Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Ordunun darbe geleneði
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
“Ýyi, Doðru, Güzel” Hakkýnda…
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
PKK-DTP karýþmasý
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
Türk milliyetçiliðinin intiharý
Aydýn Dere
         
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.

   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   OKUR KÖŞESİ

Çiroken Klasik



www.kurdistan-post.org
Bütün Üyeler: 814
Bugün üye olanlar: 0
Dün üye olanlar: 2
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 54

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 
Kurdi: TZP Kurdî
Posted on Pazartesi, 12. Mayıs 2008
Topic: Kültür-Sanat

Lê belê hatiye destnîþankirin ku zimanê kurdî tenê bi TZPKurdî nayê xilaskirin. Jixwe pirsgirêka ziman ne tenê pirsgirêka hin kes, sazî û rêxistinan e, berevajî pirsgirêka gel û neteweyê bixwe ye. Wê gavê çareserkirina vê jî dê bi piþtgirî û hevkariya hemû sazî û dezgehên kurd çêbibe.



JI PARTÎ, RÊXISTIN, SAZÎ, SIYASETMEDAR, REWÞENBÎR, NIVÎSKAR Û HUNERMENDÊN KURD RE

Ziman nasname, rûmet û hebûna gelekî ye. Her çiqas di têkoþîna 30 salan de wekî gel li gor ku tê xwestin me zimanê xwe neparastibe û em lê xwedî derneketibin jî, wek xwerexnedayîna vê kêmasiyê ev ji du salan zêdetir e ku em wek TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî) bi awayekî sîstematîk û rêxistînî xebatên zimanê kurdî dimeþînin. Di vê demê de, tevî hemû bêderfetî û kêmasiyên xwe TZPKurdî li gelek bajar û navçeyan xwe bi rêxistin kiriye, ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî xebatên gelek birûmet kirine û serkeftinên mezin bi dest xistine.

Ziman nasname, rûmet û hebûna gelekî ye. Her çiqas di têkoþîna 30 salan de wekî gel li gor ku tê xwestin me zimanê xwe neparastibe û em lê xwedî derneketibin jî, wek xwerexnedayîna vê kêmasiyê ev ji du salan zêdetir e ku em wek TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî) bi awayekî sîstematîk û rêxistînî xebatên zimanê kurdî dimeþînin. Di vê demê de, tevî hemû bêderfetî û kêmasiyên xwe TZPKurdî li gelek bajar û navçeyan xwe bi rêxistin kiriye, ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî xebatên gelek birûmet kirine û serkeftinên mezin bi dest xistine.

 

Lê belê hatiye destnîþankirin ku zimanê kurdî tenê bi TZPKurdî nayê xilaskirin. Jixwe pirsgirêka ziman ne tenê pirsgirêka hin kes, sazî û rêxistinan e, berevajî pirsgirêka gel û neteweyê bixwe ye. Wê gavê çareserkirina vê jî dê bi piþtgirî û hevkariya hemû sazî û dezgehên kurd çêbibe. Heta ku hemû sazî û dezgehên kurd di vî warî de proje û bernameyên xwe diyar nekin û bi awayekî aktîf li zimanê kurdî xwedî dernekevin, xilasbûna zimanê kurdî jî ne gengaz e.

 

Ji roja avabûna xwe heta îro TZPKurdî ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî gelek caran bi saziyên sivîl û demokrat ên kurd re dan û standin kirine, ji bo pêþvebirin û parastina zimanê kurdî gelek biryar girtine. Lê belê ev biryar ji aliyê sazî û dezgehên me ve pêk nehatine û ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî tiþtekî berbiçav nekirine û hesasiyeteke manîdar nîþan nedane. Bi vî rengî pêþî li piþavtin û xwepiþavtinê nehate girtin. Berewajî piþavtin û xwepiþavtin hîn bipêþket.

