Musa Anter
KERKÜK KAN AÐLIYORMUÞ
Musa Anter
Yaþar Kaya
Duran Kalkan'a(2)
Yaþar Kaya
Ýsmail Beþikçi
“Büyük Felaket” mi, Soykýrým mý?
Ýsmail Beþikçi
Hasan Bildirici
Beþikçi ve PKK
Hasan Bildirici
Aydýn Dere
2008 geride kalýrken
Aydýn Dere
         
.:  Anasayfa |  Yazarlar |  Arşiv |  İletişim |  Künye |  Ana Sayfam Yap |  Sitene Ekle  :.

   ANASAYFA
   GÜNCEL
   SİYASET
   KÜRDİSTAN
   DÜNYA
   KADIN
   YAŞAM
   KÜLTÜR-SANAT
   EKONOMİ
   TEKNOLOJİ
   SPOR
   MİZAH
   KURDÎ
   MEDYADAN
   OKUR KÖŞESİ

Çiroken Klasik



www.kurdistan-post.org
Üye(ler) Çevrimiçi: 0
Misafir(ler) Çevrimiçi: 75

Lütfen buradan kayıt yaptırınız. Kayıtlı olmanız halinde sitenin tüm bölümlerini kullanabilirsiniz.
 
 
Kurdi: SÝYASETA KOLONYALÎST DOM DÝKE
Posted on Pazartesi, 11. Eylül 2006
Topic: Kürdistan

Ýbrahim Güçlü:Hewildana Kurd, di 02.08.2005-an de li Kolana Hûnerê, Bûyera 33 Gundiyên Ozalpê yên ku bi biryara General MUGLALI hatibûn qetil kirin, serê sibê bi civîneke çapemenî ya kîtlewî hat bîranîn, êvarê jî ji bona 33 gundiyên Kurd û hemû þehîdên Kurdistanê, mum hatin vêxistin û helbest hatin xwendin.



SÝYASETA KOLONYALÎST DOM DÝKE

PROTESTOKÝRÝNA QETILKIRINA 33 GUNDÝYÊN OZALPÊ LI DADGEHÊ YE

Îbrahîm GÛÇLÛ

KURD-KOMê/Hewildana Kurd, di 02.08.2005-an de li Kolana Hûnerê, Bûyera 33 Gundiyên Ozalpê yên ku bi biryara General MUGLALI hatibûn qetil kirin, serê sibê bi civîneke çapemenî ya kîtlewî hat bîranîn, êvarê jî ji bona 33 gundiyên Kurd û hemû þehîdên Kurdistanê, mum hatin vêxistin û helbest hatin xwendin.

Di civîna çapemenî de li ser sedema rasteqîne ya bûyerê hat rawestandin, siyaseta dewleta kolonyalîst ya wê demê li hemberî Miletê Kurd hat þirove kirin, bi siyaseta îro ya dewletê ve hat muqayese kirin. Di encamê de hat diyar kirin ku siyaseta Dewleta Tirk ya sala 1943 û ya îro ferqekê nîþan nade. Dewleta Tirk taybetmendiyên xwe yên kolonyalîst didomîne.

Di ser civîn û bîranîna 33 Gundiyên OZALPê re zêde wext derbas nebû, Dozkarê Komarî Sacît SAVAÞÇI, di derbarê civînê de lêpirsîn vekir. Lêpirsîna Dozkar, di 02. 12. 2005-an de, ji bona min bi dozvekirinê dawî bû.

Dozê, li “Dadgeha Cezayê ya Asliyeya 5emîn a Amedê” dest pê kir û didomîne jî. Dadgeh hatiye merheleya dawî. Ezê, di 12. 09. 2006-an, saet di 11.00 de dîsa bêm dadgeh kirin.

