jî.
Weke berê jiyana Êzdiyan çi li başûrê Kurdistanê çi jî li Iraqê xeterê de ye. Hîn jî mele li camiyan weazan didin û dibêjin qetla Êzdiyan helal e. Herî dawî qeyda dengê meleyekî li Duhokê gihîştiye Ewrûpayê. Lê belê derbarê vê yekê de lêpirsîn jî nayên destpêkirin.
Weke Federasyona Komeleyên Êzdiyan em bang li hukûmeta herêmî ya Kurdistanê dikin ku beriya her tiştî mafê jiyana Êzdiyan li Kurdistanê misoger bike. Wekî din divê Êzdiyan jî weke hemû neferên din ên Kurd bibîne û li gorî wê yekê tevbigere. Ji hukûmeta Kurdistanê tê xwestin, ku ne tenê xebatên xwe yên siyasî herwiha yên însanî jî li Şengalê xurt bike. Komkujiya Şengalê jî ji bo me Kurdan Helepçeya duyemîn e. Lewma divê xizmên şehîdên Şengalê jî weke yên Helepçe û Enfalê bên dîtin û ew jî ji wan mafan sûd werbigirin. Daxwaz û hêviya me ji çapemeniya Kurd jî ewe ku bêhtir cîh bidin ser zextên li ser Êzdiyan.
Li aliyê din, ji bo bîranîna şehîdên Êzdiyan û bi taybetî yên Şengalê weke Federasyona Komeleyên Êzdiyan em şevekê li dar dixin. Armanca me bi şevê ewe ku em piştgiriya xwe bi Şengalê bidin xuyakirin û bidin zanîn, ku fermana Şengalê nayê ji bîr kirin. Em vê munasebetê bang li tevahiya heval û dostên xwe dikin ku tevî şevê bibin.
Adresa şeva me ev e:
Glamour Eventcenter
Frankische Straße 11
30455 Hannover / Badenstedt
Dem: 16.08.2008
Saet: 14.00
Meclîsa Federasyona Komeleyên Êzdiyan
14.08.2008
|