Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Sayýn Erdoðan, gelecek bizimdir
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
Öcalan niye devlet istemiyor!
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Kürtlerde göz oymacýlýk
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
Kapitalizm ve iktidar olgusu
Aydýn Dere
         
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.

   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   OKUR KÖŞESİ

Çiroken Klasik



www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 79

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 
Wergera Linux a kurdî amade ye
Posted on Pazartesi, 28. Haziran 2004
Topic: Teknoloji
Azadiya Welat - AMED - Bi kurdî wergera Lînuksê ku ev demek dirêj e li ser xebat dihat kirin qediya. Ji Edîtorên Rojnameya Azadiya Welat Rêzan Tovjîn ev 2 meh in, li ser bi kurdî wergerandina Lînuksê dixebitî û ev xebat bi dawî kir. Wergera Lînuksê ji 97 rûpelên 12 punto pêk tê.


 
Ev demek dirêj e ku nûçe, agahî û danasîn li ser Lînuks û wergera wê ya kurdî tên çêkirin. Lê heta niha xebat û kampanyayên ku ji bo wergerandina bi kurdî ya Lînuksê dihat kirin, qels mabûn. Kampanyaya herî berfireh ku li ser malpera www.linux-ku.com dihat kirin jî, tenê di sedî 11'ê de ma ye. Her wiha xebatek jî ev 2 meh in ku li Amedê dihat kirin û bi dawî bû. Ji Edîtorên Rojnameya Azadiya Welat Rêzan Tovjîn xebata wergerandina bi kurdî ya Lînuksê ku ji 97 rûpelên 12 punto pêk tê bi dawî kir.
 
'Di warê ewlekariyê de Lînuks ji Wîndowsê pêşketîtir e
 
 
Wekî ku tê zanîn îro ji aliyê gelek dewletan ve bi rengekî fermî Lînuks tê bikaranîn. Dewletên wekî Arjantîn, Perû, Şîlî, Brezîlya, Meksîka, Îspanya, Portekîz, Almanya, Îngiltere, Romanya, Bulgarîstan, Rusya, Hîndîstan, Çîn, Tayland û Malezya bi awayekî fermî Lînuksê bi kar tînin. Tovjîn li ser xebata xwe daxuyaniyek da û li ser hêsaniya bikaranîna Lînuksê da zanîn ku di warê ewlekariyê de Lînuks ji Wîndowsê gelek pêşketîtir e. Her wiha Tovjîn destnîşan kir ku kodên wê jî eşkere ne. Tovjîn li ser hêsaniya bikaranîna Lînuksê wiha axivî: "Lînuks ji bo lêzêdekirinê jî derfetan dide neteweyan û bi vî rengî her roj bêhtir xwe bi pêş dixe. Lînuks bi vî awayî serdestiya Wîndowsê jî dişkîne û di bazara cîhanê de ji qada xwe firehtir dike."
 
Lînuks berî Wîndowsê bi kurdî derdikeve
 
Tovjîn diyar kir ku bazara kurdan jî êdî di vir de girîngiya xwe dide xuyakirin û yekemîn car bi nasnameya kurdan Lînuks dikeve vê qadê. Tovjîn wiha pê dê çû: "Niha ji milyonekê zêdetir kurd di compûterên xwe de Windowsê bi kar tînin. Lê her çiqas em li ber destê xwe Windowsê dixebitînin û bi kar tînin jî, Windows bi kurdî nehatiye çapkirin û weşandin. Niha bi sedhezaran kurd ji ber tunebûna Wîndowsa kurdî bi awayekî korsan Wîndowsê bi kar tînin. Hem ji ber vê yekê û hem jî ji ber ku Lînuks bi kodên eşkere, erzan, performansa xurt, ewlekarî û hêsaniya bikaranînê bazara xwe fireh dike. Niha jî ji ber ku Lînuks berî Wîndowsê bi kurdî derdikeve, dê gaveke din di pêşxistina bazara xwe de bavêje."
 
'Bazareke gelek xurt di vî warî de derketiye holê'
 
Tovjîn destnîşan kir ku divê ji hêla şîrketên kurdan ve bê dîtin ku bazareke gelek xurt derketiye holê. Tovjîn diyar kir, ger ku şîrketên kurdî dest biavêjin sporsoriyê û bi şîrketên biyanî re peymanan çêbikin dê gelek avantaj bên bidestxistin. Tovjîn li ser avantajên bikaranîna bi kurdî lînuksê wiha axivî: "Bi vî awayî dê berî her tiştî xwendin û nivîsandin, yekîtiya zimên, hêsankirina karên şîrketên kurdan, pêşketina malperên kurdan gaveke mezin bavêje. Di wergera Lînuksê de jî bi derfetên îro em dikarin her roj gelek bername, skript, pergal û hwd wergerînin kurdî û neteweya xwe ji bindestiya zimanên biyanî rizgar bikin. Lê dîsa jî di warê otorîteya zimên, fînansa kar û barên zimên de hin gavên ku divê bên avêtin hene."
 
Tovjîn li ser pirsgirêkên wergerandinê jî wiha axivî: Nezanîna bi kurdî ya kesên pîsporê compîtûrê pirsgirêkek mezin e. Ji ber vê nezanînê, wergerên ku ji aliyê kesên zana ve tên kirin jî, diguherînin û li gorî zanînan xwe dixin çarçoveyekê. Ji bo zimên ev yek xetereyek mezin e. Bi taybetî ji ber ku kurdî zimanekî bi tewang e û taybetiya wê ya zayendê heye. Divê pîsporên compîtûrê di vî warî de girêdayî wergerê bimînin û heta ku werger ji hêla komeke pîsportir ve nehate guhertin, dest wê nedin"
 
Azadiya Welat
 

Wergera Linux a kurdî amade ye

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu tutulamayız.




Ortalama Puan: 5
Toplam Oy: 1


Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

En çok okunan haber: Teknoloji:

· Ümit

Haber Arşivi
Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2008 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.