|
Kesên ku li hember rexneyan hêza wan yên xweragirtinê nebe, ji ber sedema ku bûne hedefa rexneyan, tûre bibin û bienirin, ew nikarin ti kêþe û pirsgirêkên civakî, yên polîtîk, olî û çandî çareser bikin û ji dema tê de dijîn re bibin bersiv
Îbrahîm Osman: REXNE Û BERSIV
Kesên ku li hember rexneyan hêza wan yên xweragirtinê nebe, ji ber sedema ku bûne hedefa rexneyan, tûre bibin û bienirin, ew nikarin ti kêþe û pirsgirêkên civakî, yên polîtîk, olî û çandî çareser bikin û ji dema tê de dijîn re bibin bersiv. Di heman demê de ew nikarin xwe nola kesên demokrat, nûjenîperest, azadîxwaz û reforimperwer jî bi nav bikin! Eger ew xwe wisa bi nav bikin jî tenê xwe dixapînin.
Gotara min ya vê dawiyê ku bi sernivîsa ’’Civîna li mala Êzdiyan’’ di hin malperan de hatibû weþandin, li gel kêfxwþî û dilsoziya hin dostan, wer diyare ku hin kes jî aciz û hêrs kirine. Lewra di van çend rojan de gelek e-mail ji min re hatin û hin nas û dostan jî bi rêya telefonê hest û hêviyên xwe bi min re parvekirin.
Beriya ku ez li ser e-mail’ên ku ji min re hatine rawestim, destpêkê dixwazim xwendevanên xwe ji rewþeke din ya ji bo min girîng, agahdar bikim. Ew jî helwesta malpera ’’dergush’’ ya di derbarê min de ye. Ji roja ku malpera ’’dergush’’ dest bi weþanê kir û heta bi vê saetê min li wir qunciknivisî kir. Beriya gotara min a mijara gotinê, nivîseke kovara ’’Tempo’’ (ku ev kovar li tirkiyê ji hêla MÝT’a tirk ve tê weþandin) ku heqaretê li rêberê gelê Kurd rêber Apo dike û wî mîna endamê Ergenekonê destnîþan dike, ji hêla malpera avesta ve bo zimanê kurdî hatibû wergerandin, di malpera dergush de hate weþandin. Bi armanca hiþyarîkirinê min ji redektoriya malpera dergush re e- mail þand û pêþniyar kir ku wê nivîsê ji malperê derxin. Lêbelê van camêran ne nivîs derxistin û ne jî li xwe zahmet kirin ku bersiva nivîs min bidin.
Piþtî bi maweyekî min gotara xwe ya ’’Civînek li mala Êzdiyan’’ þand. Lêbelê ji ber çi sedemêye ku ez hîna jî nizanim, malpera dergush gotara min neweþand û qene bersiv jî neda. Ne gotin em naweþînin jî. Lê wer diyare sedem ji ber rexneyên ku di gotarê de cîh digrine. Gernînde û berpirsên malperê polîtîkaya ’’Min nedît, nebihîst, nizanim’’ raber dikin. Ji ber vê sedemê jî ti wateya ku ez ji dergush re binivisînim êdî nemaye û xatirê xwe ji xwendevanên xwe dixwazim.
Ji sedema gotara min, m-mailê ku ji min re hatine hinek yên wesivdayin û pesinandinêne û hinekan jê jî dibin navê rexne û bersivdayinê de tenê aciziyên xwe nîþan dane. Ji xwe camêrekî xwe ranegirtî rûniþtî, çar rûpel nivîs nivîsiye û eger gotin dicih de be, malavawo hema xwîn veriþyaye. Çima min di gotara xwe de helwesta hin kesan rexne kiriye û hinek ji nêrîn û çavdêriyên xwe nivisîne, ev ciyamêrê ku ez qet naxwazim navê wî li vir binivisînim, hema ew e ku rahîje darê xwe û êrîþî min bike. Ne xeme. Lê ez vê bibêjim; ti nêta min ya bi kesî/a re bikevim nav polemîkan nîne. Lewma jî hewce nabînim ku navê kesan binivisînim. Lê dikarim vê bibêjim yên ku heqaretê li kesên din dikin û dibin navê þoreþgerî û pêþengiyê de, sînga xwe diwerimînin, ku di temamiya jiyana xwe ya qaþo polîtîk de ku tenê çar rojan jî ji malên xwe dûr neketin, dest ji dirav û malê dinyayê nekêþane, ti mafê wan nîne ku heqaretê li wan kesên hêja ku bi qasî pora serê wan fedekarî kirine û bi dehan çemberên mirinê qetandine bikin!
Yekî jê beyî ku naverok û peyama gotara min fêm bike hema þûrê xwe kiþandiye û nola sexweþan rast û çep daweþandiye derdoran. Ji ber ku di gotara min de navê wî jî derbas dibe pirr hêrs bûye ev camêr. Li gorî xwe hin pirs ji min re þandine da ku ez bi bersivînim.