 

Gelek zanyar û zimanzanan desnîþan kirine heke ku piþavtin û xwepiþavtina li ser zimanê kurdî têk neçe, zimanê kurdî bi zagonên fermî neyê parastin û zimanê kurdî nebe zimanê bazar û perwerdehiyê û di cihên fermî de neyê bikaranîn dê di nava 30 û 50 salan de ji holê rabe. Niyet çi dibe bila bibe ev sekna saziyên me -ku sedemê hebûna xwe dispêrin gelê kurd- ya li hemberê ziman û nirxên neteweyî (çandî, hunerî wêjeyî û hwd.) bivê nevê xizmetê ji polîtîkayên jiholêrakirina ziman û nirxên neteweya kurd re dike. Sekneke berevajî vê yekê, dê ziman û nirxên neteweyî bigihîjîne asteyeke herî jor ku ziman û nirxên neteweyî layîqî wê ne. Dê li Tirkiyeyê zimanê kurdî wekî zimanê fermî yê duyemîn bide pejirandin. Her wiha dê pêþiya siyaseta kurd û gelek xebatên din veke. Yanî hebûn û tunebûna zimanê kurdî jî û ya nirxên neteweyî jî di destê me de, bi taybetî jî di destê sazî û dezgehên kurdan de ye. Baþ an jî nebaþ berpirsyarê her du encaman jî sazî û dezgehên kurd, ango em bixwe ne.

 

Weke ku tê zanîn KNK’ê du sal berî niha 14’ê Gulanê wekî “Roja Zimanê Kurdî” îlan kiribû. TZPKurdî jî di konferansa xwe ya 1’em de tevî îlankirirna “Roja Zimanê Kurdî” ya KNK’ê 14’ê Gulanê wekî “Cejna Zimanê Kurdî” îlan kir û biryar da ku her sal 14’ê Gulanê wekî cejn bi þahî û bernameyan pîroz bike. Ji bo ku “Roj û Cejna Zimanê Kurdî” di nava gel de bê qebulkirin û bi awayekî coþ û girseyî bê pîrozkirin, divê ku berî her tiþtî sazî, dezgeh û pêþengên civaka kurd vê rojê qebul bikin û wekî cejnekê pîroz bikin. Ji ber vê yekê bar dikeve ser milê hemû sazî û dezgeh û pêþengên civakê, ku ew jî li vê rojê xwedî derkevin, bi wesîleya vê rojê peyam biweþînin, daxuyanî û îlan bidin rojnameyan û hwd. Ev yek hem peywir hem jî hewcedariyeke neteweyî ye. Bêguman nêzîktêdayîneke bi vî rengî dê bibe sedem ku gel jî vê rojê bipejirîne û li vê rojê xwedî derkeve. Bi taybetî jî peyama“Cejna Zimanê Kurdî” û nêzîktêdayîna piþtî vê peyamê dê bandoreke gelek baþ li ser gel çêke.

 

Ji ber vê yekê em ji hemû sazî, partî, rêxistin, siyasetmedar, rewþenbîr, nivîskar û hunermendên kurd dixwazin ku li “Cejna Zimanê Kurdî” xwedî derkevin û bi wesîleya “Cejna Zimanê Kurdî” peyam biweþînin, her wiha hemû sazî û rêxistinên girêdayî xwe di vê mijarê de hiþyar bikin û ji niha û pê de di xebatên xwe de zimanê kurdî esas bigrin û ji bo pêþvebirin û parastina zimanê kurdî hesasiyeteke herî baþ nîþan bidin. Her wiha em hêvîdar in ku polîtîka, plan û projeyên xwe yên ji bo parastin û pêþvebirina zimanê kurdî ku heta niha nehatine zelalkirin, zelal bikin û têxin pratîkê.

 

Bi van hest û ramanan em “Cejna Zimanê Kurdî” li hemû sazî, partî, rêxistin, siyasetmedar, rewþenbîr, nivîskar, hunermend û gelê xwe pîroz dikin, tevî rêz û silavên xwe serkevtinê dixwazin.

 

TZPKurdî

(Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî) 

tzpkurdiziman@hotmail.com 

 

 

BERNAMEYA 14’Ê GULANÊ CEJNA ZIMANÊ KURDÎ YA TZPKurdî

TZPKurdî bernameya xwe ya 14’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî aþkera kir. TZPKurdî dê îsal ji salên berê cudatir, pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî ne tenê rojekê, dê deh rojan pîroz bike. TZPKurdî îsal bi bernameyeke gelek dewlemend Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.