Dozkar, doz dike ku ji bona ku di civîna çapemenî de Dewleta Tirk wek dewleteke kolonyalîst hatiye binavkirin/terîf kirin, ji bona ku bi kuþtina 33 Gundiyên OZALPê dewlet bi tevayî dijminê Miletê Kurd hatiye diyar kirin, dijminitiya Kurdan li hemberî dewletê teþwîk bûye. Ev yeka suc e û pîst ku ez bêm cezakirin. Ez nûha bi ew xala binavûdeng ya 301an ya Qanûna Cezayê, dadgeh dibim.

Bûyera 33 Gundiyan bi kurtî çibû…

33 Kurdên gundên Xerepsorik û Milanengizê yên OZALPê, di 30.07.1943-an de li tûxûba Bakurê û Rojhilatê Kurdistanê bihatin gulebaranî hatin qetilkirin. Di ser bûyerê re piþtî ku 5 sal derbas bû, encama berjewendiyên siyasî û nekokiyên du partiyên (CHPê û DPê) siyasî, di derbarê bûyerê de pêvajoyeke hukukî dest pê kir. Bûyera Gundiyên OZALPê di sala 1948-an de hat lêpirsîn. Lêbelê di sala 1958-an de bi firehî bûyer li Meclîsê hat gengeþî kirin û Komîsyona Meclîsê raporek amade kir ku ew kesên di bûyera OZALPê de berpirsiyar in, bên dadgeh kirin. Ew kesan jî Mistefa MUGLALI û hevalên wî bûn.

M. MUGLALI li dadgehê îtiraf kir ku biryara kuþtina 33 Gundiyên OZALPê wî daye. Ji bona vê yekê MUGLALI pêþiyê bi cezayê îdamê hat mehkûm kirin, piþt re cezayê wî daket 20 salan.

Hezar mixabin, piþtî Rejima 12 Îlonê îtibara MUGLALI ji nû ve lêhat vegerandin. Navê Qiþlaya leþkerî ya OZALPê, bû MUGLALI.

Zarok û neviyên ew Gundiyên OZALPê, ji bo vê biryarê, dewlet protesto kirin û ji bona ev biryara ji holê rabe doz vekirin. Gotin ku: “MUGLALI hem bavê me bikuje, hem jî navê wî dîsa li ber çavê me bê delaqandin. Ji vê mezintir tiþtekî bêhuquqî nabe.” Lêbelê berpirsiyarên dewletê ev biryara xwe ya rûreþ neguhartin.

Bûyera OZALPê çi nîþan da…

Bûyera OZALPê û bûyerên piþtî wê jî derdixe holê ku Dewleta Tirk ne bes dijminê reweþenbîr û siyasetvanên Kurdistanê ye. Dewleta Tirk, Miletê Kurd bi tevayî ji bona xwe dijmin pejirandiye.

Bûyera OZALPê di þertên taybetî ya dinyayê de pêk hat. Li dinyayê faþîzm li serê dinyayê bibû bela, êriþkeriya Elmanyayê didomand. Tirkiyeyê jî, ji Elmanyaya faþîst re bi veþartî hevalbendî dikir. Bi her helwesta xwe, bi îdeolojî û siyaseta xwe, bi avabûyina xwe, bi taybetî siyaseta xwe ya li hemberî Miletê Kurd, hem sîstemeke kolonyalîst bû û hem jÎ sîstemeke faþîst bû. Ji bona vê jî, di herêmê de ji hemû beþên Kurdistanê û Miletê Kurd re dijminatî dikir û siyaseteke qirêj ya hevbeþ li hemberî beþên Kurdistanê dimeþand. Siyaseta Dewleta Tirk ya wê rojê û îro, li hemberî Miletê Kurd nehatiye guhartin.