Pirsa 1. Li gorî te gerek heyeta ruhanî çawa tev bigere,li heberî pêvajoyê? Bi rastî ez nizanim bê ev camêr bahsa kîjan heyeta rûhanî dike. Eger tu bahsa wê heyeta ku mala Mîra ji bo dewamkirina serweriya Mîrîtiya xwe li ser civaka Êzdî, çend kesên nola xwe þerpeze li dor xwe komkirine dike? Hewce nake ku ez ji te re bahsa helwesta wan ya pêdivî pêheye bikim. Ji berk u ev koma di bin navê heyeta rûhanî de hatiye damezrandin bi vîn, zaniest, dilsozî, bawerî û pakbûna xwe ne xwedan ti hêzêne ku pêþengiyê ji civaka Êzdî re bikin û ji kêþeyen wan re bibin bersiv. Ew mîr’in, Þêx’in Axa’ne û tenê yê xwarinêne. Ez wan yek bi yek ji nêz ve nazdikim. Çavê ku li bende wan û çareseriyê be hema bila ji êvar de kor be. Îjar ka ez pirsa te berovajî bikim û ji te bibirsim: Gelo beriya serdema Þêx Adî Mîrîtî, Þêxîtî, Qewaltî, Koçekî û Feqîrtî di nav civaka Êzdî de hebûn? Tu çi ji dîroka mîrîtiyê dizane? Bi taybet mala Mîra çi ji bo êzdiyan kirine gelo? Di nakokiyên navbera desthilatiya mîratiyê de mala Mîra çiqas xwîn rijandin? Tu bi xwe di bin navê þoreþgeriyê de parastina çi dike?
Pirsa 2.Ti FKÊ çawa dibînî?Û rêxstinek jê aktîftir û altrnatîf çawa mumkune? Belê, min bi salan xizmeta FKÊ kir û niha jî dikim. Li gor baweriya min FKÊ rêxistina êzdiyan ya herî bi tevgêr, zanist, modern û pêþketiye. Ji xwe ji bilî FKÊ ti hêzeke Êzdiyan ya civakî û rêxistinî nine. Bingehê Laliþ Dihok, Komika Ýslah we Teqedûm Irak, Mala Êzdiyan ya Oldenbûrg û heta yên ku li dora Kaniya Spî kom bûne jî, ev kom, rêxistin û komikên ku min navên wan nivisîn û yên navên wan li vir ne nivisîne, tev jî li gorî xwe xizmetê dikin. Lêbelê vana tevan jî sînorê malbatî, eþayirî, çînayetî derbas nekirine û nebûne pêþengê giþtiya civaka êzdî. Ew di nav sînorên xwe de asê mane û ti hêza van rêxistinên ku min navê wan anîn zimên a ku pêþengiyake moderin ji civaka Êzdî re bike nine. Ev mijareke dirêje û ez ewqasî bes dibînim ku ji bo tu helwesta min fêm bike. Ji ber ku mereqa te ew e. Lê ez dikarim bibêjim kesên mina xwediyên van pirsan FKÊ ji rê û armancên wê dûr xistine, teng hîþtine û nahêlin pêþkeve. Eger FKÊ bikaribe xwe ji nav destên wan kesên ne pêþdixin û ne dihêlin pêþkeve, ku bi salaye xebata tevgêrê di kesayetê xwe de û li der dora malbatên xwe fetisandine, rizgar bike û stukura xwe ji nav lepên wan kesên mina dînazoran derxe wê bikaribe risteke poztîf bilîze. Lê hetanî ku ev kesên wisa sere kaniyê bigrin û bibêjin bila biçûkbe lê ya min be hebin FKÊ jî nikare pêþkeve.
Pirsa 3.Sebebên rewþa ol û civaka me ya negatîf kî astenge? Eger tu bersiveke erênî dipê ezê ji te re bibêjim. Çi yên ’’dunav’’ çi yên yeknav, yên ku xwe pêþeng dibînin û di rastiyê de ji pêþengiyê dûrin, asteng ew in! Weke ku min di gotara xwe ya berî vê de jî nivisîbû, pêdiviya Ola êzdî ji reformeke radîqal heye. Lê ti vîn û Hêza bikaribe vê reformê bilêv bike û pêk bîne di nav civaka Êzdî de nine. Lewma jî çiqas bi me zor be jî, nagiîje çend salên din tiþtek ji çanda êzdiyatiyê namîne. Min di gotarên xwe ’’Ola Êzdî li ber keviya tunebûnêye’’ û ’’Êzdayetî û nivþê nû’’ de perspektîfên çareseriyê li gor xwe nivisîne. Ev nivîs di www.ciwan-post.com de hene. Yên pêdivî bibînin dikarin bixwînin.
Pirsa 4.Berpirsîyarîya sîyasetmedarê wek te,jibo ol,civak û netevê çîye? Ez bawerim xwediyê vê pirsê pirs þaþ pirsiye. Li þûna tu ji min re bibêje yekî weke te, ji bo çi tu nabê yekî weke min birako. Ka hele care ji kozika xwe derkeve, ji jin û zarokan hinekî durkeve. Ne 15 salan li çiya û 10 salên derveyî welat di nav siyasetê de derbeder bigere, hema here 2 salan li çiya bimîne û piþt re bizanibe rexneyan bike. Tew tu jî qala þûjin û derziyê dike!? Eceb tu zane 25 salên ji êgir çawa derbasbûn?
Çi bi mebesta bersivdayin, çi rexne ji kesên ku mail þandine û telefon kirine ji tevan re spasiyên xwe diyar dikim. Peyvên tije hest û dilsozî û ên heqaretî yek bi yek li xwediyên wan vedigerînim. Dibêjim a ku tu ji min re dixwaze, xwedê wê bide te jî.
Hêvîdarim ku em bikaribin bi nîqaþ, giftûgo, nirxandin û dan û standinên navbera xwe ji hale civaka xwe re li çareyan bigerin. Lê kîjan kesê êzdî dibe bila bibe yên ku qîz û xûþkên xwe hîna bi dirav difroþin û qelend distînin, bila ji kerema xwe re ji min re qala þoreþgerî û mêraniya xwe nekin!!! Na.
Li gel rêz û silavên min
ibrahimosman@hotmail.de
|