Bernameya Pîrozbahiyan Wiha ye.

Wan : 10 Gulan: Ji bo xwendekarên zimanê kurdî lidarxistina geþtekê

10 Gulan: Ji bo xwendekarên zimanê kurdî lidarxistina geþtekê

14 Gulan: Bi sazî dezgehên kurd re daxuyaniyeke girseyî ya çapemeniyê.

Qers : 14 Gulan: Lidarxistina panelekê. Di heman rojê de êvarê lidarxistina þahiyekê.

14 Gulan: Lidarxistina panelekê. Di heman rojê de êvarê lidarxistina þahiyekê.

Agirî : 17 Gulan: Bi mijara “Ziman û Civak”, “Ziman û Wêje” û “Asîmîlasyon û Ziman” lidarxistina panelekê.

Patnos : 19 Gulan: Bi mijara “Girîngiya Ziman” lidarxistina panelekê.

19 Gulan: Bi mijara “Girîngiya Ziman” lidarxistina panelekê.

Tetwan : 14 Gulan: Bi sazî û dezgehên kurd re daxuyaniyeke çapemeniyê.

14 Gulan: Bi sazî û dezgehên kurd re daxuyaniyeke çapemeniyê.

18 Gulan: Bi mijara “Girîngiya Ziman” û “Asîmîlasyon û Zimanê Kurdî” lidarxistina panelekê.

Þemzînan : 16 Gulan: Bi mijara “Girîngiya Ziman”, “Bandora Asîmîlasyonê Li Ser Zimanê Kurdî” û “Bandora Ziman û Wêjeyê ya li Ser Civakê” lidarxistina panelekê.

16 Gulan: Bi mijara “Girîngiya Ziman”, “Bandora Asîmîlasyonê Li Ser Zimanê Kurdî” û “Bandora Ziman û Wêjeyê ya li Ser Civakê” lidarxistina panelekê.

Gever : 14 Gulan: Bi sazî û dezgehên kurd re bi girseyî daxuyaniyeke çapemeniyê.

14 Gulan: Bi sazî û dezgehên kurd re bi girseyî daxuyaniyeke çapemeniyê.

7 Pûþper: Lidarxistina Mîtîngekê.

Amed : Dê li koçeyên Amedê pankartên kurmancî û dimilkî bên daliqandin.

Dê li koçeyên Amedê pankartên kurmancî û dimilkî bên daliqandin.

Dê beþdariya bernameya Gun Tv’yê bê kirin.

Þandina kartan bo þaredar û rayedarên saziyan.

: 13 Gulan: Dê 10 hezar belavokên kurmancî û dimilkî bên belavkirin.

:14 Gulan: Bi sazî dezgehên kurd re lidarxistina daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî.

Semsûr : 18 Gulan: Bi mijara “Sekna Kurdan ya Li Hemberî Zimanê Kurdî” gotebêjek.

18 Gulan: Bi mijara “Sekna Kurdan ya Li Hemberî Zimanê Kurdî” gotebêjek.

Îzmîr : 14 Gulan: Bi sazî û dezgehên kurd re lidarxistina daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî.

14 Gulan: Bi sazî û dezgehên kurd re lidarxistina daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî.

Enqere : 14 Gulan: Lidarxistina geþteke girseyî.

14 Gulan: Lidarxistina geþteke girseyî.

18 Gulan: Bi mijara “Dewlemendiya Ziman” lidarxistina panelekê.

Qoser : 14 Gulan: Bi sazî û dezgehên kurd re daxuyaniyeke çapemeniyê.

14 Gulan: Bi sazî û dezgehên kurd re daxuyaniyeke çapemeniyê.

Nisêbîn : 14 Gulan: Bi mijara “Ziman û Civak” lidarxistina panelekê. 

14 Gulan: Bi mijara “Ziman û Civak” lidarxistina panelekê.

TZP Kurdî

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu tutulamayız.


Kullanýcý Adý:

Şifre:




Ortalama Puan: 5
Toplam Oy: 4


Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

En çok okunan haber: Kültür-Sanat:


Haber Arşivi
Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2008 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.