Li dadgehê min çi got û ezê dê çi bibêjim…

Min, di merheleya lêpirsînê de li hemberî Dozkar û piþt re li dadgehê diyar kir ku “Dewleta Tirk dewleteke klonyalîst e. Kuþtin û qetilkirina Gundiyên OZALPê jî encama ev siyaseta kolonyalîst e. Kolonyalîstbûna Dewleta Tirk tespîteke li ser rastiyan hatiye diyar kirin. Gorî Îlima sosyolojîyê, îktîsadê û siyasetê, Dewleta Tirk, dewleteke kolonyalîst tê binav kirin. Pêwendiya dewletê û Miletê Kurd bi giþtî be jî li ser parametreyê/pîvanên kolonyalîzmê dimeþe. Heta kolonyalîzma Dewleta Tirk, ji kolonyalîzma qlasîk jî xerabtir e. Lewra di kolonyalîzma klasîk de welat û miletên kolonî xwediyê satûyekê ne. Li wan welatan, hebûna miletan naye Înkar kirin, ziman, çanda wan miletan naye qedexe kirin. Li Tirkiyeyê, welatê Kurdan Kurdistan xwediyê statûyeke siyasî nîne. Miletê Kurd ji hamû mafên xwe yê neteweyî bê par e.

“Bîrûreyên ku min/me di civîna çapemeniyê de bi niviskî diyar kiribûn, helbet li dijî siyaset û îdeolojiya fermî ya dewletê ye. Ev rastiyên ku hatine ser zimên, xwediye qereqtereke þokkirinê ne û lerizandinê ne. Lê naye wê maneyê ku ew ji dewletê re heqeret e. Helbet ez û Miletê Kurd, guhartina Dewleta Tirk dixwazin. Em dixwazin ku Dewlet bes nebe dewleta Miletê Tirk, bibe dewleteke miþterek ya Kurd û Tirk. Miletê Kurd jî, qasî Miletê Tirk desthilatdar be, xwe bi xwe li ser axa xwe li Kurdistanê xwe îdare bike, bi giþtî jî desthilatdariyê bi Miletê Tirk re parve bike. Ev jî di dewleta federal û demokratîk de pêk tê.”

Di encamê de…

Wulo diyar e ku heta ku Dewleta Unîter û Neteweyî ya Tirk û otorîter/totalîter jiyana xwe domand, dewlet naye guhartin, dadgehkirin, kuþtina me Kurdan dom bike.

Her çiqas Tirkiyeyê xwe amade dike ku bikeve Yekîtiya Ewrûpayê (YEyê) jî, hîn ji azadiyên fikrî, rêxistinî, ilmî, bawerî re rêz nîþan nade. Pîvanên Ye-yê þiklî pêk tîne û dixe jiyanê. Bi vê yekê jî dixwaze ku YE-yê bixapîne. Beriya ku pirsa Kurd çareser bibe dixwaze bibe emdamê YE-yê. Gerek ev lîstika baþ bê xuya kirin û deþîfre kirin. Ev deþîfreya, bi siyaseta qrîzê û xebata Kurdan dikare bê holê.

Helbet guhartina Dewleta Tirk, bi destê leþkeran, hêzên nîjadperest û kolonyalîst pêk naye. Guhartina Dewletê, bi destên ew hêzên neteweyî û navneteweyî ku berjewendiya wan di guhartinê Dewleta kolonyalîst û unîter de de heye, pêk tê.

 

Amed, 11. 09. 206


SÝYASETA KOLONYALÎST DOM DÝKE

Anonim kullanıcı yorum yazamaz, lütfen kayıt olun

Yorumlar yazarlarına aittir. İçeriklerinden biz sorumlu tutulamayız.




Ortalama Puan: 0
Toplam Oy: 0

Lütfen bu haberi puanlamak için bir saniyenizi ayırın:
Mükemmel
Çok İyi
İyi
İdare Eder
Kötü

En çok okunan haber: Kürdistan:


Haber Arşivi
Kurdistan-Post Haber Portalý © 2004-2008 Tüm haklarý saklýdýr.
Sitemizde kullanýlan haber ve resimler kaynak gösterilmeden yayýnlanamaz.